26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser tedbîrên koronayê digire

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ku vîrûsa koronayê li herêmê belav nebe gelek tedbîr girtin. Her wiha rêveberiyê xwest ku gel tevahî rêbaz û tedbîrên xwe parastina ji vîrûsê pêk bîne.

Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser di civîneke çapemeniyê de ragihand ku 4 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bivîrûsa koronayê ketine lê der barê pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê de, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi biryarekê gelek tedbîr girtine.

Biryarên bi jimareya 85 wiha ne:

1-Tevahî deriyên sînor di 24.07.2020’an de bi awayekî giştî tên girtin.

2- Çi kesên ku ji 24.07.2020’an şûn de derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibe, dê 14 rojan bikeve karantînayê.

3- Qedexe ye ku cenaze bi sedema pandemiya vîrûsa koronayê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

4- Kombûn, şahî, zemawend û konên sersaxiyê ji bo parastina tenduristiya giştî, qedexe ne.

5- Nimêjên komî li cihên olî (perestgehan) ji bo parastina tenduristiya giştî heta demeke ne diyar qedexe ne.

6- Karê xwaringehan tenê ji bo xwestekên derve ye.

7- Ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin ku li gorî tedbîran tevbigere.

8- Ji saziyên têkildarê deriyên sînor, tê xwestin ku tedbîrên tenduristiyê yên tund bigirin. (kes, kel û pel)

9- Dema vê biryarê ji dema derketinê heta 15 rojan e.