26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja Zimanê Dayikê pîroz be!

21’ê Sibatê di sala 1999’an de ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî; saziya perwerdehî, çand û Zanistê (UNESCO) ve wekî roja Zimanê Dayikê Ya Cîhanê hat îlankirin.

Ev 21 sal in ev roj li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin. Sal 2020, sedsala 21’emîn e. Mirovahî piştî dem û serdemên dijwar, niha jî di dem û heyama pêşketinê de ye.

Êdî binpêkirina maf û azadiyan li welatên pêşketî wekî şermeke mezin tê dîtin. Lê belê ziman, ji ber ku ji bo gel û neteweyan mafê bingehîn e û tê wateya nasnameya gel û neteweyan, zext û qedexeyên li ser zimanê gelan, di heman demê de tê wateya înkar û tune hesibandina gelan jî.

Li hemû welatên hemdem pişaftina li ser ziman wekî sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin. Jixwe serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî, ji bo karkerên tirk ên ku li Almanyayê dixebitin dewleta Almanya rexne kiribû û gotibû: “Divê li welatê almanyayê mafê perwerdehiya bi zimanê tirkî ji bo welatiyên tirk ên ku wekî karker li almanyayê dixebitin were dayîn. Heke  ev maf neyê dayîn, dewleta Almanya sûcê li dijî mirovahiyê dike.”

Dema mirov li Tirkiyeyê dinêre, mirov matmayî dimîne. Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê ev 97 sal in gelê kurd ê ku dibêjin em birayên hev in û me vî welatî bi hev re ji dagirkeriyê rizgar kiriye dinêre, dirûtî heye. Hem dibêjin em bireyên hev in û hem jî li ser gelê kurd û zarokên kurd heta dawiyê polîtikayên pişaftinê, înkar û tune hesibandinê dimeşînin. Bi van gotinan baş tê dîtin ku hemû gotinên Erdogan derew û ji bo xapandina gelê kurd û hemû gelên cîhanê ne.

Niha jî li aliyekî operasyonên qirkirina siyasî û eskerî bênavber dimeşînin, li aliyek dibêjin demokrasî maf û azadî, ji aliyek ve jî li hemberî hemû maf û azadî, nirx û rûmetan bêrêziyê dikin û mafê zimanê dayîkê ku mafê herî bingehîn, xwezayî, însanî û gerdûnî ye, dibêjin bila tu kes daxwaz û hêviya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji me neke.

Gelo çima ji bo  çend hezar karkerên tirk ên li Almanyayê dibêjin pişaftin (asîmîlasyon) sûcê li dijî mirovahiyê ye, çima ji bo 30 milyon gelê kurd ê ku li vî welatî dijî pişaftinê rewa dibînin. Ev dirûtî ye, rûreşî ye, minafiqî ye. Ne kêm, ne zêde. Çawa ku gelê tirk li vî welatî hemû maf û azadiyan bêsinor bikar tîne, bikaranîna van maf û azadiyan mafê herî rewa û xwezayî yê gelê kurd e jî. Wekî mafê xwe yê bingehîn gelê kurd jî heman mafan dixwaze.  Ev mafekî bingehîn û gerdûnî yê gelê kurd e.

Gelê kurd bi siyasetên xapînok ên wekî TRT 6, li zanîngehan qaşo beşên kurdolojiyê û dersên hilbijarî naxape. Heke em birayê hev in, biratî nişaneya wekheviyê ye. Divê hemû gelên vî welatî xwediyên maf û azadiyên wekhev bin. Yan xwîşk û biratiyeke rastîn û bi rûmet, an jî têkoşîneke bi hişmet. Wekî hemû gelan, ji bo gelê kurd jî ziman Nasname ye, kesayet e, nîşana statuya siyasî û nasnameya azad e. Çand û ziman ji bo hemû gel û neteweyan nirx rûmetên bingehîn in. Heke ev nirx û rûmetên bingehîn jî, ji gelê kurd re zêde werin dîtin, gelê kurd vê biratiya dirû û derewîn naxwaze, qebûl nake û heta ku van maf û azadî, nirx û rûmetên xwe bidest bixe, dê têkoşîna xwe ya mafdar bi biryardarî bidomîne. Bi van hest û ramanan 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cihanê li gelê kurd û kurdistanî û li hemû gelên cîhanê pîroz be.