4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Utopyaya berbiçav: Li vir û niha

Hêvî û îdeaya jiyaneke azad û wekhev di dîroka mirovahiyê de bi gelek nav û baweriyan derdikeve pêşberî me. An bi rêya olan, an bi navê bîrdozî û têkoşînan, an jî wek berhemên wêjeyî ev hêvî bûye mijara gelek fenomenên civakî. Bêguman ên herî zêde serê xwe bi vê mijarê êşandine, rêxistin û kesên civakî û sosyalîst bûne. Pirtûka Thomas More ya bi navê ‘Utopya’ di hêviya civakeke azad de mînaka herî tê dizanîne. Utopya wek peyv tê wateya ‘cihê ku nîn e’. Di pirtûka Thomas More de jî qala civakeke ku ne di roja me de lê di cîhaneke dûr de, di giravekê de dijîn, tê kirin. Pirî caran utopya wek jiyaneke îdeal a di pêşerojê de tê şîrovekirin, lê di rastiya xwe de li ser rexneya newekheviya civakî ya hemdemî hatiye fikirîn. Lê utopya her çendî be pirî caran di wateya pergala civakeke pêşerojî de tê bikaranîn. Ango di pênasekirina pêşerojeke hatina wê ne diyar de.

Tevgerên civakî, taybetî yên sedsala 19 û 20’an, pênasekirina têkoşînên xwe yên ji bo jiyaneke azad, bê çîn û bê sînor wek îdeaya utopyayê tînin ziman. Şoreş dê di dawiyê de wê pêşeroja xweş pêşberî me bikira. Diviyabû ku em nebînin, lê dê nifşên nû, ew nebînin jî yên dîtir dê wan rojan bidîtana. Tişta herî xweş a di vê xewnê de ew bû ku rê ji binketinê re tunebû. Lewre tiştê ku di pêşerojê de biqewime, dê teqez biqewime û serkeftî be, ji rexne û kêmasiyan azad be.

Rê û rêbazên dê me bigihînin wan rojên azad li gorî hişmendî û baweriyan diguherî. Du helwestên sereke di rêdiyariyê de derketin pêş: yek jê ku em bêjin dîsa giranî tevgerên sosyalîst ên sedsala 19 û 20’an dişopandin, digot, divê em li hemberî pergala heyî şer bikin, têbikoşin, di dawiyê de bigihîjin azadiya xwe. Helwesta duyemîn, ku em bêjin ji nîvê duyemîn ê sedsala 20’an şûndetir bi taybetî bi pêşketina hişmendiya hestiyar a derbarê avûhewayê (ekolojîk) de derket pêş jî digot, guhertina ku em dixwazin divê em bi xwe bijîn.

Heta ev gotin referansa xwe ji Gandhî digirt. Gandhî gotibû “bibe guhertina ku tu dixwazî li cîhanê bibînî” (be the change you want to see in the world). Ango guhertina ku tu hêvî dikî, taloqî pêşerojê neke, li vir û niha bijî û ji xwe destpê bike, bû gotina pîroz a vê demê. Ji vê rêbazê re jî gotin polîtîkaya pêşsêwirî (prefigurative). Di vê baweriyê de gelek komên bi taybetî ji welatên rojavayî ji xwe re înîsiyatîfên alternatîf ava kirin. Bi komên wek baxçewanî, komgehên civakî, dikanên ekolojîk û xwecihî û hwd. xwestin di navbera xwe û pergala kapîtalîst de sînoreke tûj deynin û eleqeya xwe jê neynin. Ji van înîsiyatîfan re di lîteratura tevgerên civakî de ‘înîsiyatîfên çalik’ (niche initiative) tê gotin. Di nava pergala heyî de, di qalikê kevin de, ji xwe re kuncekî, cîhaneke nû, saz dikin û jiyaneke alternatîf tê de dijîn. Angaşta herî bingehîn ên van înîsiyatîfan ew bû ku digotin, ‘ev pergala kapîtalîst nasname û xweseriya me ji me distîne, divê em hefsarê ji stuyên xwe derxînin.’ Rastî jî ji bo demekê derxistin. Lê ber bi roja me ya îro ve, hat dîtin ku kesên ku di nav koman de ne, têkiliya xwe ya bi pergala kapîtalîst re ji binî qut nakin, an jî nikarin bikin. Wek mînak, bangewaziya jiyana ekolojîk dikin, lê dîsa jî ji betlaneya xwe ya bi balafirê li welatên dûr, kêm namînin. Bi zanebûn li dijî zarokanînê ne, li gorî wan hem dinya ne ji bo zarokan e û hem jî nifûsa zêde zirar e, lê zirara xwe ya ji avûhewayê re bi jiyana xwe ya bi yekserî û tam tekmîl nabînin. Li hêla din lêkolîner dibêjin, êdî gelek kes bi çi awayî be jî di pergala kapîtalîzmê de xweseriyê (wek mînak tevgera serbixwe, lê bi rêya pereyê) dibînin. Û ji ber ku kapîtalîzm heta rehên civakê xwe gihandiye, mirov zû bi zû nakevin nakokiyan. Ango bo wan hem ekolojîk-bûn û hem jî li balafirê siwar-bûn ne nakokî ye, pêdiviyeke du serî ye û vê helwesta xwe bi xweserîbûnê pênase dikin. Ev analîz bi giranî li ser hînbûyînên jiyanên rojavayî hatine çêkirin. Lê dema mirov ligel qeyranan erjengî û belavbûna bêserûber a pergala kapîtalîst bişopîne, dibîne ku êdî ev ne tenê taybetmendiyên mirovên rojavayî (yên di nav refah û dewlemendiyê de) ne. Lewre ev pergal hem cazîbeya xwe, hem şerudiya xwe bi hev re dimeşîne. Li hêla din di çalekê de utopya xwe jiyîn û karê xwe ji yên din neanîn, sedema din a xitimandina vê hêviyê bû.

Ji bo derketina ji vê nakokiyê hin pêşniyar hatin û tên kirin. Hin dibêjin veqetîna radîkal yekane çareserî ye; hin dibêjin di qalikê kevin de jiyana nû nabe, hin gotin jiyana şaş rast nayê jiyîn û hin jî gotin, ne li hemberî qalikê kevin li hemberî nakokiyên xwe yên ku ji kapîtalîzmê re çav diniqîne, divê mirov têbikoşe.

Her çiqas pergala kapîtalîst mirovan dorpeç kiribe û mirov ketibin nav pençeyên wê jî, hîn jî mirovatî ji nirxên xwe yên etîk dest bernedaye. Li gorî lêkolînan tê gotin dibe ku mirov kapîtalîzmê ji xwe re carcaran wek îluzyoneke kurtedemî wek platformeke xweavakirinê bibînin û ev yek di wan de rûniştibe. Lê di heman demê de mirov li dû lêgerîna xwebûnê ne. Ev hesta xwebûnê her tim li rû û rûmeta mirov dikeve û mirov dikeve lêgerîna civaka bi exlaq û polîtîk. Hefteyeke din ez ê li ser lêgerînên xwebûnê û rêbazên avakirina wê bisekinim.