26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta Edaletê 93 roj in didome

Di roja 93’emîn de çalakiya ‘Nobeta Edaletê’  ya malbata Şenyaşar didome.

Emîne Şenyaşar  bi kurê xwe yê girtî re axivî û anî ziman ku kurê wê bal kişandiye ser şert û mercên girtîgehê û wiha got: “Mixabin 3 sal in bi tena serê xwe li odeyekê de tê hêştin. Ji malbata min 3 kesan kuştin, yek jî xistin girtîgehê. Hevserê min li pêş çavên min qetil kirin. Serê wî eciqandin. Ev edalet e? Nexweşxane bi şev boyax kirin û dîmen jî jê birin. Nexweşxane ji bo başkirina mirovan heye, ne ji bo kuştinê. Ev 3 meh in ez rûdinêm. Ez dixwazim kurê min bê berdan.  Êdî çavên min ji girînê nabînin.  Gelo wekîltî kuştina mirovan e? Çima ew nayê darizandin.”

‘Em nabetilin’                           

Her wiha malbatê li ser hesabê xwe ya medya dijîtal de jî ev peyam da: “Têkoşîna me ya ji bo edaletê di roja 93’yan de ye. Her roj em bi 40 kîlometreyî tên. Ev me nabetilîne. Ya ku me dibetilîne û diêşîne ew e ku dadger  xwe li ber daxwaza me ya edaletê kor, ker dike.”

Ji bo piştgiriya malbatê serdan dewam dikin. Ji rêveberiya Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê (SES), parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Ayşe Surucu û dayikên Aştiyê çûn serdana malbatê.