26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê ji bo kurdî mal bi mal îmze tên komkirin

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, di 22’yê sibatê de bi civînekê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Xebatên vê kampanyayê didomin û li navenda Şirnexê mal bi mal xebat tê kirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ji bo kampanyayê îmzeyan berhev dikin. Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Şirnexê Zeynep Salgucak ku xebatên kampanyayê didomîne, têkildarî kampanyayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku wê xebata xwe xurt bikin û hewl bidin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.  
Salgucak anî ziman ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin herkesî û wiha axivî: “Li ser navê HDP’ê û TJA’yê ev  2 meh in me dest bi xebatên kampanyayê kirine. Em mal bi mal digerin û bi malbatên xwe re tên gelhev. Di xebata 2 mehan de tenê li navenda Şirnexê me 2 hezar û 500 îmze kom kirine. Em di nava rojê de 100-150’î îmzeyan kom dikin. Daxwaza gel ew e ku li dibistan, nexweşxane û sazî û dezgehên dewletê bi zimanê dayikê bê axaftin. Em xebata xwe niha li navenda Şirnexê didin meşandin. Armanca me ew e ku em gund bi gund jî xebatên xwe bidin meşandin. Xwedî derketina li kampanyayê erka her kurdî ye. Em daxwaz dikin ku hemû malbatên kurd di mal de bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Xwedî derketina li ziman xwedî derketina li hebûnê ye.”
Bahar Balik (50) ku tevlî kampanyayê bû diyar kir ku ew dixwazin dema ku biçin nexweşxaneyê nexweşiyên xwe bi kurdî bibêjin û wiha got: “Ez nexweşim û her roj diçim nexweşxaneyê.  Dema ku ez diçim nexweşxaneyê heger  zarokek min bi min re neyê, ez nikarim nexweşiya xwe ji bijîşk re vebêjim. Mînak ez derdê xwe dibêjim bijîşk ji zarokê min re dibêje, ‘Diya te çi dibêje?’ Yan jî heger kesek nebe tercûme bike, em nikarin derdê xwe bi kurdî bibêjin. Heger zimanê me fermî bûya, min ê bi dilê xwe derdê xwe ji bişîjk re bigota û ne hewce bû ku kesek jî bi min re bihata. Ez diçim lê li ser keseke din derdê min tê vegotin. Ez dixwazim ku êdî zimanê me jî xweser bibe û êdî em jî bikaribin  zimanê xwe li her derê biaxivin. Bila zimanê me fermî bibe.”
Xanim Barlik (65) jî da zanîn ku daxwaza wê azadiya zimanê dayikê ye û ev tişt got: “Ji xeynî kurdî tu zimanên din nizanim. Rêz û hûrmeta me ji zimanên din re heye. Tu kes bi zimanên din re dijminahiyê nake, lê bila êdî zimanê me jî fermî bibe. Ez dema ku diçim nexweşxane çima ez nikarim bi zimanê xwe biaxivim? Roj hatine ez ketime ber mirine, lê ji ber ku min tirkî nedizanî ez neçûme nexweşxaneyê. Zarokên min hemû bi zimanê dayİkê mezin bûne. Ji bo parastina ziman divê em xwedî li vê kampanyayê derbikevin. Weke herkesî mafê me ye jî ku em Li nexweşxane û saziyên dewletê bi zimanê xwe biaxivin.”