26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 14 – Tewang çi ye?

Îro jî em ê behsa hin qayîdeyên xweserî rêzimana kurmancî bikin. Ev qayîde rêzimana kurmancî ji rêzimanên ziman û zaravayên din cuda dikin. Tewang jî yek ji van qayîdeyan e.

Tewang babeteke rêzimana kurmancî ye. Tewanga kurdî niha di zaravayê kurmancî û kirmanckî/dimilkî de heye. Lê di zaravayê soranî û hewramî de ev qayîde bi demê re ji holê rabûye.

Bi rêya tewangê rêzimana kurmancî ji gelek rêzimanên zimanên din vediqete. Ango tewang ferq û taybetiyeke rêzimana kurmancî ye.

Cara ewil Celadet Alî Bedirxan di kovara Hawarê de behsa tewangê dike û xal û xetên wê destnîşan dike.

Celadet Alî Bedirxan dibêje: “Zimanê kurdî zimanekî tewangbar e. Yanî bêjeyên wî di dema axaftinê de wekî xwe namînin û li gorî cihê ku di axaftinê de cih digirin û wezîfeya ku digirin ser xwe têne tewandin û hin parkît bi wan ve dizeliqin an jî hin tîpên wan bi tîpên din diguherin.”

Gelo Celadet Alî Bedirxan dixwaze bi vê yekê çi bibêje?

Me di dersa xwe ya veqetandekan de gotibû ku em bi rêya veqetandekan mêjer û zayenda peyvan diyar dikin. Heman tişt di tewangê de jî heye. Lê roleke tewangê ya dîtir jî heye: Em bi tewanga kurmancî di hevokan de kirde û bireserê ji hev derdixin. Lê ev qayîde tenê ji bo hevokên ku bi lêkerên gerguhêz hatine sazkirin derbasdar e.

Gerguhêzî û negerguhêzî rewşeke lêkeran e. Lêker bi vî awayî dibin du beş.

Lêkerên gerguhêz, bireserekê di xwe de dihewînin. Ango dema mirov pirsa “çi” û “kê” ji lêkeran bike û heke mirov bersiva ji wan yekê bigire ew çax mirov di hevokê de bireserekê bi dest dixe. Em mînakekê bidin: ‘Min pirtûk xwend’. Di vê hevokê de lêkera me “xwendin” e. De îja em pirsên xwe jê pirs bikin. Min çi xwend? Bersiv ev e: Min pirtûk xwend. Di vir de “pirtûk” dibe biresera me.

Lêkerên negerguhêz jî bê bireser in. Ango dema em pirsa “çi” û “kê”yê li lêkerê dikin mirov tu bersivî wernagire. Ser meselê, em bibêjin: Ez çûm. Em bipirsin. Ez çi çûm? Bersiv tune ye. Aha ev jî dibin lêkerên negerguhêz.

Niha em dîsa vegerin ser pênaseya xwe ya ji bo tewangê.

Me gotibû tewang di hevokên ku bi lêkerên gerguhêz hatine sazkirin de kirde û bireserê ji hev derdixe û her wiha zayend û mêjera peyvan diyar dike. Ne wisa?

Gelo ev rewş çawa çêdibe?

Di kurmancî de tewang jî li gorî diyarbûn û nediyarbûnê hatiye senifandin. Tewangên diyariyê û tewangên nediyariyê hene. Sê heb qertafên tewangên diyariyê yên bingehîn hene:

“î” ji bo navdêr, cînavk û veqetandekên nêr tê bikaranîn.

“ê” ji bo navdêr, cînavk û veqetandekên mê tê bikaranîn.

Û “an” ji bo navdêr, cînavk û veqetandekên pirjimar tê bikaranîn.

Qayîdeya tewanga kurmancî ev e: Dema em hevokên bi lêkerên gerguhêz di dema niha û dema bê de saz bikin divê kirde xwerû be û biresera me jî tewandî be. Lê di demên borî de awayekî berovajî derdikeve holê. Dema em hevokên bi lêkerên gerguhêz di demên borî de saz bikin ew çax kirde ditewe û bireserxwerû dimîne.

Niha em bi mînakekê vê zelal bikin.

Em ji bo dema niha hevokeke hêsan saz bikin:

  • Ez pirtûkê dixwînim.

(Binihêrin di vê hevokê de kirdeya me, ango cînavka me “Ezxwerû ye û biresera me “pirtûk” jî tewandî ye. Ji ber ku zayenda pirtûkê ye qertafa tewangê ya mê hatiye bi peyva pirtûkê ve zeliqiye. Ez, cinavk e. Pirtûk bireser e. Xwendin jî lêkera me ya gerguhêz e.

Em heman hevokê ji bo dema bê saz bikin:

  • Ez dê pirtûkê bixwînim.

(Di vê hevoka me de jî dîsa kirdeya me xwerû ye û biresera me jî tewandî ye. Hevok heman hevok e, mantiq heman mantiq e me tenê qertaf û teşeya dema bê li hevokê zêde kir.)

De îja em heman hevokê dema borî de saz bikin. Em ê bibêjin:

  • Min pirtûk xwend.

(We dît hevoka me çawa guherî û kirasekî çawa li xwe kir?)

(Di vê hevoka dema borî de jî êdî kirde ditewe û vê carê bireser xwerû dimîne. Kirdeya me cînavka “ez” ê tewiya û bû “min”. Biresera me “pirtûkê” jî veguherî ser halê xwe yê xwerû û qertafa tewangê ji ser ket.)

Em qayîdeya xwe cardin li vir bi lêv bikin. Tewang ev e: Em di hevokên ku bi lêkerên gerguhêz hatine sazkirin de kirde û bireserê bi rêya tewangê ji hev derdixin. Di hevokên gerguhêz yên dema niha û bê de kirde xwerû ye û bireser tewandî ye. Lê belê di hevokên gerguhêz yên dema borî de kirde tewandî ye û bireser xwerû ye.

De em bi hev re çend mînakên din jî bidin da ku em mijara xwe zelaltir bikin. Em ê mînakên xwe pêşiyê li gorî dema niha û dema bê saz bikin û dû re em ê heman mînakê li gorî dema borî soz bikin.

Mînakên me ev in:

  • Ez te dibînim. (dema niha)
  • Ez dê te bibînim. (dema bê)
  • Min tu dîtî (dema borî)

(Ka em li van mînakên xwe binihêrin û balê bikişînin ser hin hûrgiliyên din. Binihêrin di dema niha û dema bê de lêkera “dîtin”ê li gorî kirdeyê, ango li gorî cînavka ez ê qertafan girtiye ser xwe. Ew qertafa “-im”ê ku cînavka kesandinê ye û bi cînavka ez ê re tê bikaranîn. Jixwe me di beşa cînavkan de behsa vê mijarê kiribû. Lê belê di dema borî de rewşeke berovajî derketiye holê. Di dema borî de lêkera me vê carê ne li gorî kirdeyê li gorî bireserê hatiye kişandin. Qertafa “i” ya ku bi lêkera “dît”ê ve zeliqiye bi cînavka “tu”yê re tê bikaranîn û “tu” jî di vê hevoka me de bireser e.)

Em mînakeke din bidin:

  • Berfîn çîrokan dibêje. (dema niha)
  • Berfîn dê çîrokan bibêje.(dema bê)
  • Berfînê çîrok gotin.(dema borî)

(Dema em li her du hevokên dema niha û dema bê dinihêrin em dibînin ku kirde xwerû ye û bireser jî tewandî ye. Ango navdêra Berfînê tu qertaf wernegirtiye ser xwe lê belê peyva “çîrok” qertafa tewanga pirjimariyê girtiye ser xwe. Di hevoka ku li gorî dema borî hatiye sazkirin de jî kirde tewandî ye û biresera me jî xwerû ye. Ango vê carê Berfînê qertaf wergirtiye lê çîrok xwerû maye.

Baş e. Bira bala we li ser be di hevoka dema borî de lêker êdî li gorî bireserê qertafan digire ser xwe. Ji ber ku Berfînê ne tenê çîrokek lê gelek çîrok gotine em lêkera xwe pirjimar dikin. Heke Berfînê çîrokek tenê gotibaya me yê jî hevoka xwe wiha saz bikira:

  • Berfînê çîrok got.

Em mînakeke din bidin:

  • Azad firaqan dişo.
  • Azad dê firaqan bişo.
  • Azadî firaq şûştin.

(Binihêrin di hevokên dema niha û bê de kirde xwerû ye û bireser jî tewandî ye. Lê di hevoka dema borî de kirde ditewe û bireser xwerû dimîne. Ji ber ku zayenda Azad nêr e qertafa tewanga nêr û yekjimar hatiye ser.)

Belê hevalno niha em behsa xaleke girîng bikin. Binihêrin di hevokên me de tenê kirde û bireser naguherin. Rayeka lêkeran jî li gorî sazkirinê diguhere. Mesela di mînaka me ya “Berfîn çîrokan dibêje” di dema borî de vediguhere û wiha saz dibe: “Berfînê çîrok gotin”. Di vir de ji bilî kirde û û biresera me lêkera me jî diguhere. Lêker ji ser koka dema niha vedigere ser koka dema borî. Ev jî tewanga me ya di lêkeran de ye.