26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Microsoftê kurdî li zimanên xwe yên wergerê zêde kir

Li her çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan kurd dijîn û ji bilî başûr û rojavayê Kurdistanê, li her du parçeyên din zimanê kurdî di rewşeke xeternak de ye. Ji bo ku ev rewş bê nixumandin, tenê ji bo zimanê kurdî li Îran û Tirkiyeyê ji aliyê dewletê ve televîzyon hatine vekirin. Dîsa li çend zanîngehan beşên zimanê kurdî hatine vekirin û weke dersa bijarte kurdî li dibistanan dikare bê hînkirin.

Tevî vê yekê jî di pratîkê de ji bo peşxistina zimanê kurdî tu xebat nayên kirin. Li şûna xebatê ji bo ev tiştên heyî jî ji holê rakin hin hewldan hene. Herî dawî derket holê ku li Tirkiyeyê zanîngehan ji bo tezan şertê tirkî daye pêşiya xwendekarên kurd ku dixwazin ji beşên kurdî derbiçin. Dîsa li Îranê mamosteyeke ji ber xebat û perwerdeya zimanê kurdî hat cezakirin. Ji van her du parçeyan cudatir li rojavayê kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve perwerde bi kurdî tê dayîn û xebat ji bo kurdî tên kirin.

Her çiqas li Kurdistanê ji aliyê dewletên ku kurd di bin serweriya wan de dijîn, zimanê kurdî bê astengkirin jî di qada navneteweyî de ji bo zimanê kurdî xebatên girîng tên kirin. Kompaniya Microsoftê ya Amerîkayê ku kompaniyeke mezin a teknolojiyê ya li tevahiya cîhanê ye, her du zaravên sereke yên zimanê kurdî (kurmancî û soranî) li lîsteya xwe ya zimanên wergerê zêde kir.

Kurmancî û soranî

Microsoftê nûçeya zêdekirina zimanê kurdî li lîsteya xwe ya zimanên wergerê, li ser malpera xwe  belav kir. Li gor nûkirina herî dawî ya Microsoftê, zaravên kurmancî û soranî, di appa wergerê ya wê kompaniyê de tên danîn û bikarhêner dikarin bi rêya appa wergerê, Microsoft Office û appa Bing, zêdetir ji 70 zimanên cihgirtî yên cîhanê yên di lîsteyê de bo zimanê kurdî û ji kurdî bo wan zimanan wergerînin.

Her wiha li gor nûkirina dawî ya Microsoftê, çêdibe ku zimanê kurdî ligel her du zaravayên kurmancî û soranî di appa xizmetguzariya Ajor de li ser mobaylê û malpera Microsoftê were dabarkirin.

Ji 1999’an ve werdigerîne

Kompaniya Microsoftê, der barê zimanê kurdî de ragihandiye: “Kurdiya Bakur û Navîn du şêweyên zimanê kurdî ne ku herî zêde tên bikaranîn. Kurdiya Bakur ku weke kurmancî tê naskirin, li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, bakurê Iraqê û bakurê rojava û bakurê rojhilatê Îranê ji aliyê 15-17 milyon kurdan ve tê axaftin. Kurdiya navîn jî ku wek soranî tê naskirin û tê texmînkirin ji aliyê 9-12 milyon kurdan ve li Kurdistana Iraqê û rojavayê Îranê tê axaftin. Ew du zarava nêzîkî %75 ji tevahiya axêverên kurd pêk tînin.”

Appa wergêrana Microsoft Bing Translatorê di sala 1999’an de hatiye damezrandin. Di 20 salên bihurî de amûrên wergerê yên bi 73 zimanên cîhanê gelek hatine pêşxistin. Êdî ji niha pê ve zimanê kurdî derbasî nav wan zimanên cîhanê bû ku di lîsteya zimanên wergerê yên Microsoftê de ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê