26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YE’yê hevdîtinên bi Tirkiyeyê re rawestand

Parlamentoya Ewropayê, rapora ku endamtiya temam a Tirkiyeyê ya bi Yekitiya Ewropayê re bi derengî xistibû erê kir.

Parlamenterê spanyol ê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor rapor nivîsîbû û pêşnûmayê biryarê bi rêjeyeke zêde ya rayan hat erêkirin. Di rapora ku hatiye erêkirin de, di mijarên mafên bingehîn, demokrasî, serweriya hiqûqê, mafên mirovan de rexneyên tund li Tirkiyeyê hatine kirin. Hat destnîşankirin ku Parlamantoya Ewropayê ji salên borî zêdetir rexne li Tirkiyeyê kiriye.

Mercên daxwazkirî pêk nayên

Parlamentoya Ewropayê bang kiribû ku hevdîtinên bi Tirkiyeyê bên bidawîkirin. Lê belê di pêvajoya dawî de Konseya Ewropayê pêwendiyên xwe yên bi Enqereyê re nû û berfireh kiribû û daxwaz kiribû ku pêvajo veguhere ser rewşeke erênî.

Di raporê de xalên ku derketin pêş ev in:

* Tirkiyeyê xwe ji nirx û standardên YE’yê dûr xist û ev jî bû sedem ku pêwendî rastî rewşeke neyînî bên. Ji ber vê yekê wekî şertekî divê her du alî pêwendiyên xwe durist bikin.

* Bêdiliya Tirkiyeyê ya di mijara reforman de li pêş pêwendiyên xurt û berfirehtir bûye astengî û pêwendî bi piranî ji ser geşedanên rojane û serdemî pêk tên û di çarçoveyîeke bazarkirinê.

* Paşketina di sê waran de bûne sedemê fikarên mezin. Paşketina di babeta serweriya hiqûqî û mafên bingehîn de, reformên sazûmanî yên berovajî pêk tên û polîtîkaya şerûdane ya derveyî û li beramberî YE’yê dijberiyeke aşkera dibin sedemê van fikaran. Li ser van xalên destnîşankirî em bang li Tirkiyeyê dikin ku bila li hemberî vîzyona YE’yê jidil tev bigere.

Wezareta Tirkiyeyê jî YE’yê sûcdar dike

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyê de bal kişand ser raporê. Wezaretê bi tu awayî biryar û pêşniyazên raporê qebûl nekir û diyar kir ku ev nêrînên bêbingeh û yekalî ne. Her wiha wezaretê li beramberî tawanbarkirinên konseyê jî diyar kir ku li Tirkiyeyê bi tu awayî binpêkirina mafan tune ye û jixwe ji serî de konsey di mijara beşdariya Tirkiyeyê ya YE’yê de germ nebûye.