26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MOSSAD: Berpirsên PDK’ê li Iraq, Îran û Sûriyeyê çav û guhên me ne

Rojnameya The Jarusalem Post a Îsraîlê ku xwe dispêre agahiyên berpirsekî Dezgeha Îstîxbaratê ya Îsraîlê (MOSSAD) têkildarî peywendiyên wan ên li gel Herêma Federal a Kurdistanê û PDK’ê agahiyên nû yên girîng belav kir.

Li gorî rapora ku xwe dispêre agahiyên berpirsekî MOSSAD’ê desthilata başûrê Kurdistanê sûdeke mezin daye dewleta Îsraîlê û ev tişt  nivîsandiye: “Hevpeymana bi kurdên Iraqê re feydeyeke mezin  ji bo Îsraîlê ava kir. Li Iraq, Îran û Sûriyeyê bûne çav û guhên me.”

Di dewama raporê de ev tişt tê gotin: “Îsraîl niha peywendiyeke xwe ya bihêz li gel kurdên Iraqê û bi taybet jî berpirsên PDK’ê ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî de heye.”

Li gorî rojnameyê ev peywendî diçe heya salên 1960’an û tê gotin ku, ji bo dewleta Iraqê were lawaz kirin, ji xwe re weke hevpeyman hilbijart.

Her wiha ev berpisê MOSSAD’ê aşkera dike ku bi taybet peywendiyên leşkerî û siyasî yên herdu aliyan ji sala 2003’an ve zêdetir bûye û ev agahiyên veşartî jî eşkere dike: “Piştî sala 2004’an û şûn ve yekeyên leşkerî û îstîxbaratî yên Israîlê bi rêya kurdên Iraqê dikarin  li Iraq, Îran û Sûriyeyê dest bi perwerde û gelek çalakiyên veşartî bikin.”

Di heman raporê de agahiyek ji Financial Times jî dibêje: “Îsraîl ji 4’an 3’yê nefta Herêma Kurdistanê ji bo xwe hawirde dike.” Ev rojname vê ya jî weke çavkaniyeke girîng a dahata Îsraîlê bi nav dike û her wiha diyar dike ku şîrketên îsraîlî yên enerjî û hilberînê jî li Herêma Federal a Kurdistanê çalak in.