26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Misrê ji bo navbeynnkariyê li Israîlê ye

Girêdayî êrîşên bênavber ên artêşa Israîlê li ser Xezayê û fûzeyên rêxistina Hemasê, şandeyek ewlekariyê ya Misrê ji bo ku navbeynkariyê bike, îro serdana Tele Avîvê kir.

Heta niha amadekariyê ji bo derbasbûna vê şandeyê bo Xezayê nehatiye kirin her wiha rayedarên Israîlê ji şandeyê re gotiye tu guftûgoyên der barê agirbestê de beriya roja şemiyê dê neyên kirin.

Di heman rojê de êrîşên Israîlê ên li ser Xezayê berdewam dikin û di encamê de 10 kesên din hatine kuştin.

Her wiha li gorî agahiyên malpera El erebiye di êrîşên li Xezayê de mala serokê nivîsgeha Hemasê Ismaîl Heniyê jî hatiye hedefgirtin lê di dema êrîşê de ew ne li malê bûye.

Ji aliyekî din ve lş gorî agahiyên medyaya Israîlê di nava seatekê 4 yekîneyên Filistînê yên ku fûzeyan davêjin Israîlê hatine hedefgirtin û rûxandin.

Rêxistina Hemasê jî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di encama êrîşan de avahiya wezareta navxweyî ya girêdayî Hemasê bi carekê re hatiye rûxandin her wiha peymangeha Rîbat ya girêdayî wezareta karên navxweyî ya Hemasê jî hatiye rûxandin. Wekî din jî çend biryargehên istixbarata Hemasê jî bûna armanca êrîşên artêşa Israîlê.

Li gorî agahiyên Wezareta Tenduristiyê hejmara filistîniyên ku ji roja duşemê ve hatine kuştin bûye 83 kes û heta niha 7 israîlî jî hatine kuştin. 

Di demekê de ku ev şer bê rawestan her ku diçe gur dibe artêşa Israîlê dibêje ku dibe êrîşên ezmanî têr nekin û gefa êrîşeke bejahî jî li filistîniyan dixwe.

Di nava vê tevliheviya şer de tevî hemû bangên navneteweyî û hewldanên navbênkariya Misrê jî, tu hêviyên agirbest û rawestandina şer niha tune ne. Wekî tê gotin ev şerê di navbera Israîl û Filistînê de ji sala 2014’an heta niha şerê herî dijwar e.