spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivişta mîzê

Riza Uyar

Şêxek hebû ku herêma wî Hezro, Licê û Pasûr bû. Bi destpêka biharê re şêx û mirîdê xwe diçin zozanan. Ji ber ku di vê demsalê de gundî jî hemî li zozanan e, bi hatina şêx re gundî çi pirsgirêkên wan hebûn dihatin ji şêx re digotin û şêx jî li gorî pirsgirêkan ji gundiyan re nivişt çê dikirin.

Gundî bi niviştên şêx xenî bibûn. Lê ya pîrê ne tê de. Li vî gundî pîrek bi navê Fatê hebû.
Pîra Fatê ji gundiyekî re dibêje: Kurê min ez çi ji te veşêrim, ji Xwedê nayê veşartin: Ez şevê deh caran dertêm derve. Û rûyê min jî nade ku ji şêx re bibêjim. Tu karî ji şêx re bibêjî bila ji min re jî niviştekê çêbike.

Zilam dibêje ser çavan pîra min a delal; û diçe ji şêx re dibêje: Şêxê min; pirsgirêkekî pîra Fatê bi vî awayî heye!

Tu karî jê re niviştekê çêkî, ku pirsgirêka wê jî çareser bibe?

Şêx: Belê ez ê çêkim. Lê ji pîra Fatê re bibêje, bila ji min re kîsek hirî bîne.

Zilam diçe ji pîra Fatê re dibêje: “Pîrê, Şêx dibêje bila ji min re kîsek hirî bîne.”

Pîrê: “Kurê min, tu jî dizanî ku hiriya min tune ye. Lê ez ê ji şêxê xwe re du kîs mûyên bizina reş bînim baş e?”

Pîra Fatê du kîs mû dibe û dide şêx. Nivişta xwe ji şêx digire û tê malê. Nivişta xwe dixe binê kofîya xwe û wê şevê têr avê vedixwe û radizê. Lê wê şevê ji şevên dinê bêhtir dertê derve.

Sibetirê diçe cem şêx û ji şêx re dibêje: “Şêxê min, tu û Xwedê dihebînî ev çi nivişt e te ji min re çêkiriye? Îşev hetanî sibehê min stêrk hejmartine.

Şêx: “Pîrê min ji te hirî xwest lê te ji min re çi anî?”

Pîrê: “Şêxê min welehî hiriya min tune bû loma min jî ji te re
mû anî.”

Şêx: “De kanê mîz bi mû disekine? Xwedê jê razî.”

Pîrê: “Welehî tu rast dibêjî, mîz bi mû nasekine! Ne sûcê te ye.!”