26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyonên leşkerî gundiyan tengezar dikin

Bi operasyonên derveyî sînor ku bi xeyalên osmaniya nû tên lidarxistin re, li bakurê Kurdistanê jî operasyon bê navber tên kirin. Di nav hefteyê de li bejahiyên bakurê Kurdistanê ji hêla artêşa tirk ve gelek operasyonên leşkerî hatin sazkirin. Ji bo liv û tevgera çend gerîlayên HPG’ê bi hezaran leşker û maşîneyên zirxî û balafir dikevin tevgerê.

Operasyona ku bi navê Yildirim ango bi Birûsk ku di meha hezîranê de li Botan, Serhedê û Dersimê hatibûn destpêkirin didomin. Di van operasyonan de di navbera leşker gerîlayan de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Li deverên ku leşkerên tirk li hemberî gerîla neçar dibin agir berî daristanan dinin.

Operasyona li Mêrdînê

Di çarçoveya van operasyonanên artêşa tirk de di serî de li Botanê Amed, Dêrsim, Mêrdînê leşkeran agir berî bi dehan deveran da. Deverên ku agir hatin derxistin leşkeran destûr neda ku welatî mudaxale bikin û agir vemirînin. Ji bilî daristanan li Kurdistanê goristanên şehîdên PKK’ê yên li bejahiyê jî hatin şewitandin.

Ji bilî van operasyon û talankirina ku demeke dirêj e didomin, li Mêrdîn û Bedlîsê 2 operasyonên leşkerî yên cuda hatin lidarxistin. Operasyona li Mêrdînê li gundê Şêbê yê navçeya Dêrikê û gundên derdora wê pêk hatin. Ji bo operasyonê walîtiya Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir. Operasyon tenê li dijî çend gerîlayan pêk hat.

Ji bo operasyonê hejmareke zêde leşker, cerdevan û maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin. Di kêliyên operasyonê de destûr nehat dayîn ku ne mirov ji malan derkevin û ne jî sewal ji axuran derkevin. Bi vê hovîtiya mezin gundiyên li herêma operasyonê bi hev re hatin derbaskirin û tede û zilmeke mezin li wan hat kirin.

36 gund qedexe kirin

Dîsa bi heman rengî operasyonek jî li Bedlîsê hat destpêkirin. Walîtiya Bedlîsê, destpêkê ji bo operasyonê li berfirehiya 36 gundan qedexeya derketina derve ragihand. Piştî ragihandina qedexeyê bi maşîneyên zirxî hejmarek leşker û cerdevan sewqî herêmê hatin kirin. Piştî sewqkirina operasyonê dest pê kir û şer û pevçûn qewimîn.

Qedexeyê bi operasyonê re bi rojan berdewam kir û ji ber vê yekê gundiyên li herêma operasyonê gelek zehmetî kişandin. Di van mehên havînê de ji ber qedexe û operasyonê nikaribûn sewalê xwe bibin mêrgan. Gundî, neçar man ku giha û kaya ku ji bo mehên zivistanê depokirine, bidine sewalên xwe. Gelê herêmê ji ber operasyonan bibertek in.

AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê