26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa Afganistanê û 2 peyamên girîng

Serkeftina tevgera Talîbanê li Afganistanê bi xwe re 2 peyamên girîng da hemû cîhanê. Peyama yekemîn ew bû ku hevaltiya heta hetayê tune ye, lê berjewendiyên demdirêj hene. Piştî ku DYA’yê 20 salan bi tirilyonê dolaran li artêşa Afganistanê xerç kir û bi her awayî di şerê li dijî tevgera Talîbanê de alîkariya wê kir, di nava çend rojan de ev rewş ji sedî sed hate guhertin.

Bi vekişandina leşkerên DYA û hêzên din ên koalisyonê re tevgera Talîbanê dikarîbû di nava çend rojan de artêşa welatê xwe têk bibe û serweriya xwe li ser hemû axa welat ferz bike.

Her çiqasî ku vekişîna leşkerên biyanî ji Afganistanê di encama li hevkirin û peymanek bi Talîbanê re pêk hatibe jî, di encamê de wekî serkeftina tevgereke neteweyî li dijî hêzeke biyanî ya dagirker tê hesibandin.

Lewre tenê bi alîkariya hêzekê ew kar naçe serî û heke daxwaz û vîna leşkerên afganî ya şer tune be tu hêz nikare li şûna wan şer bike û armancên wan pêk bîne. Peyama yekemîn wekî di destpêkê de hate destnîşankirin dost û hevalên daimî tune ne û divê mirov ‘serê xwe bi destê xwe bixurîne’ û pişta xwe bide hêza xwe ya cewherî.

Peyama duyemîn jî her çendî rê û rêbaz û fikir û ramana tevgera Talîbanê ne wekî tevgereke rizgariya neteweyî be jî bi serkeftina wê ya li Afganistanê metirsî xistiye dilê gelek hêzên dagirker . Metirsî ew e ku hêzeke çekdar dikaribû 20 salan li hemberî yek ji hêzên herî sereke ên cîhanê şer bike û dawiya dawî jî di  vî şerî de karîbû serkeftî derkeve.  Ev jî metirsiyê dixe dilê dewletên ku axa xelkê dagir kirine. Di dilê xwe de dibêjin ‘Gelo rojekê wê tevgereke rizgariya neteweyî me jî wiha têk bibe’.

Niha hemû welat û hêzên ku Amerîka alîkarî û piştgiriya wan dike bi fikar in. Niha Israîl ji vê rewşê gelekî bi fikar e.  Ji ber ku serkeftina hêzekê wekî Talîbanê dibe ku tevgera Hemasê ya Filistînê gelekî bi hêztir bike. Dibe ku tevgera Talîbanê destekek mezin bide Hemasê û dibe ku Hemasê wê ji xwe re bike wekî mînak. Dibe ku DYA’ya bê sînor piştgiriyê dide Israîlê rojekê ji rojan dest ji wê piştgiriyê berde.

Ne tenê ji bo Israîlê ji bo gelek aliyên din jî wiha ye. Metirsî ji herdu aliyan ve heye. Ji bo welatên dostên DYA’yê metirsiya ku dibe rojekê DYA’yê dest ji piştgiriya wan berde heye.  Ji aliyekî din ve  metirsî heye ku serkeftina Talîbanê bibe  mînakek ji bo tevgerên din ên çekdar û tevgerên rizgariya netewî.