27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dario Fo jî PKK’î ye!

Qeymeqamtiya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, lîstika Bêrû: Klakson Borîzan Bîrt ya Teatra Jîyana Nû ku dê li dika Şanoyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bihata lîstin qedexe kir. Qeymeqamtiyê berî lîstik bê lîstin, beriya bi saetekê bi hinceta “pergala cemaweriyê xera dike” qedexe kir.

Li dijî vê biryarê rêxistinên şanoyê bertek nîşan dan. Îzmîr Bagimsiz Tiyatrolar Înîsyatîfî, Kadikoy Tiyatrolari Platformû, Karadenîz Tiyatrolar Bîrlîgî Dernegî, Oyuncular Sendîkasi, Tiyatro Ureticileri ve Yapimcilari Dernegî û Tiyatromûz Yaşasin Înîsyatîfiyê bi tirkî û kurdî daxuyaniyeke hevpar dan û biryara qedexekirinê şermezar kirin.

Rêxistinên şanoyê wiha gotin: “Lîstika Teatra Jiyana Nû ya bi navê ‘BÊRÛ’ di çarçoveya bernameya ‘Projeya Alîkariya Şanoyan’ ku ji aliyê Şanoyên Bajar ên ÎBB’ê ve tê lidarxistin, dê li Dika Gazîosmanpaşayê bihata lîstin. Ji aliyê qeymeqamtiyê ve bi hinceta ‘Ewlehiya Gelemperî’ berî dema lîstikê bi çend saetan hate betalkirin. Lîstika ku ji aliyê xwediyê xelata Nobelê Dario Fo ve bi navê ‘Klakson, Borazan û Bîrt’ hatiye nivîsandin ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve hatbû wergerandin. Berî niha lîstik gelek caran hatiye lîstin û ecibandin. Qedexekirina vê lîstikê bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Biryar li dijî zimanê kurdî ye

Rêxistinên şanoyê destnîşan kirin ku ev biryar li hemberî zimanê kurdî hatiye wergirtin û ev tişt hat gotin: “Ev li dijî zimanê qedîm ê kurdî û xweîfadekirina azad a hunermendan darbeyeke mezin e. Bi vê qedexekirinê xwestin ku yek ji armancên herî xweş a Şanoyên Bajar ên Şaredariya Stenbolê asteng bikin. Em wekî rêxistinên şanoyê, vê kirina neheq û antîdemokratîk şermezar dikin. Teatra Jiyana Nû ne bi tenê ye!”

Cîgirê Wezîrê Karê Hundir Îsmaîl Çatakli û waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya tekîldarî mijarê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de şanoger kirin hedef. Çatakli îdia kir ku lîstika şanoyê ya ku ji aliyê nivîskarê  bi nav û deng Dario Fo ve hatiye nivîsandin propagandaya PKK’ê dike û careke din şanoger hedef nîşan da.

Dario Fo PKK’î ye!

Şanogerê lîstika ‘Bêrû’, Cîhat Ekîncî bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Em hîn bûn ku Dario Fo jî PKK’î ye. Her dizanin ew jî kurd e. Tiştên ku piştî qedexeya lîstikê qewimîn wek komedî ne. Haya wan ji mijara lîstikê nîn e û mijar nexwendine. Di lîstikê de behsa têkiliya desthilat û sermayedaran tê kirin.” Ekîncî got ku heman lîstik dema bi tirkî tê lîstin pirsgirêk dernaxin û qedexekirina lîstikeke bi kurdî nêzîkatiya wan a li hemberî çand û zimanê kurdî nîşan dide.

Ji zimanê kurdî ditirsin

Şanoger Rûgeş Kirici jî diyar kir ku çawa dibe lîstikeke bi kurdî ewlehiya cemaweriyê xirab dike û wiha axivî: “Em her roj rastî astengî û qedexeyên nû tên. Heta niha gelek caran ev lîstik hat lîstin lê tirsa wan ew e ku lîstikeke bi kurdî di bernameyeke fermî de cih bigire û zimanê kurdî li cihekî fermî rewa bibe. Zextên li hemberî zimanê kurdî tê wateya qedexekirina ziman, çand û hunerên din.” Kirici destnîşan kir ku heta niha gelek nivîskar û rewşenbîran piştgirî dane wan û lazim e dengên li hemberî qedexeyan bêtir bilind bibin.