26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojekê Ozkan bê nan û av hiştine

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ku li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye di 16 hezîranê de ji bo rapora heyetê werbigire rakiribûn nexweşxaneya Xarpêtê. Lê belê bijîşkê norolojiyê yê li Xarbetê diyar kiribû ku nexweşxaneya berpirs ya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ye cardin Ozkan sewqî Amedê kiribû. Her wiha hat hîn bûn ku di şeva heman rojê de Ozkan hatibû vegerandin û wê rojê qet xwarin nedane Ozkan.

Sewq ji bo wan bûye keyfî

Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan Aslihan Bulut ê ku endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê  ye diyar kir ku wan fehm nekiriye ka çima Ozkan sewqî beşa norolojiyê kirine, rayedaran jî bersiva vê yekê nedane wan û ev yek anîn ziman: “Wan Ozkan sewqî beşa norolojiya Xarpêtê kirine. Lê belê nexweşxaneya Xarpêtê gotiye ku nexweşxane û bijîşkên berpirsiyar yên Amed û nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ne û Ozkan cardin sewqî Amedê kirine. Ozkan dê hefteya bê sewqî beşa norolojiyê ya Amedê bikin û em hêvî dikin ku piştî vê dê rapora heyetê derkeve.”

‘Mi digot qey bavê min dê bimire’

Bulut diyar kir ku wan Ozkan bi wesayîta rîngê birine û wiha pê de çû: “Me digot qey dê bi ambulansê bibin, ji ber ku lez û bez birin me daxwazeke wiha nekir. Heta Ozkan birine û anîne xwarin nedane wî. Wekî sedem jî destnîşan kirine ku girtîgehê qomanye nedaye wan. Di şert û mercên asayî de diviya qomanyeya fîravîn û şîvê jî bidana Ozkan. Em ê ji bo vê yekê serî li serdozgeriya komarê bixin. Jixwe rewşa Ozkan ji ber nexweşiyê ne baş e. Min bi kurê Ozkan Ahmed re xeber da wî got ku ‘dema bavê mim ji nexweşxaneyê anîne ji birçîbûna û ji westandinê rewşa wî nebaş bû. Mi digot qey bavê min dê bimire.’

Rapora heyî nayê qebûlkirin

Parêzer Bulut di berdawa axaftina xwe de diyar kir ku di sala 2015’an de nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê raporeke bi rêjeya ji sedî 87 dane Ozkan. Li gel raporê jî Saziya Bijîşkiya Edlî (ATK) diyar kir ku Ozkan dikare di girtîgehê de bimîne û Bulut ev yek parve kirin: “ATK’ê diyar kir ne bêalî ye. Ozkan ji kuştina Bahtiyar Aydin berpirs tê hesibandin û jinûvedarizandina wî dewam dike. Dewlet naxwaze ku dosyeya dozê bi beraatê bi encam bibe. Lewra ditirse ku derkeve holê wan kuştina Bahtiyar Aydin çareser nekiribe. Ji ber vê yekê jî dosyeyê bi derengî dixin. Ev 8 sal in ev darizandin dewam dike. Maye 4 sal ku Ozkan derkeve. Heke 4 salên din jî encamek ji dosyeyê dernekeve dosye dê bikeve.”