26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pêwîstiya gelê kurd bi ruhê Kobanê heye’

PDK çend meh in bi alîkariya Tirkiyeyê ji Zînê Wertê heta Garê dixwaze dorpêç bike. Di çarçoveya vê dorpêçê de, hefteyek berê li Çemanka herêma Garê, hêzên Zerevan ên girêdayî serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xwestin li dijî kampên gerîlayên PKK’ê operasyon pêk bînin. Gerîlayên PKK’ê jî ji bo pêş li hêzên Zerevan bigirin du mayîn teqendin. Hat ragihandin ku ji ber teqînê pêşmergeyek jiyana xwe ji dest daye û du pêşmerge jî birîndar bûne.

Her wiha çend roj berî teqînê endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûrad Karayilan bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kiribû ku ew dorpêça herêmên hêzên wan lê qebûl nakin û xwestibû pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin.

Piştî vê bangawaziyê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li ser malpera PDK’ê ya fermî bersivek nivîskî da û bi tu awayî behsa diyalogê nekir. Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Piştî êrîşên DAIŞ’ê, pêşmergeyên qerehmran ên Kurdistanê berê xwe dan eniyên şer ên terorîstan piraniya ew herêmên sînor vala kirin. Mixabin ji wê demê ve li şûna ku piştgiriya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK’ê van herêmên sînorî û paşê hinek herêmên din jî dagir kirin û xwe wek alternatîfa Hikûmeta Herêmê ferz kir. Ev yek pêşî li wê girt ku xelk mal û gundên xwe ava bikin. Dema welatî xwestin serdana herêmên xwe bikin jî bac ji wan girtin. Bêguman ev refterane nayên qebûlkirin. Helwesta niştimanperwerane û welatperwerane bi pratîkî tê kirin, ne bi gotin û daxuyaniyan.”

Gel, partî û saziyên kurdan bertek nîşan dan wê daxuyaniyê dan û ew rexne kirin. Li gel hemû nerazîbûn û bertekan hêzên çekdar ên PDK’ê hêzeke xwe ya çekdar li herêmeke navbera navçeya Ranya û Rewanduzê bi cih kir û dest bi avakirina baregehên leşkerî kirin.

Têkildarê vê mijarê em bi parlamenterê Tevgera Goran ê berê Dr. Şêrko Mihemed Emîn Qadir re axivîn. Qadir got ku çawa ji bo Kobanê hemû kurd bûn yek, hewce ye niha jî wisa tevbigerin.

‘Parlamento lawaz e’

Qadir ê di parlamentoya Başûr de 5 sal parlementerî kiriye, bal kişand ser helwesta parlementoya Başûr û wiha got: “Aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi taybetî ew partî û derdorên siyasî yên di hikûmeta Başûr de beşdarên PDK, Goran û YNK’ê ne, hem helwesta wan lawaz e, hem jî li hemberî binpêkirinên li ser sînor bi hikûmetê re xwedî helwestekê nîn in. Nêzîkatiya PDK’ê ew e ku xwe di ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dibîne. Helwesta wê ya giştî ya li hemberî beşên din ên Kurdistanê jî gelek qels e.”

Rola Mam Celal

Qadir daxuyaniya Mesûd Barzanî jî rexne kir û diyar kir ku hewce ye Mesûd Barzanî bi rola Mam Celal rabûya û  wiha domand: “Bi taybetî jî axaftina Mesûd Barzanî ya têkildarî geşedanên li herêmê helwesta şer e. Di wê axaftinê de diyar e ku Barzanî alîgirê şer e. Arîşeyên heyî bi rêya diyalog û aştiyê çareser bibin. Heke Barzanî bi rastî jî xwedî mebestek bûya, diviya bû hinek li rabûrdiyê binihêrta û bi rola Mam Celal ku ruhê wî şad be rabûbûya. Li berevajî vê helwestê tevdigere.”

‘Xewnên dagirkeran pêk neynin’

Di axaftina xwe de Qadir bal kişand ser planên dagirkeran ên li ser çar perçeyên Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Hewce ye Barzanî planên dagirkeran -bi taybetî jî planên Tirkiyeyê – û xewnên dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê bibine û bangawaziya şer neke û aliyê diyalogê bi pêş bixe. Li dijî vê aloziyê her çi derdorên civakî, siyasî, rêxistin û her jî çi rewşenbîr, çapemenî raya giştî ya gel heke xwedî helwest bin dikarin rê li ber vî şerî bigirin.”

Ruhê Kobanê

Parlamenterê berê Qadir, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekbûna hêzên siyasî yên di 2014’an de ji bo Kobanê hatibûn gel hev û wiha got: “Heke Kobanê di sala 2014’an de bûbe sembola têkoşîn û yekitiya kurdan, ev bi saya wê bû ku hemû hêzên siyasî yek bûn û pêşmerge û gerîla bi hev re şer kirin û DAIŞ’ê têk birin. Lewre piştrast bû ku ew wêneyê li Kobanê derket holê, sembola yekitiyê ye û wî wêneyî nîşanî hemû cîhanê da bê ka doza siyasî ya kurdan çiqas rewa ye. Bi wî wêneyî re doza kurdan li cîhanê belav bû, piştgirî jê re hat dayîn. Lewre jî ew wêne û ruhê neteweyî yê Kobanê girîng e.”