27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyek ji mirinê re…

“Kengê li çavên te binêrim/ dilê min bi oqyanûsek tê şûştin/ bi ku ve diçim/ li nik te dimînim/ wekî mayîna stêrkan a li asîman.”

Ev helbesta ku werger e û nizanim a kê ye, çiqas li gorî te ye Gulê! Çavên te awêneyê giyanê te bûn… Dilê me bi oqyanûsek dişûştin ji nepakî û bêhêvîtiyê. Çavên te; xwe bi deryaya zarokatiyê şûştibûn, pak û ronî mabûn. Hêvî, xeyal, hezkirin, rêhevaltî, hemû bi çavên te zindî dibûn, di vê tofana nebûna gelek tiştan de.

Beriya çend salan dema te xatir ji min xwest û tu çûyî; min ji bo te nivîsek bi sernavê “Nameyek ji veqetînê re” nivîsîbû di Rojnameya Azadiya Welat de. Sala wê baş nayê bîra min lê dibêjim qey 9-10 sal berê bû. Ji wê rojê ve rûyê te, dengê te, her dem li bîr û xeyalên min man. Têkiliyeke xwezayî ya bi hevdîtineke ‘tesadufî’ dest pê kiribû di navbera me de çêbûbû. Me gelek ji hev hez kiribû, em bi hev re li ser gelek mijaran axivîbûn lê nebes bû! Me ew demên ku li gorî niha baştir bûn, xwedî derfet bûn, têr û baş bi hev re derbas nekiribûn. Piştî çûyîna te, min ev yek fam kiribû, heyfa min li ‘wan deman’ dihat lê tewş bû êdî tu wekî çûkan firiyabûyî çûbûyî… Te bi gotina “Ez dixwazim bi lez bijîm, ciwan bimirim” armanca xwe diyar kiribû. Piştî du sê salan min dîmenek te dît, te û koma xwe bi hunermendekî re stran digot, kena li ser çav û lêvên te weka xwe bû, tu guleke geş, bi hêvî û biryar bûyî.

Niha dixwazim hemû gotinên bi hêvî û bêriyê, barkirî ji bo te bibêjim! Di ronahiya dil û çavên te yên ku nedişibiyan ên tu kesê de bibînim ku mirin; tiştekî pûç e! Jiyana me ya ku carna me dişibîne miriyan, ji te pir dûr bû. Tu bi jiyanê re, bi demê re di pêşbaziyek de bûyî. Wekî hebûneke mûcîzewî jiyayî, sekn û kesayetiya te, helwest û ramanên te tevî hemû bahoz û tofanên cîhanê jî xwe parastibûn. Kenê li çavên te wisa ji dil bû ku xwe berdida ser lêvên te jî. Min tu kesê nedît ku weka te, di her mercî de kena li ser çav û lêvên xwe biparêze!

Havîn e Gulê! Çûyîna te bi qasî germahiya tebaxê çav û dil dişewitîne! Beriya mehekê te gotibû min pir bêriya Mizgînê, we û welat kiriye. Min jî gotibû ku ez ji  dil bawer dikim em ê hev bibînin. Lê… Ev çûyîna bê xatirxwestin ji ku derket! Te her dem digot “Ez baş im, hindik maye, ez ê vegerim.”

Wisa bê xatirxwestin bi ku ve diçî Gulê! Çûyîna te; hêvî, hezkirin û kenê li ser rûyê me jî bi xwe re bir di van rojên havînê de! Çûyîna te bexçeyên gulan bê av hişt, xemeke bêpênase li temenê me zêde kir! Qurbana kenê çavên te bim Gulê! Hemû çek, şer û pevçûn bibin toza pêlavên we. Hemû gule û bombe bibin bi qurbana rûyê te yê zarok!

Nivîsîna ji bo ‘çûyîna te ya ji cîhanê’ her çiqas zor be jî ji bo xwe peywir dibînim. Dizanim tu yê bixwînî! Mirin ji bo me tevan e lê piştî ewqas êş û zehmetiyên ji bo başbûnê li welatên dûr; pir zor e! Ji bo me yên sax mayî, êşeke bê pênase ye, wijdanê me diêşîne.

Dizanim, piştî êşên 5 salan, tu niha li welatê xwe, li gundê xwe bi aram î. Bi gihîştina axa xwe kêfxweş î, birînên te yên kûr, baş bûne niha… Dizanim, tu stêrkeke li asîmanê Kurdistanê yî, guleke li gulzarên pakrewanan î… Dizanim, ev jiyan xewnek e, nîvî ye, bêdad e lê mirin şiyariya ji vê xewnê bixwe ye. Lewre bi mirina hezkiriyên xwe re yên sax dimirin lê yên mirî ji nû ve vedijin!