26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pargîn: Parastina çand û kelepora gelan

Kêfxweşî û şanaziya herî mezin ew e ku di çaryeka ewil a sedsala 21’ê de gelê kurd ji her aliyî ve li ber xwe dide û li ser axa qedîm dîroka xwe ji nû ve dinivîse. Îro rojavayê Kurdistanê ji aliyê feylesofên sedsala 21’ê ve wek ‘mûcîze’yê tê pênasekirin; gelê kurd ji siyasetê heta huner, perwerde, aborî, ekolojî, muzîk û çandê jiyanê ji nû ava dike. Şoreşa li Rojava hem bi berxwedan û têkoşînê hem jî bi çand û henerê berdewam e.

Heya niha ji bo lêkolînkirin û belgekirina kevneşopiyan, sazî nehatibûn avakirin. Cara yekem e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Navenda Lêkolîn û Parastina Kevneşopiyan a Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘Pargîn’ ku girêdayî Desteya Çand û Hunerê ye, tê avakirin. Têkildarî projeya bi navê Pargînê em bi yek ji damezrînerê projeyê wê Şêro Hindê re axivîn.

Pargîn çi ye?

Pargîn gotineke koçeran e û tê wateya ‘kolana li dora kon’ ango coka li dora konan e ku ji bo av nekeve nav konan. Der barê naskirina Pargînê de ka em guhê xwe bidin yek ji airînerê projeyê Şêro Hindê: “Ev cok kon diparêze. Me çima navê vê projeyê kir Pargîn? Berê herêma di navbera çiyayê Şingal û Dêrikê de her dem bûbû cihê koçerên ji çiyayê Herekol û yên ji Cûdî. Dema dihatin berî herin zozanan li germiyanê konê xwe vedidan û li dora konê xwe pargîn dikolan. Vêca dema salek pişt re dihatin bi saya wan cokên salek berê cihê xwe nas dikirin. Êdî dema ku sînor di navbera kurdan de hatin avakirin ji zozanan qut bûn. Fizîka wan guherî, bîranînên wan guherîn, çanda wan guherî. Yên ku careke din jî nikaribûn vegerin jî pargînên wan li vî alî mabûn. Xelkê germiyanê jî bi hêviya ku dê rojekê koçer vegerin heta demeke dirêj jî di şûna wan de pargînê wan paqij dikirin.”

Şêro Hindê

Pêkhateyan diparêze

Şêro Hindê der barê projeya Pargînê de axivî û diyar kir ku ev projeya parastin û komkirina kevneşopiyên li rojavayê Kurdistanê ye û wiha got: “Helbet em ê ne tenê kevneşopî, kelepor, folklora rojavayê Kurdistanê diparêzin, hemû kevneşopî û kelepora heyî ya gelên cuda, neteweyên cuda yên wek ereb, xiristiyan, aşûr, suryan, keldan, ermen, çerkez û hwd. biparêzin. Ji çîrokên van gelan heta dîrok, serpêhatî, destan deverên dîrokî, cil û berg, stranên dengbêjiyê, bûyer û mîtolojiyên civakî yên heyî dê giş di Pargînê de werin komkirin. Helbet gelek caran hatine komkirin lê heta niha berhem jê çênebûne. Ev sazî wê hem kom bike hem jî biparêze û bike berhem. Di pêşerojê de çi pirtûk bin, çi rojname bin, çi kovar bin û her wiha belgefilm û film, klîp û vîdeoyên cur bi cur, şanoyên muzîkal û dengbêjî dê di Pargînê de werin çêkirin.”

Çanda gundewariyê dixepêrin

Şêro Hindê di axaftina xwe de qala pêvajoya avakirina Pargînê kir û ev tişt anî ziman: “Ev proje li gundê bi navê Besta Sûs ê koçeran ê girêdayî Dêrikê, li herêma Cîzira rojavayê Kurdistanê ye. Me gund hilbijart ji ber ku bajar tije sazî bûne, tije navend bûne. Ew hunermendên ku li bajaran dijîn li bajaran tên guhdarîkirin. Lê li vir, yanî li gund, kes zêde hunermendên gund nas nake. Tenê ji gundiyan re distirînin. Di xwezaya xwe de çand û keleporê diparêzin. Ji bo vê yekê jî me saziya xwe li gel wan, li gund ava kir. Me malek ji kerpîçan çêkir ji boyaxa wê heta çandina dar û bexçeyên wê me bi destê xwe ava kir. Yanî me xwest li gund, di nav jiyana gund de, bi wan hestên zelal ên gundiyan re çanda wan bixepêr in û bi wî awayî komî ser hev du bikin.”

Çand li Pargînê tê kolandin

Di projeya Pargînê de Şêro Hindê li ser beşên dîtbarî, Mehmûd Berazî li ser beşên muzîkê, Îbrahîm Feqe li ser beşên keleporê disekine û her wiha gelek hunermend û xebatkarên din jî di nav de nêzî 30 kes di vê projeyê de dixebitin. Hindê têkildarî armanca projeyê ev tişt parve kir: “Armanca me ew e ku bîra gelê kurd, gelên herêmê, jiyana resen a hunerî ya pêşiyan derînin holê û bîrê geş bikin. Ji ber ku êdî bi salan e çanda resen a van civakan rastî êrîşan hatine û bi tunekirinê re rû bi rû mane. Tim bi resentiya çand û hunerê hatiye lîstin. Li ser vê axê çand li hevûdu hatine sorkirin. Ew ruhê hevbeşiyê ji holê rakirine. Em jî dixwazin vî ruhê hevbeşiyê, wekheviyê carek din derînin holê. Kelepora vê herêmê kevneşopiya vê herêmê ya dewlemend em dixwazin bi Pargînê bikolin û hunera ku ji gelan hatiye veşartin derînin.”

Lehengên çîrokên kurdî

Di axaftina xwe de Hindê bal kişand ser naveroka Pargînê û wateya wê ya ji bo kurdewariyê û da zanîn ku li hember jibîrkirina çand, kevneşopî û kelepora vî gelî, li hember hunera jirêzê ya ku niha belav dibe, hunera bêbingeh her diçe belav dibe û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin hemû aliyên vê keleporê ji bo gelê kurd bidin şîrovekirin, bidin nasîn. Hinekî ruhê nûjentiyê jî pêştir bikeve, bîr û baweriya gelê kurd, bi dîtbariyê derînin pêş û lehengên van çîrokan bi awayekî dîtbariyê pêşkêş bikin. Mînak dîtbariya dîmenên Derwêşê Evdî, Hesamê Axê, ya Zînê û Stî tune ye. Yanî lehengên stran û çîrok û serpêhatiyên kurdan bi awayekî dîtbarî heta niha nehatine çêkirin. Ne bûye film, ne bûye rêzefilm ne jî bûne vîdeo. Yên ereban, farisan, tirkan hene lê ya Xanê Lepzêrîn tune ye. Em ê hewl bidin ku van lehengan bi tablo, pirtûk û bi taybetî vîdeo, fotografên wan ên ku li gorî xeyal û lêkolînên hatine kirin em ê çêbikin û bikişînin. Bi vî awayî jî em ê çanda dîmenan a ku niha cîhan tev bi kar tîne, bi kar bînin.”

Berhevkirina stranên dengbêjiyê Şêro Hindê destnîşan kir ku her çiqas wan sazî li herêma koçeran ava kiribin jî di pêşerojê de dê li Beriya Mêrdînê û Kobanê û heger dema Efrînê rizgar bikin dê li van deran jî Pargînekê ava bikin û wiha domand: “Ev projeyek e ku çend sal in di destê me de bû. Em dixwazin Pargînê têxin wek enstîtuyeke ku şagirtan lê perwerde bikin ji bo ev çand û kelepor di pêşerojê de wenda nebe. Ji ber ku kelepor ne tenê straneke ji bo dengbêjiyê ye, kelepor pergala jiyana vî gelî nîşan dide, rabûn û rûniştina wan, di şer û aştiyê de, di xwestin û revandinê de, di talan û talanvegerandinê de, di cil û berg û xislûxalên ku jin xwe pê xweşik dikin de, alavên pez xwedîkirinê, çandiniyê, danûstandinên eşîran û baweriyên civakî ne, kelepor ji van bingehan pêk tê. Tenê hinek fêr dibin dibêjin em ê hinek stranan kom bikin û têxin klîp û dibêjin temam, na bi vî rengî nabe! Me pirtûkxaneyeke mezin li vê derê peyda kiriye. Me gelek cil û bergên herêman kom kirine, em dîlanên gelek herêman li vir wek perwerdeyê didin. Me koma dengbêja ava kiriye, koma me ji xort û qîzan pêk tê û kesên di dengbêjiyê de li pêş jî wan perwerde dikin. Beşên vê xebatê hene û berfireh in. Film hene, beşên ji bo zarokan hene.”

Ji bo kevneşopiya dîroka kurdan

Der barê çanda dengbêjiyê de Hindê bal kişand ser nêzîkatiya ciwanan a li hember dengbêjiyê û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku niha em dizanin hunermend û ciwanên me yên niha li kelepora xwe xwedî dernakevin û dengbêjan guhdarî nakin. Dengbêjî di hundirê xwe de gelek tiştên zanistî dihewîne. Di aliyê muzîkê û erdnigariya wî welatî de gelek tiştan ji me re dibêje. Kesên stranbêj gelekî zanyar e jî; çimkî hem ji muzîkê fêm dikir, hem şanoger bû, hem jî zana bû, haya wî/wê ji bûyeran hebû. Yanî haya wan ji nav û siya daran jî hebû. Behsa navên çiyayan, newalan, dar û deviyan dikirin. Navê kesan û eşîran didan. Çîrokbejan bi vî awayî zanyariya xwe nîşan didan. Ji ber vê yekê jî dengbêjî ji bo kevneşopiya dîroka kurdî tiştekî bingehîn e.”

Zarok û dengbêjî

Her wiha Şêro Hindê têkildarî girîngiya tevlîbûna zarokan a nav Pargînê, da zanîn ku armanc ew e çavê zarokan li çanda wan û kelepora wan vekin û wiha bi dawî kir: “Ji bo zarokan em li vir her hefte film didin nîşandan. Li gorî zarokan, bi meqamên sivik, me dengbêjî bi wan da hezkirin û niha zarok li ber destê dengbêjan çanda dengbêjiyê hîn dibin. Di demek şûn de hûn ê berhemên van zarokan bibînin. Hem dengê wan xweş e hem jî asta jiberkirina van bilind e. Em ê zarokên dengbêj kom bikin û dê zarok hînî stranan bikin û ji ber bikin. Em ê çavê wan ji hêla kevneşopî û dîrokê ve, vekin. Em dixwazin van zarokên xwe li ser bingeha hezkirina vî welatî, naskirina çîrok, serpêhatî, destan û dîroka wan bigihînin. Da ku bi kesayeteke dewlemend mezin bibin û kesayetiya wan ji civak û çanda xwe qut nebe.”