27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Bi destê dadgeriyê zilm tê kirin

Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re ji bo ku kujerên zarok û hevjînê wê werin darizandin nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Ev 88 roj in malbata Şenyaşar nobeta Edaletê li ber avahiya Dadgeha Rihayê didomîne.

Malbata Şenyaşar ji bo doz têkildarî komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dest pê bike û dozgerî li hemberî 23 kesên hatine tespîtkirin bikeve nav liv û tevgerê daxwazname da dozgeriyê. Serdozgeriya Komarê hevdîtin û daxwaznemeya malbata Şenyaşar red kir.

Emîne Şenyaşar bi destan li edaletê geriya

Emîne Şenyaşar dema derket hewşa edliyeyê ji ser hişê xwe ve çû. Her wiha nehîştin ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê dîmenê malbata Şenyaşar bikişîne.  Emîne Şenyaşar çû qada înşaatê ya avahiya edliyeyê, bi destê xwe erdê kola û wiha got: “Ka Celalê min, ka Adilê min. Dibe ku edalet di binê vî erdî de be, ez ê bikolim û edaletê derxînim.”

Her wiha malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal vê peyamê parve kirin: “Li Qesra Edaletê ya Rihayê maf, hiqûq û edalet tê binpêkirin. Rayedarên ku pîvana ‘Tirkiye dewleteke hiqûqê ye’ diparêzin, bila bên vê derê. Li Rihayê bi destê dadgeriyê zilm tê kirin.”