26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK sê car in daxwaza Dayikên Aştiyê red dike

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaza Dayikên Aştiyê yên li deriyê pêşxabûr a radestkirina cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ji bo cara sêyemîn, red kir.

Komek ji Dayikên Aştiyê ku ji 31 kesan pêk tê, li ber konê xwepêşandanê yê li deriyê Sêmalka yê bajarê Dêrikê kom bûn û xwestin cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatan bêne kirin. Lê PDK’ê daxwazên Dayikên Aştiyê red kir û nehişt ku peyama Dayikên Aştiyê ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re bê şandin. Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina redkirina peyamê ji aliyê PDK’ê ve, li ser pira di navbera başûrê Kurdistanê û Rojava de daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê anîn ziman ku heta cenazeyan bigirin dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Çalakiyên xwepêşandanê wê sibe bikeve meha sêyemîn. Cara sêyemîn e ku Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyan diçin deriyê Pêşxabûrê, lê PDK bersivê nadê.

Nobeda Edaletê 19 roj in didome

Berxwedana Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku divê bêne berdan û nayên berdan a li Baroya Amedê 19 rojin berdewam dike. Malbat ji bo ku girtiyên nexweş serbest bêne berdan di 16’ê mijdarê de dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Her roj rêveberên sazî û rêxistinekê malbatan ziyared dikin û piştgiriyê didin malbatan. Îro Hevşaredarê Karazê Kasim Pervane û Hevserokê Sûrê yê HDP’î Şerîf Kahraman serdana malbatan kir.

Bang li hikûmetê kir

Hevşaredarê Karazê yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin Kasim Pervane, bang li rayedaran kir ku dengê malbatan bibhîzin û erka xwe pêk bînin. Pervane, anî ziman ku biryarên DMME’ê li ber çavan nayên girtin û girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: “Em piştgiriyê didin çalakiya we û em we silav dikin. Çalakiya we rûmeta me ye.”

Dayika Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Tipa T a Hejmar 2 a Bandirmayê girtî Fevziye Kolakan jî anî ziman ku duh kurê wê li wê geriya ye û wiha got: “Kurê min xwest em çalakiya xwe berdewam bikin. Kurê min xwest ev zilm bi dawî bibe. Kurê min anî ziman ku zilma li ser wan zêde bûye. Em naxwazin zarokên me bêtir di bin vê zilmê de bijîn. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe.”

Havşaredarê Sûrê yê HDP’î Şerîf Kahraman jî çalakiya malbatan silav kir û wiha got: “Nobeda we rûmeta me ye. Heta daxwazên we pêk bên em ê têbikoşin.”