spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêhûrbûnek li ser pirtûka ‘Bêyî Pêjna Te’

Mem Mîrxan

“Bêyî Pêjna Te” li serxet û binxetê lêgerîna azadiyê ye. Mirov ji kîjan kaniyê avê vexwe giyayê ber wê kaniyê ye. Ev serê 5 mehan e bi taybetî li ser helbesta kurdî mijûl dibim. Piştî xwendinên dûr û dirêj gihîştim vê encamê: Li bakur helbesta kurdî jî weke siya zimanê li ber asîmîlasyonê melûl e. Helbesta bakur tevî pêşketinên weşan, weşanxane û xwendevanan ji rê û rêçên “kurmanciya reş” dûr e lê Rizoyê Xerzî hem ji kaniyên bin xetê hem jî ji kaniyên serxetê av vexwariye. Peyv û ristên hûnandî sînorên mayînkirî derbas dikin û kirasên azadiyê yê gulgulî li xwe dikin.

“Ey azadî ma ne bes e were

Di xewnan de têlên sînoran ne asteg in

Tenê were

Ê ne min got bila xewn be jî ez qayîlim

Ey azadî”

Ev qîrîna ji dil rûpel bi rûpel li pirtûka Bêyî Pêjna Te belav bûye.

“Bêyî te jiyan xewnereşkek bisaw e

Ziyayekî mar e

Xwe li gewriya mirov dibêçe”

Rastî jî ew e, jiyana bêazadî ziyayekî mar e û  xwe li gewriya mirov dipêçe.

“Bêyî te

Karwanê jiyanê bêxwedî dimîne

Dê weledê xwe davêje

Zeriyên me zêmarên şînê li ser bûkên dest bi hine dixwînin

Bav darbestên kuran

Li ser milê xwe datînin

Xwazgîniyên te li hêviya hîrîna hespê te dimînin”

Di helbesta bakur de di salên dawî de bi pêşengiya hinek helbestvanan,  cûreyeke “helbesta tu kes tiştekî jê fêm nake, lê xweş e” bi pêş ket. Rizo neketiye wê dafikê. Helbesta wî famdar û herikbar e. Wendabûna hîrîna hespan a piştî 2000’î ya di helbesta bakur de rijîbûnek bêax, bêçand, bêerdnîgarî afirandiye. Rizo li ser pişta hespê azadiyê gav bi gav azadiyê û êşên bindestiyê dişopîne.

Bêyî te

Xweza wêran e

Dengê şalûl û bilbilan ewtîn û reyan e

Heyva çardeşevî melûl û bêxwedan e

Bêyî te

Cîhan mîna gundekî binê beriyê

Bê dar û kanî ye…

Rizo hemû mijarên miletê me pêve girêdayî di vê meşa li pey “Azadiyê” de kirine mijara helbesta xwe. Bi zarokekî koçber re li kêleka çadirekê, şîna dê û bavê li bin dara zeytûnê windakirî digire.

“Hestê zarokekî koçber im

Yê dê û bav

Siya dara zeytûnê winda kiriye

Li kêleka çadirekê

Di bin tîrêjên tava dijwar de

Di bîranînan de dijîm”

Rizo bi “simbilên şewitî yên axa Rojavaya talankirî re dilê me dikizirîne”  bi “laşên şewitî yên Jêrzemênên Cizîra Botanê” re giyanê bêçaretiya me dişewitîne û  bi “penaberên noqî deryayan bûne” re me weke termekî li peravên deryayan dixîne.

Pirtûka “BEYÎ PÊJNA TE” ya Rizoyê Xerzî hem bi berg hem bi rûpelsazî hem xêzên hundirîn ên şêwekar Luqman Ehmed, hem jî bi naveroka xwe wê di edebiyata kurdî de mayînde be.

Bêyî Pêjna Te, Weşanxaneya Belkî, 2020