27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê parastina berjewendiyan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di vê dema ku çavê hemû civaka kurdan li yekitî û yekrêziya gelê kurd e, pêşveçûn û bûyerên li herêmê diqewimin berovajiyê vê heviyê bi pêş dikevin.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ji bo di çerxa sermayedar û kapîtalîst de cihê xwe bigire, li dijî nirx û yekrêziya gelê kurd tevdigere. Ji bo hêviya gelê kurd a yekitiyê bi temamî ji holê rake çi ji destê wê tê dike.

Ev partiya ku bi dijminê gelê kurd re peymana hevkariyê îmze kiriye gelo dikare berjewendiyên gelê kurd biparêze. Çawa li Şengalê li dijî îradeya gelê herêmê bi dewleta tirk û rêvebiriya Bexdayê re di nav hevkariyê de ye, her wiha li bakur û rojhilatê Kurdistanê jî li dijî pergala rêveberiya xweser e.

Ji bo li van herêman gelê kurd bê îrade û bê maf bihêle çi ji destê wê tê dike. Bi peymana Bexdayê re aşkera dibe ku PDK li herêmê naxwaze gel bi îradeya xwe ya azad xwe birêxistin bike û xwedî li nirxên xwe derkeve. Lewma PDK naxwaze li herêmê têgeha azadiyê û xweîfadekirinê bi pêş bikeve.

Dixwaze gelê Şengalê mîna berê bê îrade û bê maf be ku bi her awayî muhtacî wê bibe. Ger gel muhtacî wê bibe wê bejna xwe li ber bitewînin û jê bitirsin. Ji ber ku PDK bi tu awayî nirx nade yekrêzî û îradeya gelan, bi temamî dixwaze hemû tişt li gor berjewendiyên wê bên rêxistinkirin û birêvebirin. Lewma li gor pergala ku piştî êrîşên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de li Şengalê hatiye avakirin PDK û aligirên wê negengaz e ku bikaribin xwe li herêmê bidin jiyîn û xwe li ser gel bidin ferzkirin. Ev jî bi temamî li dijî destkeftiyên wan e. Lewma ji bo vê pergalê têk bibin û dîsa herêmê ber bi tarîtî û kaosê ve bibin çi ji destê wan tê dikin.

Bêguman PDK ne tenê li Şengalê li rojavayê Kurdistanê jî dixwaze gelê kurd nebe xwedî destkeftiyên mezin. Bi destê çend xwefiroş û bêîradeyan li vê herêmê nahêle ku yekrêzî û yekitiya gel çêbibe.

Ji bo parastina destkeftiyên di berdêla xwîna bi hezaran ciwanên kurd de hatine bidestxistin, partî û rêxistinên rojavayê Kurdistanê her tim alîgirê diyalog û yekrêziya rêxistinên kurd bûne. Li vî parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê PDK li pey lîstik û kiryarên mezin e. Ji bo pergala li herêmê hatiye avakirin têk bibe û li ber dilê neyarên gelê kurd xwe xweş bike çi ji destê wê û hevkarên wê tên dike.

Bêguman ev emelên PDK’ê ne ji xwe ne. Ev hemû li gor daxwaz û biryara dewleta tirk bi pêş dikevin. Bi taybetî êrîşên li ser rêveberiya rojavayê Kurdistanê, hevkariya PDK û dewleta tirk aşkera radixe ber çavan. Ji bo di vê mijarê de destê xwe xurt bike jî ji xwe re hin hevalbendên mîna xwe peyda kirine. Ev çend kesên ku xwe di bin navê ENKS’ê de li herêmê bi cih kirine di rastiya xwe de ew kesên li dijî destkeftiyên gelê kurd in.

Hevkariya van a bi PDK’ê û dewleta tirk re ji hêla hemû aliyên li ser mijarê xwedî agahî ne tê zanîn. Ev kesên ku bê îrade û xwefiroş ji bo di nav rêxistinên Rojava de yekrêzî çênebe çi ji destê wan tê dikin. Herî dawî li rojavayê Kurdistanê, xwestine pergala perwerdeya zimanê kurdî û hevserokatiyê bikin mijara bazarê. Kesên ku ne di ferqa wateya perwerdeya zimanê zikmakî de bin gelo dikarin ji bo azadiya civakekê têbikoşin? Ger azadiyê di ziman û xwe îfadekirinê de nabînin li gor wan gelo têgeha azadiyê çi ye?

Ev kesên ku ne di ferqa xetereya van daxwazan de ne gelo dikarin civakekê azad bikin? Ango amade ne ku ji bo azadiya civaka xwe bedel bidin? Naxêr, amade ne ku ji bo civakê tiştekî jî bikin. Mirovê bêîrade nikare îradeya gelekî temsîl bike û ji bo azadiya wê têbikoşe.

Heman têgeha ku ji navenda PDK’ê ve tê birêxistinkirin û rêvebirin niha ji bo dilê hevkarê xwe xweş bike berê xwe daye herêmên gerîla. Êrîşên li ser Şengal, Rojava, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşdikevin ne ji xwe ne.

Çawa ku dewleta tirk dixwaze kurdê azad tune bike PDK jî dixwaze ji derveyî wê tu hêzên kurd li herêmê nebin xwedî îrade. Ger ji derveyî PDK’ê gelê kurd bikaribe xwe bi xwe bi rê ve bibe û li gor îradeya xwe ya azad xwe rêxistin bike wê demê PDK dê nikaribe wisa bijî . Ev jî ji bo berdewamkirina desthilatdariya wê metirsiyek mezin dide çêkirin. Lewma ji bo vê metirsiyê ji holê rake bi hemû hêza xwe êrîşî kurdê azad dike.

PDK bi hevkariya dewleta tirk û bi êrîşên li ser civaka kurd niyeta xwe ya şer aşkera kiriye lê hîn civaka kurd gotina xwe ya dawî ji PDK’ê re negotiye.