Yekşem, Hezîran 13, 2021

‘Qey ez ne jin im?’

Sozdar Koçer

“[…] Qey ez ne jin im? Mêr dibêje, dema jin li erebeya hespan siwar bibin, dema cihokê derbas bikin divê alîkariya wan bê kirin û li her deverî divê cihê herî xweş para wan be. Kesî alîkariya min nekiriye, ku ez li erebeyekê siwar an jî cihokekê derbas bibim an jî cihê herî xweş dabe min. Ma qey ez ne jin im? Bala xwe bidine min! Bala xwe bidin destên min! Min cot kir, çand û çinî û tu mêrek ji min re negot divê çi were kirin! Ma qey ez ne jin im? Ez dikaribûm wek zilamekî kar bikim û xwarinê bixwim – gava ku têra me didane me – û ez dikaribûm qamçiyan jî rakim. Qey ez ne jin im? Min 13 zarok anîn dinê û min dît çawa piraniya wan ji bo koletiyê hatin firotin û gava ez li ser wan digiriyam, kesî dengê min nedibir xwe ji bilî Îsa! Qey ez ne jin im? […]”

Ev qismek ji axaftina şoreşgera azadiyê Sojourner Truth a kole ye, ya ku di nav tevgerên jinan de deng veda û heta roja me ya îro bi berdewamî bandora xwe li perspektîvên femînîzman dike. Truthê vê axaftina xwe di sala 1851’an de li kongreya mafê jinan a li Akrona Ohio yê kir û bi vê pirsa ‘Qey ez ne jin im?’ rê li ber nîqaşên ji dema xwe pêşdetir vekir û nakokiya mafê jinan a wê heyamê derxist holê. Sojourner Truthê bi tecrubeyên xwe yên jiyanî, dijberkirin û nedîtina wê wek jinek reş li Amerîkayê parve kir. Wê bi vê axaftinê ne bi tenê nijadperstî û bindestiya çînan di nav tevgerên jinan de rexne kir, her wiha tunebûna mafê hilbijartinê ji ber sedema hiyerarşiya zayendî ya di civakê de jî. Jinên reş hem ji civaka serdest a mezin û hem jî ji civaka reş bi zayendperestî û dijberkirinê re rûbirû diman. Truthê balê dikşand ser rewşa jinên reş ku tecrûbeyên wan ji tecrûbeyên zilamên reş û yên jinên spî cûdatir e. Wê rexne dikir ku ji bo jinek wek wê, cih di feminîzma jinên spî yên rojava û di çîna navîn de tune ye. Li gor arşîvên hêyî wisa tê xuya ku yekem car Truthê rexneya ku rojeva tevgera jinan ne bi tenê li ser mafê jinan ê hilbijartinê be, lewra divê pirsgirêka çîn, zayendperestî û nijadperestiyê jî bigre hundirê xwe.

Piştî vê rexneyê û tecrûbeyên civakê, gelek jinên reş di tevgera feminîzma reş de bi teorîya ‘critical race’ -rexneya nijadê, li ser femînizma civaka mezin a spî lêhûrbûnên xwe pêş xistin. Zahfê wan em dinasin wek Audre Lorde, Angela Davis, Bell Hooks, Patricia Hill Collins û yên dîtir. Piştî 150 sal xebat, lêhûrbûn û têkoşîn ev şêwaza dijberkirina pir car a ku di konferansa mafê jinan de bûbû mijar hate binavkirin. ‘Intersectionality’. Hevoka ‘intersectionality’ cara yekem ji aliyê parêzera amerîkî Kimberle Crenshaw ve di sala 1989’an de hate bikaranîn, da ku bi vê hevokê nîqaşên feminîzmê bi yên nijadperestiyê ve girê bide. Mirov dikare bibêje ku tecrûbeyên jinên reş û lezbiyenan bingeha vê mijarê bûn, ji ber ku ew di feminîzma spî, jinên heteroseksuel ên çîna navîn de nedihatin temsîlkirin.

Wateya ‘intersectionality’ çi ye?

Di nîqaşên niha yên feminîzmê de ‘intersectional’ piranî wek perspektîvek erênî û bi kêrhatî hatiye belav kirin. Ka em bala xwe bidinê ev perspektîv tê çi wateyê? Perspektîva ‘Intersectionality’ ji hevoka inglîzî ‘intersection’ tê û tê wateya xaçerê ango cihê ku gelek rê di ser hev re derbas dibin. Crenshaw vê têgihê ji bo her xaçerêyê ango têkiliya dijberkirinên civakî û pêwendî ya desthilatdariyê bi kar dianî. Dema em vê têgihê di şexsê Audre Lordeyê de bînin ziman dê wisa be – Lorde jineke reşî lezbiyen bû û astengiyên wê yên fizikî hebûn. Dema ev jin bihata dijber ango marjinalkirin, gelo em dikarin bi zelalî bibêjin ji ber kîjan kategoriyê hatiye dijberkirin? Dibe ku ji ber nijadê be (reş)? Ji ber zayenda civakî (gender)? Zayenda biyolojîk (seks)? An jî ji ber ku miroveke bi asteng e? Em li gorî lêhûrbûnên tevgerên feminîzma spiyan binêrin, em ê teqez bibêjin ev jin bi tenê ji ber kategoriyekê hatiye dijberkirin ew jî yan ji ber zayendê yan jî ji ber nijada xwe ye.

Ji Truthê bigre heta Crenshaw û hevalbendên wan vê lêhûrbûnê kêm û bi pirsgirêk dibînin. Ew dibêjin ku mirovek dikare ji ber gelek kategoriyan ku di heman demê de pêk tên, bê dijberkirin. Ev kategorî tev bi hev re honandî ne û nikarin ji hev qut û îzole bên şîrovekirin.
Interseksiyonelî paradîgmayek e ku xwe dispêre analîza newekhevî û pêwendî ya desthilatdariya di civakê de. Li vê derê desthilatdarîya civakê bi kategorîyên zayenda civakî (gender), zayenda biyolojîk (seks), neteweyî, nijadî, gel, nifş, olî, hawirdora civakî, astengiyên taybet hwd. tê destnîşankirin.

Di şûna ku yek dido kategorî li hev bên zêdekirin an jî her yek ji hev cûda bê dîtin, ev konsept diyar dike ku kategorî tev bi hev ve honandî ne û geh hev beramber xurt-qels dikin geh jî hev diguherînin. Di vê derê de giranî li ser newekheviya civakê ye ku di heman demê de hev bandor dike.

Ev paradîgma tê çi wateyê?

Di roja me ya îro de em li her deverên cîhanê dibînin çawa jin – çawa mirov dibin qurbaniyên kategoriyên civaka serwer. Heta niha tevgerên jinan ên civaka serwer çi li Amerîkayê, çi li Kurdistanê, çi li Ewropayê û çi li deverên din bin, kategoriyên heyî ji hev cûda û wek pirsgirêkek xwerû digrin dest. Ev jî qet nebûye bersiv ji dijberkirin û tundiya ku ji aliyê civak û dewletê ve tên kirin. Em vê mijarê bînin ser rastiya xwe wek kurd – jineke kurd li metropolên Tirkiyeyê ne bi tenê ji ber zayenda xwe, her wiha di heman demê de ji ber nijad, ol û çîna xwe jî tê dijberkirin. Ev kategorî nikarin ji hev cûda bên kirin. Lewra ev konsept pêşniyar dike ku divê em di analîza newekheviyê de bi gelemperî li rewş/mijarê binêrin û hişyar tevbigerin. Rastiya me wek mirov di analîzkirina newekheviyê de divê ne qiyas be. Da ku rê li ber perspektîva gelemperî û hesasiyeta rewşên dîtir pêkan be.