26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar Sayîme Xakpûr Xelata senaryoyê girt

Nivîskara Rojnameya me Sayîme Xakpûr a ji bajarê Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê xelata senaryoya herî baş ji festîvala kurtefilman a MENA ya li bajarê Holandayê Den Haagê wergirt.

Festîvala kurtefilman a navneteweyî ya MENA her sal li Holanda tê lidarxistin, û ev 2 sal in ji ber nexweşiya koronayê bi awayekî online li dar dikeve.

Ji festîvalê re ji her devera dinayayê berhem tên hinartin.

Senaryoya kurtefilman ‘Qêrîna dilê evîndarên koranê’ ya nivîskar Sayîme Xakpûr jî beşdarî vê Festîvala Kurtefilman a MENA a 23´yan bû.

Ev kurteçîrok bi jêr nivîsa Ingilîzî hatibu wergerandin, di nava 1000 kurteçîrokên ji bo kurtefilman de xelat wergirt.

Senaryoya Sayîme Xakpûrê li ser bûyera 5 kolberên kurd hatiye nivîsandin ku par di navbera sinorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de di bin aşûtê de canê xwe ji dest da bûn.

Berhemên Sayîme Xakpûrê

Sayîme Xakpûr sala 1983`yan li Ûrmiyê hatîye dinyayê, xwendina xwe li wî bajarî xilas kiriye û derçûya beşa Edebîyata Farsî ye li Zanîngeha Ûrmîyê. Ew îro jî li Ûrmiyê dimîne.

Sayîme Xakpûr gelek pirtukên Kurdî wergerandine Farsî. Wê her wiha bi sedan kurteçîrok bi Kurdî nivîsandine.

Berhemên ku wê wergerandine Farsî ev in:

– Şairên kilasîk ên Kurd

– 99 morîkên belavbûyî

– Firîna bi baskên şikestî

– Qêrîna sedsalekê Kerapêtê Xaço

– Hawara bilûrê

Hin kurteçîrokên Sayîme Xakpûrê jî ev in:

– Çîroka Emrê Hêviyê

– Dîcle û Firatê Şingala Şewitî

– Çav Li Rê Mam

– Xeyala Min

– Kotola Birîndar

– Hebe Nebe Rûken

– Hêviyên Têkçûyî

– Qêrîna Dilê Evîndarên Koranê

– Di Xerîbiyê De Hêvî û Bendewarî

Wê niha dest bi nivîsandina berhemeke bi navê ‘Hawarek ji Ûrmiyê’ kiriye û ew berhem li ser kul û keserên jina Kurd e.

HAMÎD ÛRMIYE