26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona li dijî metirsiya DAIŞ’ê ya li kampa Holê didome

Ev demek e, hêzên navneteweyî û rêveberiyên herêmê qala metirsiya DAIŞ’ê dikin ku xwe ji nû ve birêxistin dike û fikarên xwe tînin ziman. Tevî vê rewşê, li hember vê metirsiyê jî heta niha tu gavek jî nehatiye avêtin û tenê dibêjin ‘em bi fikar in’. Di kampên girtiyên endamên DAIŞ’ê yên mîna Roj û Holê de, li gorî daneyên dawî yên rêveberiya kampa Holê, niha li kampê 60 hezar û 351 kes hene.

Ev kampên girtiyên endamên DAIŞ’ê yên mîna Hol û Rojê, di sibata 2019’an de bi pêngava Bagera Cizîrê ya HSD’ê ku ji bo rizgarkirina bajarokê Baxozê dabû destpêkirin û devera dawî ya di destê DAIŞ’ê de bû, endamên malbatên DAIŞ’î yên xwe radest kirin, hatin bicihkirin.

Bi taybetî kampa Holê xeteriyeke mezin e û li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin metirsî. Civaka navneteweyî li ser darizandina wan girtiyan bê deng e û welatiyên xwe yên tev li DAIŞ’ê bûne, wernagirin. Ji avakirina kampê heta niha, endamên DAIŞ’ê di kampan de gelek sûc kirine û gelek kes hatine kuştin.

Rewşa heyî ya kampan dibû sedema xeteriyeke mezin, li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser vê yekê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD’ê 28’ê adarê li kampa Holê dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir. Di nav sê rojan de bi dehan endamên DAIŞ’ê yên gelek sûc kirine, tevî gelek amûrên teqemeniyê hatin girtin. Her wiha tunel û gelek guleyên çekên cuda ku di binê erdê de hatine veşartin hatin dîtin. Operesyon ji saetên berbangê ve bi belavbûna hêzan dest pê kir û bi hemû hêza xwe di roja sêyemîn de didome.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 3’yemîn a Operasyona Mirovî û Ewlekariyê de ya li Kampa Holê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen ve hate xwendin. Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Gabrîel Kîno, Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclîsa Herêma Cizîrê Ewînar Dêrik di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha 53 çeteyên DAIŞ’ê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundiyê li kampê pêk anîne, hatin girtin. Her wiha hat ragihandin, gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatine desteserkirin. Li gorî agahiyên daxuyaniyê, zêdetirî 5 hezar endamên hêzên ewlekariyê beşdarî operasyonê bûne.

Li gor agahiyên têkildarî operasyona sê rojan hatin parvekirin, hêzên ewlekariyê û HSD bi baldarî sê roj in di operasyonê de cih digirin û ewlehiya gel armanca wan a yekemîn e. Her wiha hat ragihandin ku armanca operesyona aramiya gel û şêniyên li kampa Holê ye.

HESEKÊ