27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî astengkirinê Heyeta Aştiyê dest bi greva birçîbûnê kir

Tirkiye ji 23’yê nîsanê ve êrişî ser deverên Metîna, Zap û Avaşînê dike. Şerên dijwar di navbera HPG’ê û leşkerên tirk diqewime. Piştî provokasyonên PDK’ê bertekên siyasetmedar, hunermend û rewşenbîran zêdetir bû.

Heyeta Aştiyê ya dixwest ji bo li dijî şer derkeve ji Balafirgeha Dusseldorfê ya Almanyayê biçe Hewlêra Herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê polîsên alman ve hat astengkirin. Polîsan 27 kes kirin binçavan û piştre der heqê 17 kesan de biryara qedexeya derketine derveyî welat dayîn.
Rayedarên alman ji Heyeta Aştiyê re ragihandiye ku ger destûra derketine derveyî sînor bidin dê têkiliya navbera Almanya û Tirkiyeyê xirab bibe û ji ber wê destur nadin.
Li balafirgeha Hewlêrê axaftinên bi tirkî û almanî
Di heman saetan de parlamenterê Die llnke (Partiya Çepgir) Hakan Taş jî li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin. Hakan Taş destnîşan kir ku nêzî 15-16 saetan hatiye sekinandin, şîdeta psikolojîk li wî hatiye kirin û kesên ku bi almanî û tirkî diaxivîn, pirs ji wî kirine. Hakan Taş piştî hatiye berdan, dîsa hatiye şopandin, lewma derbasî bajarekî derveyî Hewlêrê bûye.
5 kes ketin grevê
Piştî astengkirina heyetê hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk, Alîcan Yildiri, Cemal Demîr, Rabîa Baldemîr û Mutlu Tatar dest bi greva birçîbûnê kirin.