26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destnivîsên Melayê Bateyî li gund tên parastin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) berhemên alim û helbestvanê kurd Melayê Bateyî ev 300 sal in li gundê wî, gundê Batê tên parastin.

Melayê Bateyî yek ji pêşeng û danerê edebiyata klasîk a kurdî ye ku di gelek waran de nimûneyên ewil ên edebiyata kurdî  nivîsîne. Li gorî texmînên lêkolîneran Melayê Bateyî di navbera salên 1670-1750’yî de li gundê Batê yê girêdayî Bêşebaba (Elk) Şirnexê ji dayik bûye û li wir jiyaye. Her wiha tirbeya wî niha li gundê Batê ye û ji bo civakê xweyî cihekî taybet e. Melayê Bateyî di babetên civakî û olî de jî pêşengiya civaka xwe kiriye û heta dawiya temenê xwe jiyaneke kurdewar jiyaye.    

Li derdora 25 berhemên wî hene

Li gorî texmînan, tê gotin ku Melayê Bateyî di gelek babetan de berhem nivîsîne û bi giştî 25 heb berhemên wî hene. Lê belê çawa ku di mijara berhemdariya gelek alim û helbestvanên kurd ên mayîn de jî dixuyê, ji wan berheman gelek kêm berhem gihîştine roja me ya îro. Jî bilî berhemên wendayî yên Bateyî berhemên wî yên herî zêde tên zanîn Mewlûda Kurdî, Dîwan, Hemayîl, Keşkûl e.

Destnivîsên berheman pîroz in

Melayê Bateyî yekem helbestvan û alim e ku di nav edebiyata kurdî ya klasîk de mewlûdeke bi kurdî nivîsiye. Mewlûda di nav gelê kurd de herî meşhûr e mewlûda Bateyî ye. Di nav edebiyata gelek neteweyan de yek ji xezîneyên sereke jî destnivîsên berhemên helbestvan û aliman e. Li gundê Batê gelek destnivîsên Melayê Bateyî ji aliyê neviyên wî ve bi pêşk û baldariyeke hêjayî dîtinê ye, tên parastin. Gundî û melayê gund destnîşan dikin ku ew esehiya berheman ji nifşekê heta nifşekê hatiye ragihandin û niha ew wan destnivîsan di cihên taybet de diparêzin. Berhemên Melayê Bateyî ji bo şêniyên gund pîroz tên qebûlkirin û qîmeteke berbiçav ji bo berheman tê nişandan.

Mela Nûrî Guzel

Ji nasên Melayê Bateyî mela Nûrî Guzel der barê mijarê de wiha dibêje: “Em wek nevî û nasên wî tên nasîn. Bi sedan salan in dapîr û bapîrên me li vî gundî jiyane. Li gor agahiyên pêşiyên me, ev destnivîs aîdê mewlûda Mela Husênê Bateyî ne û wî bi destê xwe nivîsiye. Ji bilî mewlûdê çend berhemên wî yên din jî hene.” Nûrî diyar dike ku berhemên Melayê Bateyî ji bo wan pîroz in û wiha dibêje: “Berhemên Melayê Bateyî dîrokî ne, mîrasên wî ne ku ji me re wek emanet hiştine. Ji ber wê jî ji bo me gelek hêja ne.”