26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêbaza bêîradekirina jinan; sinetkirin

Sinetkirina jinan bêyî ku pêwîstî bi mudexaleya tibbî hebe, beşek an jî bi temamî girtina vajînayê ye. Armanc bi temamî bêhestkirina jinan û kontrolkirina bedena wan e

Sinetkirina jinan, tevî ku li dehan welatan hatiye qedexekirin, hîn jî gefê li milyonan zarok û jinên ciwan dixwe.

Ev ‘kevneşopiya’ ku tê payîn 2 hezar û 500 sal berê li Misirê destpê kiriye, başûrê Kurdistanê jî di nav de hîn li gelek welatên Afrîka, Asya û Rojhilata Navîn dewam dike. Sinet her sal herî kêm li ser 3 milyon keçan gef e. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) 200 milyon jin, zarokên keç hatine sinetkirin û hîn bi milyonan zarokên keç bi sinetkirinê re rûbirû ne.

Sinetkirin ku hewldanek ji bo ‘kontrolkirina zayendî ya jinê’ ye, bi giranî di nav civakên ku sinetkirina jinan tê kirin de wek nîşaneyeke namûsê tê dîtin.

Xerakirina genîtal

Sinetkirina jinan ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên tenduristî yên cîhanê û gelek dewletan ve wek xerakirina genîtal tê binavkirin, her sal dibe sedema mirina gelek jin û zarokên keç.

Sinetkirina jinan bêyî ku pêwistî bi mudexeleya tibbî hebe, beşek an jî bi temamî girtina vajînayê ye. Armanc bi temamî bêhestkirina jinan û kontrolkirina bedena jinan e.

Lê tişta herî bi êş, ev rîtuela teslîmgirtina bedena jinan ku ji ber hişmendiya mêran pêk tê, bi destê jinan tê kirin. Herî zêde ji bo domandina vî tiştî jin li ber xwe didin. Yanî jin ji aliyê mêrê desthilatdar ve bi destê jinê tê xistin.

Her sal hejmar zêde dibe

Yemen, başûrê Kurdistanê û Misir jî di nav de, li welatên Rojhilata Navîn û 30 welatên li Afrîkayê bi giranî keç beriya 15 saliya xwe tên sinetkirin. Tê texmînkirin ku rêjeya jinên li Misirê û Maliyê hatine sinetkirin li derdora ji sedî 90 e. Li Somalî, Erître, Sûdan, Gîne, Sîerra Leone û Cîbûtî jî rêjeya jinên tên sinetkirin zêde ye.

Li cîhanê ji bo rawestandina sineta jinan 6’ê sibatê wek Li dijî Sinetkirina Jinan Roja Toleransa Sifir a Navneteweyî tê qebûlkirin. Armanca vê rojê li cîhanê bi taybetî di nav civakên ku jin tên sinetkirin de avakirina hestiyariyê ye. Lê tevî vê yekê jî her sal di sinetkirina jinan de zêdebûnek heye.

Herî dawî hefteyek berê WHO’yê têkildarî mijarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku her sal hejmara sinetkirina jinan zêde dibe.

Bi cezayan pêşî lê nayê girtin

Tenê ne welatên Afrîkayê, Asya û Rojhilata Navîn li welatên Ewropayê jî tevî cezayên giran û pereyan bi hezaran jin û zarokên keç hatin sinetkirin û gefa li wan tê xwarin.

Ev yek jî nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka herêmekê ye an jî parzemînekê ye, ev pirsgirêk ya hemû cîhanê ye. Heta ne tenê ya jinan e jî. Ji bo rakirina vê rîtuelê ku wek çandek tê qebûlkirin, armanc di şexsê jinan de xistina hemû civakê ye. Ji ber vê jî divê mêr û jin bi hev re têbikoşin.

Lê tabî beriya her tiştî divê hemû jinên cîhanê ji kîjan statuyê dibe bila bibe, li dijî her cure tundiya ku li ser jinan tê kirin, bibin yek û têbikoşin. Civak encax dikarin bi vî awayî ji pergalên serdestan rizgar bibin û li xwe vegerin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê