Rojnameya Heftane

Şerê Qerebaxê çawa dest pê kir?

Herêma Qerebaxê çima girîng e, pirsgirêka di navbera Ermenistan û Azerbaybanê de çi ye û çawa dest pê kiriye?

Pirsgirêka herêma Qerebaxê ji destpêka sadsala 20’an û vir ve di rojevê de ye. Ev pirsgirêka heyî, ji serdama Sovyetê heya niha nehatiye çareserkirin. Herêma ku 4 hezar û 400 kîlometre çargoşe ye di nevbera Ermenistan û Azerbaycanê de ye.

Ermenistan û Azerbaycan, di sala 1922’an de beşdarî Yekitiya Komarên Sosyalîst a Sovyetê bûn. Bi tevlêbûna her du welatan ve, ev herêma ku di navbera her du welatan de her tim pirsgirêk bû, di sala 1923’yan de bi statuya komara xweser bi komara Azerbaycanê ve hat girêdan. Ev biryara Moskovê tu carî ji hêla rêveberiya Erîvanê ve nehat qebûlkirin.

Di salên 1980’yan de serdama ku Komarên Sovyetê ber bi hilweşandinê ve diçûn, pirsgirêka Qerebaxê jî dîsa ket rojevê.

Ermeniyên li Qerebaxê birêxistinkirî, êdî bandora Moskovê li ser xwe mîna berê hîs nedikirin û îdia dikirin ku; “Di serdema avabûna Sovyetê de ji bo ber dilê Tirkiyeyê xweş bikin, Qerebax bi Azerbaycanê ve hat girêdan.” Di cotmeha sala 1987’an de li Erîvanê çalakiyên piştgiriya vê daxwazê hatin lidarxistin. Piştî çalakiyan bi çend rojan, di 18’ê cotmeha 1987’an de li ser xeta sînor pevçûna yekem rû da. Ermenên li gundê Çardakli yê li herêma Qerebaxê, bi daxwaza ji bin rêveberiya azeriyan derkevin êrîş dibin ser xelkê azerî.

Bi bûyerên li gundê Çardakliyê qewimîn ve, ermenên li Azerbaycanê û azeriyên li Ermenistanê koçî welatê xwe kirin.

Di sibata 1988’an de, wekîlên ermen ên konseya Qerebaxê bi hinceta rêjeya nifûsa Qerebaxê ji sedî 70’yî ermen in, xwestin ku Qerebax bi Ermenistanê ve were girêdan. Rêveberiya Bakuyê û Moskovê ev daxwaz qebûl nekirin.

Li hemberî vê biryara Moskovê Levon Ter-Petrosyan ê wek lîderê Tevgera Neteweyî ya Ermenan hatî hilbijartin, piştî ku Ermenistan ji Yekitiya Sovyetê qetiya û şûn ve, bû yekemîn serokomarê Ermenistanê.

Azerbaycan jî di heman salê de serxwebûna xwe ragihand. Di wê demê de ji ber wendahiyên li herêma Qerebaxê, rêvebirî ji kar hat girtin. Di sala 1993’yan de Haydar Aliyev bû serokomarê nû yê Azerbaycanê.

Di sala 1991’î de, dema pevçûn ji nû ve dest pê kirin, Moskovê piştgiriya xwe ji bo Bakuyê ragihand. Di meha gulanê de artêşa Sovyetê bi yekîneyên azerî re derbasî herêma Qerebaxê cihê ermen lê dijîn bû.

Piştî Azarbaycanê serxwebûna xwe ragihand û şûn de, di sala 1991’î de xweseriya herêma Qerebaxê jî hat bidawîkirin.

Piştî mehekê, di 10’ê kanûna 1991’î de meclisa herêma Qerebaxê bi referandûmekê xwest ku ji Azerbayanê qut bibe. Piştî referandûmê azeriyên rêjaya nufûsa wan ji sedî 20 e, çalakiyên boykotkirina referandûmê li dar xist. Meclisa Qerebaxê di sala 1992’yan de, serxwebûna xwe ragihand, lê ji bilî Ermenistanê kesî serxwebûna Qerebaxê nas nekir.

Li gor çavdêriya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, di sala 1992’yan de li gundê Hocali ji hêla çakdarên ermen ve herî kêm 162 azerî hatin kuştin.

Çekdarên ermen ên li herêma Qerebaxê, xwe bi rêxistin kiribûn, korîdora Laçîn a navçeya Suça û Ermenistanê bi hev ve girêdide xistin destê xwe.

Di şerê ku 1994’an de bi dawî bû, herî kêm 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Herêma Qerebaxê 7 herêmên din ji hêla Ermenistanê ve hat bidestxistin. Azeriyên li herêmê bûn jî, bûn penaber.

Di gulana sala 1994’an de protokola Bîşkekê hat îmzekirin û agirbest hat ragihandin.

Di sala 1993’yan de, piştî Haydar Aliyev hat ser erkê û şûn de, li Azerbaycanê şerê navxweyî nesekinî. Ji ber vê yekê ermenan xwe li herêmên bi dest xistibûn xurt kirin. Di vê demê de budçeya Ermenistanê û Qerebaxê bû yek.

Di sala 1994’an de ji bo çareserkirina pirsgirêkê, di pêşengiya Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê koma Mîskê hat avakirin. Koma ku Rûsya, Fransa û Amarîka serokatiya wê dikin, Almanya, Îtalya, Belarûs, Swêd û Fînlandiya jî bûn endam. Di encama xebata deh salan de, teşkîlatê di 27’ê mijdara sala 2007’an de bi qebûlkirina her du welatan planek aşkera kirin.

Li gor Prensîbên Madrîdê tên binavkirin, wê rêyên li derdora herêma Qerebaxê radestî Azerbaycanê bên kirin; ji bo encamek bingehîn wê dest bi hevdîtinan bihata kirin; korîdora di navbera Ermenistan û Qerebaxê de bihata vekirin; kesên hatine koçkirin vegerin ser axa xwe û ji hêla teşkîlatê ve hêzên aştiyê li herêmê bên bicihkirin, lê ji 2007’an û vir ve car bi car li herêmê şer berdewam kir.

Carna li çareseriya pirsgirêkê rayedarên her du welatan li hev civiyan, lê heya niha tu encameke erênî ji van hevdîtinan derneketiye.

Li herêmê, di hezîrana 2010 û 2012’an, sibata 2012’an û 2015’an û nîsana 2016’an de pêvçûnên pir dijwar rû dan.

Ermenistan piştî belavbûna Sovyetê serxwebûna xwe bi dest xistibe jî, di warê dîplomatîk, leşkerî û aborî de her tim girêdayî Rûsyayê bû.

Moskovê heya hilweşîna Sovyetê, her tim hewil dida ku herêma Qerebaxê wek herêmek xweser û bi ser Azerbaycanê ve be. Rûsya ji bo aştiya herêmê dixwest ku leşkerên xwe wek hêzên aştiyê li herêmê bi cih bike. Her çiqas Moskovê dixwest jî, rêveberiya Erîvan û Bakuyê li dijî vê planê bûn.

Tê zanîn ku ji belavbûna Sovyetê û vir ve, Ermenistan hemû çekên giran ji Rûsyayê distîne, lê Rûsya her çiqas alîgiriya xwe bi awayekî aşkere nekiribe jî, her tim ji bo her du welatan bangewaziya diyalogê dike.

Di 2’yê nîsana 2016’an de, li eniyê di navbera artêşa her du welatan de ji nû ve pevçûn dest pê kir. Di vê pevçûnê de ji her du aliyan kesên sivîl jî di nav de, gelek kesan jiyana xwe ji dest da. 5’ê nîsanê Azerbaycanê piştre Ermenistanê agirbest ragihand.

Di vê demê de jî, Rûsya li şûna bi awayekî aşkera alîkariyê bide Ermenistanê, banga diyalogê kir, lê dewleta tirk bi awayekî aşkera piştgiriya xwe ji bo Azerbaycanê destnîşan kir. Ev yek jî, ji hêla Erîvanê ve hat rexnekirin. Serokomarê wê demê yê Ermenistanê Serj Serkîsyan got; “Pêwîst e dewleta tirk dûrî pêvajoya çareseriya Qerebaxê bisekine. Di vê pêvajoyê de ku hêzên navneteweyî li ser bikaranîna hêzên li herêma Qerebaxê nîqaş dikin, piştgiriya dewleta tirk a ji bo Azerbaycanê ne di cih de ye.”

Ji bo agirbest teqez bibe, di 16’ê gulana 2016’an de di navbera serokomarê Azerbayanê Îlham Aliyev û serokomarê Ermenistanê Serj Sarkîsyan de, bi çavdêriya Amerîka, Rûsya û Firansayê de, li Viyanayê hevdîtinek hat kirin.

Di meha hezîranê de serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn, bi Îlham Aliyev û Serj Sarkîsyan re li bajarê St.Petersbûrgê civiya. Piştî civînê rayedarên azerî ragihandin ku wê artêşa Ermenistanê ji hin herêmên Qerebaxê vekişe; li hin herêman jî ji bo vekirina rêya bejahî wê hêzên Ermenistanê bimînin; piştî wê jî di navbera aliyan de wê hevdîtin berdewam bikin, lê aliyên ermen ev daxûyaniya azeriyan derawand û ev hevdîtin jî bêencam bi dawî bûn.

Dema Ermenistanê serxwebûna xwe ragihand, dewleta yekemîn a wê qebûl kir dewleta tirk bû, lê di 1993’yan de dema Ermenistan ket herêma Qerebaxê dewleta tirk xwe da aliyê Azerbaycanê; sînorê xwe yê bi Ermenistanê re girt û dawî li xebatên xwe yê diplomatîk anî.

Di meha tîrmehê de li herêma Tovûzê ya qet lê pevçûn neqewimîbûn, di navbera hêzên ermen û azerî de bi çekên giran pevçûn deket.

Der barê vê êrîşê de, ji aliyên gelek pisporan ve nerînên cuda derketin holê. Dihat gotin ku; ji ber rêveberiya Baku û Erîvanê pêvajoya vîrûsa koronayê baş nikarîbûn bi rê ve bibin û di vê mijarê de gelek rexne li wan tên girtin; di nav gel de bêkarî û xizanî zêde bûye. Bi van çalakiyan dixwazin bala civakê bikişînin ser mijarên cuda.

Li Rûsyayê jî hin pisporan şerê herêma Tovûzê wisa nirxand. Serokê nû yê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi vî şerî dixwaze otorîteya xwe xurt bike. Her wiha ji bo serokê Azerbaycanê jî dihat gotin ku ji ber di nav gel de li hemberî rêvebiriya Îlham Aliyev nerehetiyên gel hene, ew dixwaze hêza xwe û otorîteya xwe nîşan bide.

Di vî şerê demkurt de, dewleta tirk bi awayekî aşkera piştgiriya xwe ji bo dewleta tirk ragihandibû. Şerê di 27’ê îlonê de ji nû ve har bû, dewleta tirk bi hemû hêza xwe ya ragihandin û dîplomatîk aşkera kir ku ew alîgirê azeriyan e.

Di vê mijarê de piştî pevçûna bi rojekê Erdogan derket pêşberî kamerayan û got; “Qerebax axa azeriyan e û pêwîst e dawî li vê dagirkeriyê were. Êdî dema hesapxwestinê hatiye.”

Loma jî piştî van nirxandinên Erdogan nûçeyên ku “dewleta tirk ji herêmên cuda ji bo li dijî ermenan şer bikin çeteyan dişîne eniya şer” zêde bi mirov eceb nayên.

Gelo ev şer wê ji pirsgirêka heyî re bibe çareserî an jî wê pirsgirêkê hîn kurtir bike? Li gor kronolojiya heyî diyar e ku şer ji pirsgirêka heyî re nabe çareserî. Wisa diyar e ku hin alî ji vî şerî gelek tiştan hêvî dikin. Bi demê re wê niyeta wan a rast derkeve holê.