26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 9 – Hoker 2

Hokerên Cih û Bergehê Ev cure hoker jî cih û bergehên ku bûyer lê qewimîne destnîşan dikin. Heke cihê kar destnîşan bike ew dibe hokera cih, lê heke berê kar destnîşa bike ew dibe hokera bergehê. Em ê bi rêya mînakan çêtir fehm bikin.

Ev mînakên me ji bo hokerên cihî ne:

– Ez li pêşiya malê benda te me. (li ku? Li pêşiya malê)

– Ev der cihê hevdîtina evîndaran e.

– Em ê bi hev re vegerin Kurdistana xwe.

– Em çûne serê zeviyê. – Dilê te warê minminîkan e.

Ev mînakên me jî ji bo hokerên bergehê ne:

– Rojbîn ber bi malê ve dimeşe.

– Çem ber bi başûr ve diherike.

– Ronî ji jor tê xwarê.

– Gayê me ne yê hevrazan e.

– Dema em li jêrê bûn ba dihat.

– Şikir ji nav ciyan derket.

– Hinda mala te kulîlk vebûne.

Hokerên Demê Ev hoker dema pêkhatina kar û bûyeran destnîşan dikin. Bi rêya van hokeran em dizanin ka kar an jî bûyer kengî qewimiye. Hinek hokerên demê ev in: şeva din, pêr, cardin,axir, paşê, dereng, piçek, sibe, dusibe, sêsibe, çarsibe, pêncsibe…pêr, pêrar, betir pêrar, roja din, tavilê, demildest, di cîde, tu caran, danê sibê, danê esrê, danê êvarê, derbekî din, nîvro, îro, îsal, îşev, îcar, gaveke din, geh –geh, havîn, payîz, zivistan, bihar, alinc, hema, nû, nîvê şevê, ji nişkê ve, bi roj, şeveqê, berbangê, tim û tim, berê, zemanekî ,exlebî…

Em mînakên xwe bidin: – Berfa Sîpanê havînê jî nahele.

– Şeva din min tu dîtî.

– Pêrar ez çûm gund.

– Îsal konsera Ciwan Haco dê li Amedê çêbibe.

– Argeş dê nîvro bê vir.

– Biharan em derdikevin zozanan.

Hokerên Pirsiyariyê

Ev cure hoker pirsên der barî dem, mêjer, sedem û çawaniyê ve ji lêkeran dikin. Yanî rewşa lêkerê li gorî van xalan tê diyarkirin. Ev hoker pirsê ji hokereke din dikin û bersiv bi xwe jî hoker e dîsa. Hinek hokerên pirsiyariyê ev in: Çawa, çima, çito, çi tewrî, çira, çi, kengî, çi wext, wekî çi, bi ku de, ji ku, ku derê, çiqas, çi qeder, çend, gelo…

Em bi çend mînakan vê mijarê zelal bikin:

– Rûken kengî çû?

– Hoşeng çima nayê?

– Rewşen çawa diajo?

– Hebûn li ku ye?

– Te çiqas xwar?

– Wê çend heb kirrî?

Hokerên Çendaniyê Bi rêya hokerên çendaniyê em mêjer, mîqdar û radeya karê ku pêk hatiye tê destnîşankirin. Çend heb hokerên kurmancî ev in: pir, pirtir, devîdevî, gelek, hebek, hinde, hin, hinek, kêm, têr, nîvenîv,piçek, seranser, hindik, tebayek, tenê, mişe, zahf, zêde, herî kêm, kêm û zêde…

Em çend mînakan jî ji bo hokerên çendaniyê bidin:

– Tu îro gelekî westiyayî.

– Ez pir dixwim.

– Zêde bifikire, kêm biaxive, baş bike.

– Daristan nîvenîv şewitî.

– Ew ji germê zahf aciz dibe.