Rojnameya Heftane

Perwerdeya malê bingeha mirov e

Ez dixwazim li ser perwerdeyê rêzenivîsekê binivîsim. Ev rêzenivîs dê bi hevdu ve ne girêdayî bin lê di heman demê de hevdu temam bikin û wek domahîka hevdu bin. Her yek dê xaleke perwerdeya zanistî, wekhevî, neteweyî û demokratîk destnîşan bike; kêmasî û şaşiyên perwerdeya kevnare, teokratîk, paşvemayî û derzanistî jî rexne bike.

Ez dê bi perwerdeya malê dest bi rêzenivîsa xwe bikim; ji ber ku perwerdeya malê di jiyana zarokan de gava pêşîn û ya herî girîng û mayînde ye. Bi gotineke din mal di jiyana zarok de dibistana yekem e, dêûbav jî mamosteyên yekem û duyem in. Zarok li malê bi du rê û metodên cuda têdigîhêje; dest bi hînbûn û perwerdeyê dike. Rê û metoda yekem ev e ku ew bixwe, bi serê xwe derdora xwe dibîne, dibîhîse û têdigêhe. Ji vê rewşê re otohînbûn û otoperwerde tê gotin. Zarok bi çavên serê xwe wêne û dengên her kes û tiştên derdora xwe di hişê xwe de qeyd dike. Rê û metoda duyem jî zarok ji aliyê dê, bav û kesên malê ve tê fêrkirin û perwerdekirin. Zarok her ku mezin dibe zanîn û têgihîştina wî/wê jî dilop bi dilop zêde û kom dibin. Ew xwarin, vexwarin, rabûn, rûniştin, tevger, deng, lîstik, şahî, xemgînî, aramî û bêaramî, serûberî û bêserûberiyan dibîne û hîs dike. Wek tûtiyê deng û gotinan ji ber dike û di mejiyê xwe de qeyd dike. Roj bi roj gencîneya zanîn û bêjeyên zarok  bêtir û xurtir dibin. Têkiliyên dê û bavî, xwişk û bira û endamên malbatê dişopîne û di bin bandora wan de dimîne. Piştre her ku mezin dibe derdora wî berfireh dibe. Herweha ji derî kesên malbatê heval û cîran jî li ser jiyan û kesayetiya zarok tesîr dikin.

Dê û bav li gor zanîn û baweriya xwe dest bi şîret û perwerdeyê dikin. Dixwazin zaroka wan jî ji aliyê zanîn, exlaq, bawerî û karakter ve wek wan be.

Çîrokên ku dê û bav an kal û pîr ji zarok re dibêjin an dixwînin di mejiyê zarok de zîl didin. Heta ku zarok bijî wan çîrokan ji bîr nakin.

Herweha niha di vê serdema me de înternet, telefon û televîzyon jî li wan alevên zanîn û perwerdeyê hatine zêdekirin. Divê dê û bav di vê mijarê de li zaroka xwe miqayet bin.

Zarok heta destpêka dibistanê li gorî rewşa malê ya olî, polîtîk, çandî gelek tiştan bi awayekî eşkera an veşarî hîn dibe. Di nav demê de tevna karakterê zarok dirust dibe û forma xwe digire. Ji derî hin îstîsnayan zarok êdî heta dawiya jiyana xwe li ser bingeha perwerdeya malbatî dijî. Dema mirov baş bala xwe bidê, dibîne ku zarokên malbatên pêşverû, aştîxwaz, demokrat li ser şopa malbata xwe û yên kevneparêz, toreperest û oldar jî li ser perwerde û şopa malbata xwe şîn dibin û dimeşin. Zarokên malbatên misilman, dibin misilman, yên xiristiyan, dibin xiristiyan, yên cihû, dibin cihû, yên êzidî, dibin êzidî, yên bûdîst, dibin bûdîst… Dema mezin dibin, ji dibistana seretayî heta zanîngehê dixwînin, dîrok û felsefeya olan hîn dibin, dîsa jî piraniya wan li ser ol, bawerî û exlaqê malbata xwe dimînin. Perwerdeya malbatî hewqas girîng û bi bandor e ku heta mirinê rola xwe dilîze û diparêze. Zarok wek hevîr e, mirov çawa bistire weha forma xwe digire. Li gorî pedagogan zaroka ku li malê heta 10-12 salan karakterê bigire, piştre êdî zû bi zû nahên guhertin.

Di nivîsa bê de, ez dê li ser rol û girîngiya xwendina bideng rawestim.