spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên Başûr bertek nîşan da

Di dema dawî de gelek endamên Tevgera Azadî, helbestvan, nivîskar, mamoste û aktivîstên civaka sivîl li sînorê parêzgeha Hewlêr û Dihokê hatin binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyar e. Ev binçavkirin û girtin di nav beşên cuda yên civakê de bûye sedema nerazîbûnan.

Li ser mijarê parlamenterê YNK’ê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Luqman Werdî nêrîna xwe vegot: “Di dema derbasbûyî de li Herêma Kurdistanê li gelek cihan xwepêşandan hatin lidarxistin. Bi taybetî jî li sînorê Duhok û Hewlêrê hejmarek ji çalakvan, rojnamevan û nivîskaran hatin girtin.”

‘Gelek çalakvan hatin girtin’

Werdî, da zanîn ku wek parlamenter bi hemû awayî van binçavkirinan şermezar dikin û wiha got: “Ev binçavkirin ji derve de bandorek neyênî li ser şêwazê hikûmdariya Herêma Kurdistanê çêdike. Li sînorê parêzgeha Hewlêrê bêyî ku welatî beşdarî xwepêşandan û çalakiyan bibin gelek çalakvan, helbestvan û nivîskar hatine binçavkirin. Ev kiryar bi salan e li Hewlêr û Duhokê dubare dibin û bi rastî jî kiryarên ne baş in.”

Ji dengên azad ditirsin

Parlamenterê Nifşê Nû li Parlamentoya Herêmê Sîpan Amêdî jî li ser heman mijarê axivî û destnîşan kir ku binçavkirina azadîxwazan, rojnamevanan û çalakvanan wê yekê nîşan dide ku desthilat bi rastî gelek lawaz e û tirsa wê ji dengên azad heye. Amêdî, da zanîn ku ji ber hikûmet dizane wê êdî gel li hemberî van binpêkirin û bêedaletiya heyî bêdeng nemîne û wiha axivî: “Wê rojek were kesên ku niha di girtîgehan de ne wê bibin sembola rûxîna vê desthilatê.”

Parlamenterê Serbixwe Mem Burhan Qanih jî li ser binçavkirinan got: “Hem wek parlamenter hem jî wek Komîsyona Rewşenbîrî ya Parlamentoya Kurdistanê me lêkolîn kiriye. Em li dijî binçavkirina rojnamevan, çalakvan û kesên li ser fikir û ramanên xwe yên siyasî hatine binçavkirin in. Em van binçavkirinan şermezar dikin. Daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku tevayî kesên hatine binçavkirin werin berdan.”

Dê rapor bê amadekirin

Li ser mijarê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Romeyo Hekarî jî da zanîn ji ber serdaneke wan a ji bo îdareya Germiyanê wan nekarî di dema xwe de serdana Behdînanê bikin û wiha domand: “Di demeke nêz de wek Komîsyona Mafê Mirovan em ê serdana Behdînanê bikin û ji nêzîk ve lêkolînê li ser rewşa binçavkiriyan bikin. Piştre jî em ê raporek li ser tevayî girtiyan amade bikin û wê raporê peşkêşî serokatiya parlamentoyê bikin û raya giştî jê agahdar bikin.” HEWLÊR