27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenan de aşkera xuya ye

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî.

Hevjîna Hecî Esvet Şenyaşar Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 37 roj in bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digirin.

Parêzerê malbata Şenyaşar endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bulent Dûran têkildarî dozê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û agahiyên girîng parve kirin.

‘Ji destpêkê ve ne hiqûqî ye’

Dûran anî ziman ku ji destpêkê ve darizandineke hiqûqî nehatiye kirin û hin kesan xwestiye dosyeyê bi derengî bixin. Dûran qeydên tapeyan ên Enver Yildiz bi bîr xistin û wiha got: “Enver Yildiz di qeydên tapeyan de gotiye, ‘Çi hewce be dê hikûmet bike, wekîl hevdîtinan bike, dozger û dadger bên. Ez ê biçim, dê di çaçroveya xweparastinê de esas bigirin û ez ê xelas bibim. Piştî ev bê garantîkirin ez ê biçim teslîm bibim.’ Tape van tiştan dibêjin, lê gava me li dosyeyê nihart me ev tişt dît; piştî bûyer çêbûye, di meha îlonê de hin taqîbatên teknîkî hatine kirin û Enver Yildiz gotiye, ‘ez li mala xwe me, naçim cihekî jî’.”

Parêzer Dûran destnîşan kir ku di dîmenên cihê kar de aşkera xuya ye ku Enver û Îbrahîm Yildiz bera Adil û Celal Şenaşar daye, lê belê ji bo girtina wan tiştek nehatiye kirin û bi israr hatiye xwestin ku pêwendiya malbata Şenyaşar û rêxistinê bi hev re bê danîn. Dûran bi lêv kir ku gelek hewlên ji bo malbata Yildiz paqij bê nîşnadan hene.  

‘Malbata Yildiz heqaret û êrîş dike’

Dûran anî ziman ku di dîmenên cihê bûyerê de jî xuya ye ku Celal Şenyaşar bi palamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz re diaxife û tu heqaretê nake, lê belê wê kêliyê Ahmet Demîrê di nav heyetê de radibe heqaretê li Celal Şenyaşar dike. Dûran diyar kir ku dozger di mutalaya xwe de îdia kiriye ku malbata Şenyaşar heqaret kiriye û êrîş daye destpêkirin û wiha got: “Dozger wisa got û dadgehê jî li gor wê biryar da. Dîmen û delîlên di dosyeyê de bal dikişîne ser vê; yê heqaret kiriye, êrîş dike û tehrîk dike malbata Yildiz e.”

‘Kê bera Adil Şenyaşar da?’

Dûran destnîşan kir ku dozger di mutalaayê de dibêje 19 derb gule hatine berdan û ji van derban 7 jê aydê polîsan, 6 jê aydê Îbrahîm Yildiz, 3 jê aydê Enver Yildiz û 3’yên mayî jî aydê Fadil Şenyaşar in û wiha got: “Paşê raporeke hat hazirkirin kû di vê raporê de hatiye îdiakirin ku Fadil Şenyaşar 9 derb gule berdane. Bi vî awayî dixwazin hemû kesên birîndar têxin stuyê Fadil Şenyaşar. Lê belê di dosyeyê de tiştekî nehatiye dîtin heye. Li paşê 5 derb li gûzeka nigê Adil Şenyaşar dikevin. Ev ji xeynî derbên Enver Yildiz in. Di dîmenan de ev tişt tune ne, bê ka ev 5 derb ji ku hatine. Kê bera gûzeka Adil Şenyaşar da?”

RIHA