Rojnameya Heftane

‘Tirkiye neguhere tole li ber derî ne’

Bêrîvan Kayi

Hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya di 3’yê mijdarê de dest pê kir, heta 6’ê mehê berdewam kiribû. Hilbijartin ji hêla hemû cîhanê ve bi baldarî hat şopandin. Li gorî encamê nefermî 7’ê mijdarê namzetê Demokratan Joe Bîden bi 273 delegeyan bû serokê  Amerîkayê yê 46’emîn.

Piştî encamên hilbijartina DYA’yê em bi rojnameger Mutlu Çîvîroglu re axivîn ku hilbijartina li Washgîngtonê ji nêz ve dişopîne. Çivîroglu têkildarî encamên hilbijartinê, ferqa dengan a di navbera Donald Trump û Joe Bîden û bandora serokatiya Bîden a li ser Rojhilata Navîn bi taybetî li ser kurdan nixandinên girîng kirin.

Gelên Amerîkayê kêfxweş in

Çîvîroglu diyar kir ku civaka Amerîkayê bi giştî ji ber  bidestxistina serokatiyê ya Joe Bîden dilşad in û wiha got: “Tê zanîn ku civaka Amerîkayê civakek dabeşkirî ye û em dikarin bêjin ku hema hemû eyalet bi serkeftina serokê 46’an ê Amerîkayê û serkeftina Kamala Harîsê ku cara yekem wek jineke reşik di rêveberiya Amerîkayê cih girtiye, şanaz in. Her çiqas ev encam ji aliyê Trump û alîgirên wî ve hê nehatibe qebûlkirin jî; em dikarin bêjin ku li hemû eyaletan kêfxweşiyeke mezin heye.”

Vegera li polîtîkayên berê

Çivîroglu têkildarî polîtikayên bingehîn ên di navbera Bîden û Trump de jî got ku helbet dê cudatiyek hebe û ev nirxandin kir: “Siyaseta Trump ew bû ku xwe ji siyaseta derve vekişîne û bikişîne nav sînorên Amerîkayê. Yanî dixwest rola Amerîkayê ya globalî; ji hêla leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî ve kêm bike û hemû derfetan bîne nav Amerîkayê. Ji ber vê yekê jî ji Neteweyên Yekbûyî heta NATO’yê peywendiyên wî nebaş bûn. Di peymanên wek ên avhewayê de jî ev peywenda Trump li holê bû. Yanî wisa xuya dibe ku bi hatina Bîden dê Amerîka vegere ser polîtîkayên xwe yên berê. Hem ji aliyê aborî û siyasî, hem ji aliyê dîplomatîk û leşkerî ve dixwaze were ser rola xwe ya berê ku wek ‘mezinê malê’ dihat pênasekirin. Hem bi NATO û Yekitiya Ewropayê re hem bi hevalbendên xwe yên seranserê cîhanê re dixwaze têkiliyên xwe sererast bike.”

Polîtikayên Trump ên li ser kurdan

Di berdewamê de Çivîroglu bal kişand ser polîtikayên Bîden ên li ser Rojhilata Navîn bi taybetî yên li ser kurdan û wiha pê de çû: “Dema mirov li daxuyaniyên Bîden ên dawî yên der barê Tirkiye, Sûriye û Iraqê de bimeyzîne dê çarçoveya polîtîkayên Bîden derkeve holê. Bîden gelek caran li hemberî polîtîkayên serokomarê Tirkiyeyê daxuyaniyên pir tund dabûn û wek berpirsiyarê bûyerên herî xirab nîşan dabû. Bi taybetî kiryarên li hemberî kurdan gelek rexnekiribûn û helwestên Erdogan wek encamên helwestên Trump nîşan dabûn. Li Rojava û her wiha di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dema ku Trump hêzên leşkerî vekişandin, Bîden ew bi awayekî tund rexne kiribû û gotibû ku ‘em çima hevalbendên xwe bi tena serê xwe dihêlin û rê li Erdogan vedikin.’ Her wiha Bîden dixwest li Iraqê jî kurdên Herêma Kurdistanê xwediyê maf û nasnameya xwe bin. Helbet îhtîmaleke ku li Tirkiye, Sûriye û Iraqê ji bo kurdan hin derfet çêbibin. Li Washingtonê jî bendewariyeke bi vî rengî heye.”

Îhtîmala peymana nukleerî

Rojnameger Çîvîroglu bal kişand ser têkiliyên di navbera Îran-Amerîkayê de û wiha domand: “Bendewariya Îranê ew e ku careke din peymana nukleerî zindî bike û destê Îranê xurt bike. Demokrat hez dikin ku vegera peymana nukleerî hebe. Îhtîmal e ku ev peyman zindî bibe lê hewce ye mirov hinekî rastiyê bibîne ku Îran ji aliyê dewleta Amerîkayê ve wekî hêzeke neyar tê dîtin. Loma jî normalbûna peywendiyan hinekî zehmet xuya e lê bi giştî em dikarin bibêjin ku di tevahiya polîtikayên Bîden de dê Amerîka li gorî rola xwe ya cîhanî û pêşengiya xwe tevbigere. Niha ev polîtika li Washîngtonê tên axaftin.”

‘Em jî hevalê kurdan in’

Çîvîroglu da zanîn ku Bîden ji bo ku demeke dirêj senatorî kiriye ji cîhanê agahdar e, ji pirsgirêkên cîhanê bi taybetî ji pirsgirêka kurdan agahdar e û wiha got: “Tê zanîn ku ji ber Trump ne ji nav siyasetê hatibû dihat rexnekirin. Bîden berovajî vê yekê ji nav siyasetê hatiye û xwedî tecrube ye. Dema êrîşên li ser Serekaniyê, Girê Spî û Efrînê pêk hatibûn li Amerîkayê gelek reaksiyon çêbûbûn û Trump hatibû rexnekirin. Bîden û Harrîs jî ji van rexnegiran bûn. Hewce ye mirov ji bîr neke ku peywendiyên her dewletekê li ser berjewendiyan dimeşin. Hem kurdên li Amerîkayê hem pisporên Rojhilata Navîn Bîden wekî ‘serokê piştgirê kurdan’ bi nav dikin. Bîden di 2001’î de dema ku diçe herêma Kurdistanê û dibêje ‘ne tenê çiya, em jî hevalê kurdan in’ û dema êrîşên li ser Rojava daxuyanî dabûn. Bi van mînakan pispor wêneyekî ku dê Bîden piştgiriyê bide kurdan derdixin holê.”

Danekirin li ber derî ne

Her wiha Çîvîroglu bal kişand ser têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê û diyar kir ku her çiqas Bîden bi awayekî tund polîtîkayên Tirkiyeyê rexne bike jî divê mirov hevalbendiya wan a dîrokî li ber çav bigire û wiha bi dawî kir: “Tirkiye û Amerîka ji bo hevdu girîng in lê di salên dawî de tiştên Tirkiyeyê kirine yek ji wan jî ji aliyê Amerîkayê ve nehatin pejirandin û tim bû mijarên nîqaşê. Heta kongreyê çend caran biryara danekirinan dabû lê tu carî ev ji aliyê Trump ve nehatibûn îmzekirin. Mijara kirîna S-400’an, têkiliyên Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re û hwd. kongre hem bi demokrat hem bi komargeran re hejmareke zêde li hember van bûyerên Tirkiyeyê sekinîn lê belê dîsa jî danekirin neketibûn dewrê. Îhtîmaleke mezin e ku ji aliyê Bîden ve têkevin meriyetê. Dibe ku mijara Încîrlikê ya her carê Tirkiye wekî çekê li hemberî Amerîkayê bi kar tîne were ser masê. Mijara Halkbankê li Amerîkayê ji aliyê gelek kesan ve tê ser ziman. Ger ji aliyê Tirkiyeyê ve guherînek çênebe îhtîmala mezin ew e ku tole li ber derî ne.”