Rojnameya Heftane

Şerê kurdan ê navxweyî xwekuştina siyasî ye

Di 2’yê îlonê de serokomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana Iraqê kir. Macron bi berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê re civiya. Piştî wê bi du rojan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir. Barzanî bi Serokomarê tirk Erdogan û rayedarên din yên Tirkiyeyê re civiya. Balkêş bû ji bilî PDK’ê ti nûnerek hizbên din di şandeya serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê de nebû. Piştî hevdîtinan Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyek ji bo Dengê Amerîkayê de aşkera kir ku yek ji mijarên sereke yên civîna Barzanî û Erdogan PKK bû.

Têkildarî vê serdana Barzanî siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî nameyek tûnd û bi hêz a Macron a li dijî Tirkiyeyê gihand Erdogan. Macron di nameya xwe de diyar kiriye ku êdî ji niha û şûn de Tirkiye nikare dest dirêjî xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bike û siyaseta xwe ya dagirkirinê bi cih bîne.”

Pêncwênî qala hewildanên Fransayê yên ji bo sînordarkirina kiryarên dewleta tirk jî kir û wiha domand: “Fransa dixwaze Iraq û Herêma Kurdistanê têxe eniya li dijî Tirkiyeyê û kurd nebin hevkarên dewleta tirk. Ev enî li dijî sîstema desthilatdar a Tirkiyeyê ye. Ji bo wê jî rayedarên tirk zextan li ser serkirdeyên kurd dikin da ku xwe nedin aliyê Fransayê.”

Têkildarî hevdîtina Barzanî û Erdogan a li ser mijara PKK’ê jî Pêncwênî wiha axivî: “PDK di aliyê leşkerî û siyasî ve ne di rewşek wisa de ye ku bikare şerê PKK’ê bike. Her berpirsek kurd ji her aliyek serdana Tirkiyeyê kiribe. Tirkiyeyê daxwaz jê kiriye bi her awayek divê dijberiya PKK’ê bikin û li gel Tirkiyeyê alîkar bin.”

Her wiha Pêncwênî diyar kir ku dema şerê kurd û kurd rû bide, wê bibe xwekuştina siyasî. Wê zirar bide hemû  aliyên kurdî. Proseya siyasî ya li başûrê Kurdistanê heye wê nemîne.

Têkildarî hewildanên dewleta tirk ên ji bo dubendiyê têxe nav aliyên kurdî jî Pêncwênî got: “Dewleta tirk bi hemû derfetên siyasî, aborî û îstixbarî dixwaze hêzên kurd li aliyê xwe bihêle û neçin aliyekî din. Ji bon wê zextek zêde li ser aliyên Herêma Kurdistanê dike û nahêle hêzên kurd xwedî gotarek siyasî ya yekgirtî bin.” SILÊMANÎ