26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê mezin dibe, serdan zêde dibin

Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan 7 roj in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin. Malbatên girtiyên nexweş bi armanca girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan şewitiye bêne berdan 7 roj in bê navber li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin û edaletê dixwazin. Hejmara malbatên girtiyên ên tevlî çalakiyê bûn zêde bûn. Îro jî xwişka Yahya Fîdan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan ya Amedê dimîne, Yasemîn Kaya û dayika Mehmet Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne, Xezal Yildirim tevlî çalakiya nobedê bûn.

Serdanên çalakiya nobedê ya malbatan jî her diçe zêde dibe. Îro endamên Kongreya Îslamê ya Demokratîk (KÎD) serdana malbatan kirin.

Endamê KÎD’ê Abdûlbarî Tiryakî di serdanê de diyar kir ku çalakiya ku malbatên girtiyan daye destpêkirin silav dikin û wiha got: “Ya girîng ewe ku mirov li derve tiştekê bike. Di vî warî de çalakiya we di cih de ye. Divê herkes dengê berxwedana li vir bilind bike.”