26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qatil û ew yek in

Ew ango hêz û desthilatiyên faşîst li gorî xwe dizanin, welatparêz çi ye û kî ye lê welatparêz wan baş nas dikin gelo! Ger desthilatiyeke partiyekê weke terorîst nîşan bide tu yê baş bizanibî ku hêzên di bin kontrola wan da ne, kuştina kesên ji wê partiyê weke tekoşîna li dijî terorê bi nav bike.

Ger zagonên wanên derewîn nehêle, ew ê nesekinin, ew ê karên xwe der-zagon bikin. Mantiq wiha dipeyîve. Niha hemû kurdên HDP’î (li Bakur bi tenê teqabilî 10 milyon mirov dike) di hedefa artêş û polês û hezên paramîlîter ên dewleta tirk de ne.

Ev wek gotinek retorîk na, wek tespîtek mantiqê û xetereyek di asta herî jor de divê bê famkirin. Ger desthilatiyek şerxwaz û faşîst û mafya be (ên dewleta tirk niha wiha ye) ji ber xwe ve dibe dijminên tevgerên aşîtîxwaz, welatparêz û civak î. Di navbera dijminan da bi tenê hiquqa şer heye. Ti hêz mahkema dijminê xwe nas nake. Ji xwe mahkeme jî li hember tevgerên civakî weke amûra şer dixebite. Ji ber wê hêvî dê ti car ji mehkemayên desthilatiyên faşîst tune be.

Wek mînak; ka çi encam derket ji mehkema Ş. Hamdulla Oge, çi encam derket ji mehkema Ş. Kadir Bagdu. Tiştek derneket. Ger mahkeme ev be ew ê ji ya Ş. Deniz Poyrazê jî dernekeve.  Mehkema wan a wan e. Çawa di navbera fezleke û îdianmeyê da ferq tune bo wan, ferqa hakim û polês û savcî û qatil jî ji hev tune. Heya rengê desthilatîyê wek ku ev 100 sal in faşîst û kurdkujer be mehkema wan jî ew ê wiha be. Ya din. Ma pêkan e ku dijminên hev hevdû biparêzin.. Helbet na.

Divê hêviya tevgerên civakî û aşîtîxwazî ji polês û hêzên desthilatiyên faşîst tune be. Dema ji kujer re bibêjin “abicim” (kekê min)  kes divê şaş nemîne, divê tu baş bizanî ew ên hev in.  Qatil û ew yek in. Ger rewş û zemîna siyasî ev be divê  tedbîr bên girtin. Mirov gazina ji dostên xwe, ji hêzên xwe, ji malbata xwe dike. Mirov gazinan ji dijminê xwe nake!  Wê caxê divê mirov gazina xwe ji vê desthilatiya faşîst jî neke. Ew dixwazin bikûjin lê em dibêjin hûn çima naparêzin. Ew ê neparêzin. Ew ê êrîş bikin. Ev yek zelal e.

Ev êrîş ne provakasyon e. Encama provakasyonên salan ku bi gotinên xwe HDP dikirin hedef. Kesên ku gotin HDP teror e, bila vê bûyerê şermezar nekin. Kesên gotin HDP teror e, ew qatilên Denîz in. Madem HDP wek tu dibêjî teror e tu çima vê erîşê şermezar dikî û dibêjî hedef Tirkiye bû. Tu mirovan tahrîk bikî da ku tevlîhevî derkeve, şer derkeve. Kuştina ciwanên kurd ne provakasyon e, sedema raperîn û şer e. Bila kes nebêje  ev erîşek li ser Tirkiyeyê ye. Na ev erîş bi hevkariya gelek partiyên Tirkîyeyê û hêzên tarî  di şexsê Denîz Poyrazê li HDP’ê hat kirin.

Ji tekçûna 7’ê hezîranê heya 1’ê mijdarê êrîş kirin, kuştin, girtin û bi vî awayî desthilatiya xwe dirêj kirin. Berdewam kirin. Ceribandin û li gorî xwe encam girtin. Ma çima cardin dubare nekin. Civakek wiha ava kirine ku ji birçîna bimrin jî dema erîşî kurdan dikin heya destên wan biteqe çepikan lê dixin. Ma ew ê ku digot “ kurdî ne li gorî pedagojî ye”  xema wî pedagojî bû, elbet çavên wî li çepikên faşîstan bû. Niha jî wiha ye. Ev dewlet xwe bi kuştin û bişaftina kurdan zexim kiriye û ev bûye metoda sereke ya vê dewletê.

Peşeng û rewşenbîr û partiyên kurdan divê bi yek dengî vê ya bi civaka kurdan bidin famkirin.  Kurdistan mêtîngehî ye. Hêzên vê deshtilatiya faşîst li Kurdistanê ne rewa ne û li dijî kurdan e. Kurdên ku ji vê rewşa mêtîngehiyê jî aciz in û li ber xwe didin di hedefa mêtîngeran da ne. Heya bakurê Kurdistanê jî statuyek siyasî bi dest nexe ew ê ev rewş berdewam be.

Erê, divê tedbîr bên girtin… Tekoşîna azadiya welat bê xweparastin ne mimkun e. Tedbîrên heyî divê bên şidandin. Li ser meseleyê ketin û derketina ji avahiyên HDP’ê divê di bin kontrola ewlehiyên HDP’ê be. Ewlekarî û teçhîzatên ewlehiyê çi bin demildest divê li ber her avahiya HDP’ê bin. Weke alarma sor pê ketibe divê hassas bin. Kesên nenas dema bikevin avahiyê divê bi awayekî hûrgilî bên kontrolkirin. Rêveberiya HDP avahiyên xwe  divê ji dorpêçkirina polîs û hêzên paramîlîter ku xwe wek malbatan nîşan didin bi awayekî xelas bike. Bi taybet li metropolan her kurdek welatparêz divê tedbîrên xwe yên şexsî jî bigirin.

Ji bo bîranîna Denîz Poyraz qet nebe divê ev bên kirin. Denîz Poyraz a ku xebatkara gelê xwe bû. Orta rojê, 17’ê Hezîrana 2021’an ji aliyê hêzên paramiliter ên vê desthilatiyê ve hat qetilkirin. Ew ê neyê jibîrkirin.