26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Furûxa tenha

“We în menem

zerî tenha

der astaneyî felî serd

derîptîdayî derki hestî alûdeyî zemîn

weyesî sadewu xemnakî asîman

we natewaniyî în desthayî sîmanî

(ez im

jinek tenha

li ber deriyê demsala sar

ku hewl dide hebûna ku tev li erdê bûye fêm bike

û neçariya asîman a sade û xembar

û bêhêziya van destên ji çîmentoyê)

Van risteyên Furûx Feruhzadeyê, wekî tevî riste û hevokên wê pêldarî û tofanên deryaya hebûnê tînin bîra mirov. Lê ruhek, jinek, mirovek, çemek karibûye wiha ji ber tevî mirov û gerdûnê ve jî tofanan bijî?

Ev jina çeleng a ku pir kêm li vê gerdûnê maye wisa kûr jiyaye ku derya hê jî bi bagerên ruhê wê pêlpêlî dibin û firtoneyên xwe têr dikin. Jixwe tenhatiya wê agirê gur e, qet venamire. Lew di nava malbatê de jî di welatê xwe û cîhanê de jî tenha ye ew, tenê û bê dost û destek. Loma jî wekî xwekuştinê dijî, bi dil û bîrek xwekuj dijî. An jî najî, nikare bijî ji ber astengiyên dewlet û civaka nêrza.

Kodam qûle kodam owc

meger tenamiyî în rahayî pêçapêç

der an dehanî serdî mehende

be noqteyê telaqiyu payan nemî nesend?

(Kîjan diyar kîjan bendav e

hemî van rêyên ku xwe li hev dipêçin

nagihîjin hev di wî devê sar û mijok de

li xala gihîştinê?)

Tevî ku bi lezgînî jî hewl didim wergerînim/zimezima giyan û baskên wê tê me newisa? Li Îrana ku hê jî kujerê jin, ciwan, kal, pîr û gelan e, Furûx û helbestên xwe hem li ber xwe didin, hem jî her roj bi sêdar û gulebaranan tên kuştin. Ew ‘jina tenha’ hê jî tenha ye lê nasekine. Her tîpek helbestên wê dibe çîrokek, her çîrok êdî rastî ye, wekî salek nexişandî li dor stûyê tevî ‘tenhayan’ e.

Men razî felsihana mî danem

we hergî lehzeha ra mî guhrem”

(Ez sira-raza demsalan dizanim

û gotina lehzeyan-kêliyan fêm dikim)

Helbet tu fêm dikî Furûx, helbesta me ya bêdawî! An na te yê wiha nexwenda di dilê her demsalê de. Asîmanê ku tu behs dikî, demsalên ku tu bi ‘raza wan’ dizanî hê jî didomin. Wekî birûskên şevek tarî li bin guhên hev diqelibin. Lê tu dengê xwe yê ‘tenha’ nabirî û her dixwînî.

“Şibiha, hemçûn enbûhî ezadaran

lehzeyî barîden ra guwî muntezîrend”

(Ewr, wek qefleya şîniyan

li benda wexta barînê ne)

Rast e, ewr hê jî tijî ne bi baranê, hê li ser serê me, diltije û çavreş. Lê em ê qet huzûr û meydanê ji kujerên te re nehêlin û ewrên te yên reş ji ser serê wan kêm nekin. Tu bixwîne her hebe, wiha ‘tenha’ li gel me be!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê