27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne tên kirîn û ne jî tên firotin

Her sal di Cejna Qurbanê de li bazara sewalan a Yenîkoyê ya Amedê sewalkar konên xwe vedidin û bi boneya Cejna Qurbanê sewalên ku xwedî dikin tînin bazarê û dest bi firotina wan dikin. Sewalkar vê xebat û amadekariyên xwe beriya cejnê temam dikin ku sewalên xwe berî cejnê bifiroşin. Ji ber qeyrana aborî îsal buhayê sewalan gelek zêde ye. Ji ber vê yekê him sewalkar him jî kesên ku dixwazin ji bo cejna qurbanê sewalan bikirin bi zehmetiyan re rû bi rû ne. Di tengezariyê de ne. Têkildarî mijarê me berê xwe da bazara sewalan a Yenîkoyê ya Amedê û bi sewalkar û kesên ku ji bo cejna qurbanê dê sewal bikirin re axivîn.

‘Êdî kare me wekî berê ne baş e’

Ekrem Şahîn ê ku debara xwe bi sewalkariyê dike diyar kir ku ev 30 sal in ku di nava vî karî de ye. Şahîn anî ziman ku ger ku vî karî neke dê nikaribe debara xwe bike û wiha got: “Her tişt biha bûye. Êm biha ye ceh biha ye, ka biha ye. Heywan jî biha ye. Ev nêzî 30 sal in ez vî karî dikim. Berî îdê (cejn) piştî îdê em tim lê vê derê ne û vî karî dikin. Debara me bi vî karî dibe. Ev kar wekî berê ne baş e. Milet di nav xizaniyê de ye. Qeweta wan têrê nake ku wekî berê ji bo cejna qurbanê heywan bikirin. Fiyeta heywanekî du-sê qat zêdeyî maaşê mirovekî teqawît e. Îro mirovekî teqawît 1 hezar û 700-1 hezar û 800 lîra, nastîne. Îro sewalek (qurbanî) fiyeta wî bûye 3 hezar lîra. Bihayê beranekî 4 hezar lîra ye. Bihayê gîskekê 1 hezar-1 hezar û 200 lîra ye.”

‘Lêçûna sewalan pir zêde bûye’

Ekrem Şahîn der barê bihabûna sewalan de wiha axivî: “Li gorî salên berê îsal fiyeta heywanan hinekî din jî zêde bûye. Lê mesrefa heywanan pir biha bûye. Îsal baran û şilî tune bû. Ji ber vê ka biha bû ceh biha bû. Mînak sala borî buhayê tona ceh hezar 500 lîra bû. Îsal jî tona wî bûye 2 hezar û 600 lîra. Buhayê tona kayê hezar û 200 lîra bû. Lê niha tona wê bûye hezar û 800 lîra. Ji ber wê buhayê heywan jî zêde bûye. Mirovên ku derfetên wan hebin tê ji xwe re dikire. Ên ku tune be jî nikarin bikirin. Sala borî min nêzî 100 heywan firotin. Lê îsal firotina heywan kêm e. Ne diyar e ku em ê çiqas bifiroşin. Em li kara zêde nagerin. Bila heywan bên firotin û di stuyê me de nemînin. Em tenê li vê derê nînin hinek rekabet jî heye û em ji bo vê erzan jî difiroşin. Yanî em li kara zêde nagerin. Em dibêjin bila bên firotin.”

‘Şaredarî ceza li me dibire’

Sewalkar Sînan Tîmûçîn jî der heqê zor û zehmetiyên sewalkariyê ku dertên pêşiya wan de ev tişt anî ziman: “Ez debara xwe bi firotina heywanan dikim. Li bazara heywanan a Yenîkoya Amedê heywanên xwe difiroşim. 7 sal in ku ez vî karî dikim. Li gel zor û zehmetiyên vî karî em bi gelek zextan re rû bi rû dimînin. Heta niha ji bo vê qada pazara heywanan tu alîkarî ji me re nehatiye. Em û heywanên xwe li ber tavê nin. Ji bo me cih çênekirine. Em bi derfetên xwe ji bo xwe û ajalên xwe kon datînin. Şaredarî ceza li me dibire. Salên borî ev karê me baş bû. Me dikaribû debara xwe bikira. Lê ev çend sal in ji ber lêçûna sewalan zêde bûye, karê me ne baş e. Îsal baran kêm bariya. Çandiniya ceh, genim û hwd. pir kêm bû. Ji ber vê yekê buhayê ka, ceh û êmê ajalan pir buha ye. Xwedîkirina ajalan pir zehmet bûye. Fiyeta ajalan jî li gor salên berê zêde bûye. Mirov jî ji ber vê nexweşiya koronayê nêzî du sal in bêkar in û her diçe xizan dibin. Qeweta wan têrê nake ku ji bo cejna qurbanê ajalan bikirin.”

Buha zêde ye

Firat Damgalî yê ku qurbanî kirî jî destnîşan kir ku ew li gorî qeweta xwe car caran ji bo cejna qurbanê heywan dikire û ev tişt got: “Îsal fiyeta heywanan zêde bûye. Min îro qurbaniyek bi hezar û 350 lîrayî kirî. Sê sal berê bûya min ê bi vî pereyî 5 qurbanî bikiriya. Yanî fiyeta heywanan gelekî biha bûye. Li gel vê êm, ka û ceh jî biha ye. Kîloyekî goşt bûye 50 lîra. 10 kîlo goşt 500 lîra ye. Yanî bi her awayî biha ye. Mirov bêkar e. Kar tune ye. Mirov dê çawa goşt bibe mala xwe. Mirov dê çawa goşt bixwin?
Welatiyê ji Kobanê Sadetîn Mihemed jî diyar kir ku fiyetên sewalan pir biha ne û wiha got: “Ez xelkê Kobanê me. Em hatine vir kar û xebat dikin. Dema ku pere di destê me de hebe em ji bo cejna qurbanê heywan dikirin. Min qurbaniyek bi 1 hezar û 250 lîreyî kirî. Ev jî ya herî erzan bû. Yanî fiyetên wan pir biha ne. Qeweta meriv têrê nake ku bikire. Di vê rewşê de him xelk him jî sewalfiroş bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Aliyek nikare bifiroşe ku debara xwe pê bike aliyekî din jî qeweta wan têr nake ku ji bo cejna qurbanê heywan bikirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN