26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rojnamegeriya kurdî bi kelecan didome’

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li avahiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan, berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û endamên platformê, endam û rêveberên DFG’ê beşdarî civînê bûn.  

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bi gotinên Mîqdad Mîdhed Bedirxan dest bi axaftina xwe kir: “Di vê cerîdeyê de ez ê behsa qenciya ilm û marîfeta bikim; li ku derê mirov dielime, li ku derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşanê kurda bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemiya hîkat bikim. Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsiye. Ev cerîdeya min aha, ya ewwulî ye.”

Rojnamger Altan bi bîr xist ku Mîqdad Mîdhet Bedirxan 123 sal bere dema rojnameya yekemîn çap kir di nav keklaceneke mezin de bû ew kelenaca rojnamegerên kurd hê jî berdewam e.

‘Di ragihandina heqîqetê de bi israr in’ 

Altan destnîşan kir ku rojnamegerî pîşeyeke dijwar e û îro roj li her devera cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî tundiyê tên rojnamegerî û rojnameger in û bi taybetî jî rojnamegerên kurd in. Altan axaftina xwe wiha domand: “Lêgerîna heqîqetê ya ku di 22’yê Nîsanê sala 1898’an hîmê wê hat avêtin, pêl bi pêl mezin dibe. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya kurdî li sirgûnê be jî, bi xebatên xwe yên bêhempa bû sembol. Rojnemegeriya kurdî di ragihandina heqîqetê bi israr e. Bi ragihandina heqîqetê rojnamegerên kurd bêdengiya cîhanê bi têkoşîna xwe perçe kirin.”

Rojnameger Altan bal kîşand ser şehîdên çapemeniyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên kurd jiyana xwe ji dest dan. Ji Apê Mûsa, bigirin heta belavkarên rojnameyan şehîdên me ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya kurdî. Bi biryardarî û israra heqîqeta wan çapemeniya azad watedar bû.”

‘Medyaya kurdî gelek girîng e’

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bi kurtasî axivî û bal kişand ser kampanyaya îmzeyê ya ku Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin û wiha got: “Em di vê xebatê de medyaya kurdî gelek girîng dibînin. Karê em dikin çiqas girîng be kar û erka medyaya kurdî jî ewqas girîng e. Serkeftinê ji bo hemû çapemeniya kurd dixwazim.”