27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navê Hevrîn Xelef di lîsteya navneteweyî de cih girt

Navê jina siyasetmedar Hevrîn Xelef weke jineke xwedî bandor ku mohra xwe li dîrokê daye, di nav lîsteya Komeleya Mafê Jinan a Navneteweyî de cih girt.

Komeleya Mafê Jinan (AWID)  di sala 1982’yan ji bo hevsengî û parastina hiqûqê, jinê, edaleta di navbera jin û mêr de, hat damezrandin. Di nav arşîva vê komeleyê de 450 jin ji tevahiya welatên cîhanê weke jinên xwedî bandor û mohra xwe li dîrokê dane hatine hilbijartin. Yek ji van jinan jî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin e.

Di nav vê arşîvê de 450 jinên siyasetmedar, hiqûqnasên ku ji 88 welatên cîhanê hatine hilbijartin hene. Di nav arşîvê de ji jinên kurd heta jinên ereb jî hene û herî dawiyê Hevrîn Xelefa ji aliyê komên dewleta tirk ve hatibû qetikirin jî tev li vê arşîvê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di12’ê cotmeha 2019’an de ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve, bi kemîneke plankirî hat hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest da û ev bû xeleka guhertineke nû ya Sûriyeyê. WASHINGTON