26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Metîn Alataş hat bibîranîn

Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ku bi Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Metîn Alataş ku 11 sal bere li Edeneyê li baxçeyê porteqalan de darvekirî hatibû dîtin li ser gora xwe hat bibîranîn.

Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Seyhanê Enver Guler, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Akdenîzê (AYKAY-DER) Şukran Efeturk, malbata Alataş û hevalên wî beşdarî merasîma bîranînê bûn. Beşdarvanan wêneyê Alataş û gul danîn ser gora wî.

Hevseroka AYKAY-DER’ê Şukran Efeturk anî ziman ku wê şopdarên têkoşîna Alataş bin. Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mûrad Karakaş jî qala zextên ser çapemeniya azad kir û da zanîn ku wê têkoşîna Alataş ji cihê maye berdewam bikin. Malbata Alataş spasiya kesên beşdarî bîranînê bûn kir.

EDENE