27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rawestgeha stasyona şiyariyê

Bila baran bibare. Zivistan hukmê xwe saz bike berf û qeşa bireqisin li ser serê me. Em kurd bin, bimirin. Li Serêkaniyê, li binê kaniyê, li ser darên zeytûnan bimirin. Kurdno! Mirin çi xweş e. Bila baran satila xwe ji ava emrê me tije bike, berf bi canê me ji xwe re aşûtan çêbike, qijikên reş ên vê zivistana reş, bi porê me ji xwe re hêlînan çêkin û em bimirin, hêdî hêdî, lez bi lez. Li ber derî, li jêr xetê, li paytext û piştextê. Kurdîtiya mirindar çi xweş e! Bila berf bibare, asîman kûrahiya xwe bi nasnameyên şehîdan dagire, destên qederê dîsa çarenûsek bextewar binûsin bo kurdîtiyê. Bila kurdîtî dîn bibe li ser sifreya guran, bibe mayînek… Her tişt teqîn e êdî.

Serhildêriya bi hezaran salan çi domdirêj e! Kuştiyên serhildêr çiqas zehf û çiqas bi kêf in! Li jêr xetê, li jor xetê, berî Qesra Şîrîn, piştî Keyakîsar li gel Bedirxan, Besê û Zarîfeyan. Bi Zîlan û Arînan. Mirin gelek li te hatiye ey kurdîtiya wekî baskek şikestî tenêmayî.

Em çarenûsê li ser kaxizên zemînên zer binivîsînin û bi avê re berdin. Bila av wê bibe, gamasî wê bixwin. Em ê bi bêçarenûsiyê ji xwe re keştiyek çêkin. Na, ya Nûh nîn e. Na Tîtanîk jî nîn e. Keştiyek ku rêwiyên wê tev bi azadiyê dîn bûne û bi dînbûnê jî bûne aqilmend. Keştiyek ku her kesê lê kaptan e.

Geogres Perecê ku Nazîzmê wî ji zaroktiyê ve bê dê û bav hiştiye dibêje: “Xemsarî ziman betal dike, îşaretan bêwate dihêle.” (Uyuyan adam, Metîs) Ziman li ku betal dibe, bernavên (kodên) wî yên ku di hişê me de hatine kolandin behsa çi dikin? Mesela ku em dibêjin “kurd” çi tê bîra me, çend rêzeparagraf didin dû hev? Dema ku “dinya” tê gotin “mala me” tê bîra me yan mala xelkê ya ji bo me dojeh, koçberî û xerîbî ye? Kê akorda vî mêjiyê nîvtarî û nîvronî wiha saz kiriye? Feodal, koledar û mijokdarên ku di dil û hinavên hebûna me de bi rûpoşên “şoreşger, muxalif û welatperwer” direqisin; me ber bi ku ve dibin?

Bisekine, ey çerxa ku di bin her navî de dizivire û me ber bi dubareya dubareyan ve direvîne! Em gihîştin stasyona şiyariyê, rê qediya, rêwî êdî nameşe bi korkanî.

Ku xemsarî betalkirina ziman be çend cureyên wê hene? Zimanê ku timî wek xencereke zengarî eynî tiştî dibêje jî ne cureyek xemsariyê ye? Xwe bêqusûr û baştirîn, tim û tim baştirîn dîtin jî ne tewreyek ‘xemsariyê’ ye ku zimanê li devê me dike koremarek û pê jehriyê dibarîne. Ma gelo hevokên “kurd çar parçe ne, kurd nabin yek, kurd sed parçe ne… Kongreya neteweyî pêwîst e.” û hwd. hwd. êdî ziman, dil û guhên we jî bi jehra dubareyê naêşîne? Heyra rast e; kongreya neteweyî lazim e, xwedî wate û girîngiyek dîrokî ye! Lê dê heta kengê ev hevok bên dubarekirin? Ma dubarekirina gotina “dubarekirin” a di vê nivîsê de jî ne encama jehra wî koremarî ye li dev û hişê me daye? Tam li vir nalenala Nûrî Dêrsimî tê guhên min: “Destên xwe bide ser vê birînê/nikarim bigirim pêşiya vê lehiya xwînê…” Ev jehrî, ev lehiya xwînê dê me bifetisîne ey Kurdistan! Êdî hewceyî mijokdar, kolonyalîst, kedxwar û dagirkeran nake! Kurmên darê wisa mezin bûne ku hût jî li ber wan ne hût in. Lê em gihîştin rawestgeh-stasyona (çima bê ‘stasyon’ ji min re kêmwate tê) şiyariyê. Xweliya xwe birijîne welato bi ser serê her tiştî de. Li defa hewarê bixe bi lêdana dilê me yê hezarsale. Şiyarî şoreş e, şoreş şiyarî ye. Çav li serê me bûne tas lê ne ji şaşwazî û tirsê, ji şiyariyê! Palet û postalên kolonyalîstan (çima îro bi taybetî ‘kolonyalîst’ ne mijokdar, mêtinger û gelek reşenavên din?) hukmên xwe yên li ser giyana te û giyana me, bedena te û bedena me wenda kirine. Êdî xew li me heram e êdî xeflet û sergêjî nîn e. Ji şiyariya me û te re merheba ey stasyona şiyariya dijwartirîn, li kavilên “vê dinyalikê!”