27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyrana hevalcêwî: Şer û aborî

Çîroka şaristaniyê ji heleke din ve dîroka şer e. Divê bê pirsîn ku gelo bi saya şer mîrovahî bi pêşket? An jî çima şer diqewimin? Ma şer hergav neyînî ye? Gelo li dewsa ew rê û dirbên şer neçar dikin, tiştekî din jî mimkun e?

Belê rêzkirina pirsên cuda jî pêwîst e, lê ya pêwîst beşa bersivan e. Dev ji dehan pirsan berdin, tenê ji bo pirsekê bi sedan, bi hezaran bersiv mimkun e. Jixwe, heke her beşa zanistê li gor dîtin, têgîn û rêbaza xwe bersivê bigere, ji niha ve ji 3 hezarî zêdetir bersiv amade ne.

Rawernas dikarin bibêjin mirovahî ji hevxwarina heywanan bi riya çavdêriyê hînbûn e ku şer hin tiştan diguherîne. Dîsa, bi nêçîrvaniyê hînî kuştinê bûne û piştre jî ev wek rêyeke çareseriyê li hember hev bi kar anîne. Derûnnas dikarin bibêjin, kesê ku hestên wek dexesî, çavnebarî, tirs, xof, bertekên xweparastinê, xwenegirtinê, berzbûna adrenalînê, an jî berevajî wê azwerî, daxwaziya serdestiyê bi riya zordestiyê û şer pêk tînin. Civaknas dikarin bi reng û rûçikê cuda yên şênî, nakokiyên li ser bawermendiyê, cudatiyên navbeyna çînan, cureyên beşên gel ên wek jin, mêr, zarok, kalûpîr, ciwan hwd…  bînin ziman.

Ji ber girîngî û beranberiya mezinbûna kêşe û pirsgirekê nêzîkdayînên sîyasî û aborî wek mijarên sereke tên dîtin. Serweran şer an jî çareseriya tengasiyan bi destê kiryarên aborî û sîyasî kirin.

Aborînas destnîşan dikin ku piştî her qeyraneke aboriyê şerek çêdibe. Ji ber ku parvekirina çavkaniyên xav, hebûnên sererd û binerdê û berhemên çêkirî, rê û dirbên stratejîk ên digihêjin herêmên dewlemend û hwd. dibin sebebên dijhevderketinê. Wext tê ku êdî bi danişîn, danûstandin û nîqaşan çaserî pêk nayê û beşeke perçeyê mijarê bi behaneyekê êrîşî dijberê xwe dike. Dixwaze desteseriya dewlemendan bike, lewma heke derfetan bibînin li ser hêzên aboriyê de digirin û talanan radikin. Gava bersiv jî hebe êdî şer giran dibin.

Rastî û peyitandina van pêşdîtinan him herêmî û him cîhanî heye. Wekî şerê navbera eşîran ên şêlandin û rakirina talanan, an jî şerê du dewletên hevsînor mînakên berbiçav in. Dîsa di asta navneteweyî de berî şerê cîhanê yê yekemîn tê xuyanê ku qeyrana aboriyê dest pê kiriye û her diçe kûr dibe. Bi taybetî qeyrana ku di sala 1880’yan de rû da, demeke dirêj berdewam kir. Gavên ji bo çareseriyê hatin avêtên nebûn derman. Xêncî pêçandina êşên rojane yên peydakirina derfetên der barê, ji binî ve cebirandinekê pêk nehat û tengasî vegeriyan pevçûnan, pevçûnan alav girt bûn şer, şer bû şerê cîhanê. Ji ber vê welat wêran bûn, hin dewlet xerabûn, hinekên wan jî ji holê rabûn û serweriya aborî û siyasî ya cîhanê jî ji binî ve guherî. Ji hêlekê ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji hêla din ve bi destê şoreşa sosyalîstan Yekitiya Sovyetan pêk hat. Dewletên li seranserê cîhanê serdestî dikirin, yên wek Îngilîstan, Fransa û Almanya yan derbe xwarin an jî wêran bûn. Împaratoriyên qelsbûyî yên wek Osmaniyan jî ji binî ve ji holê rabûn.

Lê belê nebû. Têrê nedikir. Serobiniya encama şerê cîhanê riya aştî, aramî û pergalsaziyeke nû venekir, lê DYA’yê nikaribû barê şerê cîhanê hilgire. Berdêla destekariya hevpeymanan a serbazî, aborî û sazûmaniyê ji hêla aboriya navxweyî ve bû barekî giran. Qeyrana di sala 1929’an de dest pê kir tenê li vî welatî nema. Encamên wê ji Ewropayê heyanî Çîn û Japonyayê jî xuya bûn.

Riya çareseriya qeyrana aborî, sîyasî û civakî bi mildayîna nijadperestiyê ve rengê xwe da der. Her çiqas Îtalyaya Mussolînî, Almanyaya Hîtler wek kiryar û sembola vê pêvajoyê tên xuyanê jî sîyaseta nijadperest, aboriya neteweyî li hemû deverên cîhanê ruyê xwe da der. Japonya, Çîn, Tirkiye, welatên Amerîkaya Latîn jî li welatê xwe di bin banê rêberiya faşîstan de bûn yek û wekî yek netewe, yek nijad xwestin rê û çareyan bibînin. Vê jî bê mihnet derê şerê cîhanê yê duyem vekir.

Di encamê de ji ber şer 60 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. Ji 100 milyonî zêdetir ji şêniyên welatan bûn penaber û bi mecbûrî axa xwe terikandin.

Ji bo temîjîna bûyera pêkhatî, an jî hewildanên pêşîlêgirtina şeran, wêraniya welatan, bîreweriyên cudaxwaz û faşîst gelek sazî û destgehên navneteweyî hatin avakirin. Dîsa pergala yasayan, sazûmaniya siyaset, dewlet û aboriyê ji nû ve hat sererastkirin, lê têrê nekir. Pêlên qeyrana aborî her diçû gur dibû. Pêşbazî û hevrikiya aborî jî giran dibû. Parvekirina hêz û kan û berheman bi eniya dewleta Çînê ya sosyalîst an jî Sovyet û welatên bin tunê wan re ne dihate ecibandin. Şerê li dijî Vîetnamê daxwaza vekirina eniya şer a li dorpêçkirina hêza sosyalîst bû. Qeyrana bazirganiya navneteweyî ya berhemên xav û çêkirî riya vî şerî vekir, lê encamên şer qeyran kûr kir. Bihayê petrolê giran bû, bihayê maliyeta hilberîna pîşesaziyê zêde bû ku radeya qeyranê gur kir. Pergala derbeyên leşkerî hat tertîpkirin.

Hevrikiya DYA û Sovyetê piştî têkçûna Sovyetê kete merheleyeke nû.

Ev merhele îro li ser axa me rû dide. Li ser rûyê erdê şerê herêmî dixuyin. Rêxistin, dewletên herêmî û hêzên wan tên xuyanê, lê di ser wan re jî hêzên mezin hene ku her tişt di bin çavdêriya wan de yan jî hin caran bi mudaxeleya wan bi rê ve diçe. Êdî qirîza aborî û ya sîyasî û leşkerî serbiser dimeşe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê