26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde bi şandeyeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re civiya. Linde, civîna ku duh li paytextê Swêdê Stockholmê pêk hat li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand. Linde di peyama xwe de wiha got: “Ez gelekî kêfxweş im ku bi Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed re li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîm. Hevkariya Swêdê dê bidome.”

Linde di 10’ê tîrmeha 2020’an de jî bi Îlham Ehmed re bi vîdeoyekê têkilî danîbû û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyekî civîna xwe weşandibû. Linde ew wêne bi vê nîşeyê parve kiribû: “Hevpeyvîna bi Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed re. Me behsa operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qeyrana mirovî ya li herêmê kir. Alîkariya însanî ya derveyî sînor gelekî girîng e.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ku ji hevdîtina Linde û Îlham Ehmed aciz bûbû daxuyanî dabû.

Lînde ku piştî vê daxuyaniyê di cotmeha 2020’an de serdana Tirkiyeyê kiribû, gotibû divê Tirkiye ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişe.