26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya hevpar têkildarî operasyona Tirkiyeyê hişyarî da

Şandeya hevpar ku ji parlementerên Parlemontoya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê pêk dihat têkildarî operasyona dersînor a dewleta tirk raporek amade kir û şandeyê got ku Tirkiye dixwaze kiryarên ku Sûriyeyê pêk aniye li Iraqê dûbare bike.
Şandeyeke hevpar ku ji Parlementoya Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk dihat, têkildarî birîn û firotina daran, valakirina gundan û mirina 5 hêzên taybet ên PDK’ê di navbera 8 û 9’ê Hezîranê de serdana Amêdiyê, Dêrelok, Şeraniş, Şêladiz û çend deverên din ên Dihokê kiribûn. Şandeya hevpar têkildarî seredana xwe raporek amade kir. Şandeya rapora ku amade kir pêşkêşî hikûmeta Bexda û Parlementoya Iraqê kir.
Li gorî nûçeyaRojnewsê endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Kati Rikabî, diyar kir ku pêkanînên Tirkiyeyê yên li herêmê wergirtine dest û wiha got: “Me raporek derbarê êriş, talankirin û birîna daran de radestî hikûmet û parlamentoyê kiriye. Dewleta tirk dixwaze kiryarên xwe yên li Suriyeyê, li Iraqê jî dûbare bike.”