Rojnameya Heftane

Welatparêzî û bendavên qirkirinê  

Çêkirina bendavan wekî şûrê Demokles di destê dewletê de li ser serê kurdan û axa Kurdistanê tê hejandin. Bendav dibin sedema komkujiya xwezayê û asîmîlekirin û koçberkirina kurdan

Derya Ozdemîr

Kurdistan xwediyê erdnîgarî û xwezayeke balkêş û bêhempa ye. Şert û mercên hewayî, roja xwe,  dewlemendiyên xwe yên li ser rûyê erdê yên wekî çem, deşt, zozan, newal û çiyayên bi heybet bûne sedema niştecihiyên yekemîn ên mirovahiyê li ser vê axê. Mirov  seranserî xweza û erdnîgariya Kurdistanê bigere di her bajar, navçe û gundên wê de kevnebajarên dîrokî dibîne. Ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr di bin her kevirî de di bin her tillikî de mayîndeyên dîrokî hene. Hinek hatine kifşkirin û baş e, hîn hinek jî nehatine kifşkirin (belkî ew ji pêşerojê re bimînin). Li ser axa Kurdistanê cihên dîrokiyên wekî; Girê Mirazan (Gobeklitepe) Çemê Xalan Qotê Ber Çem (Çayonu), Newala Çorî, Heskîf, Gundê Xîlara Amedê, Elam a rojhilat, Til Xelef a rojava û hin cihên me negotî jî cihên niştecihbûnên mirovahiyê ne. Ev dîrok ne tenê dîroka sedan salan e, dîroka deh hezar salan e û ne aîdî hin qewman e, dîroka mirovahiyê ye.

Lêkolîn û xebatên li ser van bajarên kevnare tên kirin, bermayî, alav û amûrên ji van deran tên derxistin, di derheqê çawaniya bicihbûna mirovahiyê de fikran dide mirov. Baweriyên 12- 10  hezar sal berê çawa bûn, mirovan çi dixwarin, çi li xwe dikirin, ev bajar çawa û bi çi teknîkan hatine çêkirin, têkiliya wan û xwezayê çawa bû, xwe çawa diparastin, çawa li hev dikirin, dîroknas, antropolog û arkeolog bersivên van pirsan ji destkeftî û bermayiyan texmîn û şîrove dikin. Ji kifşbûna Girê Mirazan (Gobeklitepe) û vir ve hemû zanînên dîrokî serobin bûn û piraniyên dîroknasan niha lêkolînên Girê Mirazan (Gobeklitepe) dişopînin û tezên xwe li gor van agahiyan ji nû ve saz dikin.

Çi mixabin ku ev dewlemendiyên Kurdistanê yên bin erdê û ser erdê bûne sedemên talan û mêtingeriyeke bêdawî. Li dijî mêtingerî û asîmîlasyona ji ser ziman, maf û hebûna kurdan, bi xêra berxwedan û rêxistinbûyîna kurdan hin pêşketin pêk hatine û di van waran de hişmendiyek çêbûye, welatparêzî bilind bûye. Mixabin ji aliyê dîrok û erdnîgariya Kurdistanê ve rêxistinbûyîn û welatparêzî ewqas bi pêş neketine û ev pêşneketin jî dibe sedema domandina vê talana di vî warî de. Ji ber van kêmasiyan ku talana li ser dîroka Kurdistanê ne yek in ne jî du.

Heta niha herî kêm deh şûnwarên kevnare di bin bendavên ku li ser çemê Dîcle û Feratê hatin çêkirin de mane. Di serî de Newala Çorî, Heskêf, bajarê Semsatê, Tillê ya Semsûrê, kevnebajarê Zeugmayê, Tillê Xorûmê ya Dîlokê kevnebajara Urîmayê, Xelfetiya kevin, Rumkaleya Dîlokê û Kevnebajarê Egilê li Amedê heta niha di bin avê de mane. Newala Botanê ya li Sêrtê jî binav dibe. Li gor planên dewletê ku gel li ber xwe nede heya Cizîrê kevnebajarê Finikê jî dê binav bibe.

Çêkirina bendavan wekî şûrê Demokles ji çil salî vir de di destê dewletê de li ser serê kurdan û axa Kurdistanê tê hejandin. Bendav dibin sedema komkujiya xwezayê û asîmîlekirin û koçberkirina kurdan. Dema bendavek li ser çemekî çêdibe û ev çem jî çemên Dîcle û Ferata bi heybet bin tu ax û deşt namînin ku  di bin avê de bimînin. Jîngehên sedan cureyên xwemaliyê giha, ajal, kêzik û çûkan tune dibin. Gel tê koçberkirin erd û zeviyên wan nîvbuha ji destên wan tên girtin û ajal û malên xwe ji mecbûrî difiroşin. Bêkar û bêaş dimînin berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê di qatên bodruman de li getoyên wan bajaran bi cih dibin; bi polîtîkayên asîmîlasyonê jî ziman û nasnameya xwe wenda dikin. Mînaka herî berbiçav gelê ji Xelfetiyê hatine koçberkirin e.

Bi tu awayî ev bendav ne ji bo xêra gelê kurd in. Gel pê dewlemend nabe. Bendava Ataturk ku sala 1995’an de hatiye çêkirin jî bû sedema van êşên giran. Ew ceyrana ku ji bendavê tê destxistin jî bajarên aliyên tirkan re tên şandin. Ceyrana Kurdistanê jî ji bendava Kebana Elezîzê tê. Tevî vê yekê jî  wekî ku hûn jî van rojan dibînin zilma hikûmatê û DEDAŞ’ê li ser gel kêm nabe, her roj ceyran tê qutkirin û bi rojan nayê, dibe sedema ziwabûna hilberînan. Bi pereyên ji pîvanan der dixwazin gel bişêlînin.

Donumek erdê li Tirkiyeyê bi sed tl yan tê avdan li Kurdistanê dibe hezar tl. Gel nikare erdê xwe biçîne. Dema bendava Ataturkê hate çêkirin ava ewil jî dane navçeyên nekurd. Yek ji navçeyên Rihayê Pirsûsê  ji sala 1995’an heya 2012’an av nedane. Çaviyên bîrên ku gel hem jê av vedixwar û hem jî pê çandiniya xwe dikir hemû ji ber bendavê çikiyan û gel hesreta ava vexwarinê ma. Bi vê yekê re gel bêkar ma û bi mecbûrî wekî karkerên çandiniyê berê xwe dan bajarên Tirkiyê û navçeyên wekî Herranê û Akçakaleyê. Du sê sal in wekî ku hûn jî dişopînin dewleta tirk van bendavan li hember Iraqê, Başûr û Rojava wekî amûrekî şerê stratejîk bi kar tîne. Ji bo Rojava jî ev bendav bûye parçeyekî şerê li hember Rojava û gelê kurd. Bi rojan avê bernadin û gelê li wir bêceyran û bêav dimîne.

Li gorî ferhengan welat zêdetir tê wateya axa ku di bin serdestiya dewletekê de û xwediyê al û paytextekê ye. Çi mixabin welatê me kurdan di bin serdestiya dewletên mêtinger de ye. Welatparêziya me jî divê li gorî wê be. Welat ne pêkhatineke razber e. Welat bi axa xwe ve bi çem, deşt, newal, dîroka xwe û şûnwarên xwe yên dîrokî ve pêkhatineke şênber e û welatparêzî hezkirina van herêman e. Belê me behsa qirkirin û talana dewletê kir lê mixabin gelê me jî kêm zirar nedaye şûnwarên dîrokî. Li hin deverên dîrokî ji bo çend quriş pere gundiyên li wir dijîn, ew dever di nav xwe de kevir bi kevir, çal bi çal parve kirine û her malbatekê ji xwe re herêmek û çalek veqatandiye û kolaye bermayiyên ji wir bi dest xistine jî firotine qaçaxciyan û wan jî firotine welatên Ewropayê.

Niha gelek bermayiyên dîrokî yên ji wan deran derketine li muzexaneyên welatên Ewropayê ne. Tenê ne bi kolanê wekî ku we jî ditiye bi dizîna kevirên bircên Amedê yên qedîm jî em zirarê didin dîroka xwe. Carna bi dînamîtan diteqînin û bi awayekî bêveger ew cihên dîrokî tên rûxandin û xisarên mezin dibînin û carna jî weke hin heskêfiyan bi dil û can cih û warên xwe ji bo pereyan firotin û dewlet hem diteqîne hem jî difetisîne. Ya ku mirovan ji van bêtir diêşîne jî ciwanên kurd di bin navê gera cihên dîrokî de diçin li ser serê wan peyker û sûrên ber bi xirabûne ne siwar dibin û hişmendiya wan a dîrokî kêm in. Beravajiyê vê peywira herî girîng û lezgîn jî dikeve ser milê ciwanên welatparêz. Parastin û xwedîderketina dîroka welêt welatparêziya rasteqîn e. Bi rêxistinbûn û avabûna hişmendiya dîrokî dê pêşî li qirkirina bendavan û fetisandina dîrokê bigire.