spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salvegera Xwebûnê li me hemûyan pîroz be!

Xwebûn têgeheke pir kûr û berfireh e. Mirov dikare bi awayekî gelemperî  têgeha xwebûnê wiha pênase bike: Xwebûn fikir, raman, hişmendî, karakter, çand û exlaqekî resen ku di encama daneheveke dîrokî de pêk hatiye îfade dike. Bêguman ji ber ku mirov rihberekî civakî ye di rewşên asayî de her mirov li gorî taybetmendî û rastiya civaka xwe teşe digire, dibe xwedî karakter. Civak, bi çand, ziman, bawerî, hişmendî û şêweya jiyanê û hwd. ji hev du cuda dibin. Ji ber ku her ferdek jî endamê civakekê ye, ew ferd çiqas li gorî rastiya civaka xwe bibe xwedî karakter, mirov dikare bibêje ew qas xwebûna wî pêk hatiye. Kesek çiqas dîrok, çand, ziman, hişmendî, exlaq, bawerî û rastiya jiyana civaka xwe bizanibe û li gorî van rastiyan bijî ewqas “xwe” ye. Çiqas ji van dûr be ewqas ji “xwe” dûr e.

Mirov an jî civaka ji xwebûna xwe dûrketî dikeve bin bandora hişmendiyeke, hêzeke din. Yanî “xwebûn” ji holê radibe, tiştekî din pêk tê. Bêguman ev rewş jixwebe nabe. Ev rewş polîtîkayeke kûr û piralî ye, herî kêm xwedî dîrokeke 5-6 hezar salan e. Ev polîtîka polîtîkaya hêzên xwedî hişmendiya desthilatdar, dewletperest û zayendperest e. Armanca vê polîtîkayê kolekirin û mêtina gel û civakên cuda ye. Hêzên serdest û mijokdar kes û civakên ku wan ji xwebûna wan dûr dixe, wan dike kole û bi vî awayî li hemû destkeftî û dewlemendiyên wan dimije. Hêzên serdest û mijokdar ji bo vê rewşê pêk bînin bi hezaran sal in bi her cure rêbazên bêexlaq şerekî piralî dikin.

Têgeha ku herî baş rewşa dijberiya xwebûnê îfade dike têgeha “manqurtî”yê ye. Nivîskar Cengiz Aytmatov ê kirgiz di pirtûka xwe ya bi navê “Gun Olur Asra Bedel”ê de pêkanîna manqûrtiyê îfade dike. Li gor vê hêzên serdest dema dixwazin kesekî bikin manqûrt, serê wî rût dikin. Çermê deveyekî yê şil li serê wî girêdidin, dest û lingên wî girêdidin û wî bi rojan di bin tavê de dihêlin. Bi vî awayî her ku tav lêdixe ew çerm zuha dibe û diqurçime. Çerm li serî dişide û dibe sedem ku ew kes hiş û mêjiyê xwe ji dest bide. Bi vî awayî ew kes dibe kesekî bêhiş. Bêyî ku bifikire, lêpirsîn bike çi jê re tê gotin wê dike. Dibe koleyê xwediyê xwe. Xwedî û efendiyên wî çi bixwazin, çawa bixwazin ew wisa tevdigere. Yanî şert û mercên jiyana wî, fikirandina wî kar û barên ku bike, her tiştî, xwediyê wî diyar dike. Manqûrt êdî  mirovê bi hevsar e û bêîrade ye.

Bêguman di roja me ya îroyîn de serdest ji bo ku manqûrtan biafirînin serî li vê rêbaza paşverû nadin. Rêbazên modern û nermtir bi kar tînin. Bi dehan sazî û amûrên xwe, kes û civakan di bin bombardimana bîrdoziyê de dihêlin. Çand, ziman, dîrok, bawerî, tarza jiyanê û hwd. yên civakan înkar dikin, tune dihesibînin. Dema di vê polîtîkayê de bi ser nekevin îcar vê carê jî wan nirxên ku civakekê dike civak, kesekî/ê dike kes reş dike biçûk dixe, paşverû nîşan dide. Di heman demê de çand ,ziman, dîrok, bawerî , wêje û hwd. ên xwe jî herî baş, pêşketî û dewlemend nîşan dide. Bi vî awayî ew kesên ku rastî van polîtîkayan tên li gorî asta serkeftina van polîtîkayan û li gorî asta berxwedana li hember van polîtîkayan dibin manqûrt an jî xwe ji manqûrtiyê diparêzin.

Îcar ku em werin rewşa me kurdan û xwebûnê; em dizanin ji sed salan zêdetir e ku polîtîkayên manqûrtkirinê li ser me tên meşandin. Di heman demê de ji bo ku em nebin manqûrt , xwebûna xwe biparêzin em jî li ber xwe didin. Wisa be em dikarin bibêjin îro kesekî/e kurd ku çiqas dîrok, çand, ziman , bawerî, hişmendî , exlaqê kurdan, jiyana kurdewar bizanibe û li gor wan bijî, ewqas xwedî xwebûnê ye. Van nirxên hebûn û xwebûnê çiqas nizanibe ewqas manqûrt e, yanî kole ye! Rojnameya Xwebûnê jî îro li hemberî manqûrtiyê têdikoşe. Hewl dide rewşa manqûrtiyê ji holê rabike, tenê yek kurdekî/e manqûrt jî li holê nemîne. Em di vê rêya xwebûn û mirovbûnê de, ji hemû xebatkar û kedkarên Xwebûnê re serkeftinê dixwazin. Salvegera weşana Xwebûnê li me pîroz be. Xwebûn xwezanîn e, xwebûn xwenasîn e, xwebûn, xwebûn mirovbûn e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê