26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Strana ku xwedîka rewşa serdema xwe ye!

Kakşar Oremar

Stranek û peyamên tê de îtibara huner û sewiya têgihiştina hunermend baştir aşkera dikin.
Huner di nava kurdan de xwedî dîrokeke dêrîn e û di hemû warên jiyanê da peywendiyeke rasterast bi hemû çînên civakê re hebûye.

Her stranek xwedîka wê serdemê ye ku têde hatiye gotin. Berî çendekê hunermend Diyar Dêrsim ji min daxwazek kir. Wî xwest hevkariya wî bikim ku hinek gotinên strana Lêkir ku ji hêla Erdewan û Eyaz Zaxoyî ve hatiye gotin, binivîsim. Gotin û awaza stranê yên mamosta Ebdulezîz Silêman Zaxoyî (1) ne ku di salên pir dijwar yên şoreşa Kurdistanê li başûr hatiye nivîsîn û gotin. Ev stran di salên 1980-88‘an dema ku li başûrê Kurdistanê siyaseta Ta´rîb û Enfalê hebû hatiye gotin ku peyamên tije hêvî di nava xelkê da belav dike. Çend tabloyên wê stranê hene ku tije xwezî, daxwaz û hêviyên mezin e. Bi xwendina helbestê re hûnê baştir merema min fam bikin ka çima vê carê min li ser peyamên stranekê ev nivîs amade kir:

( 1 )
“Lêkir lêkir baranê lêkir
Kanî û rûbar pîrî av têkir
Xemla gundê(warê) me dîsa dest pê kir ayyyy
Xemla warê me dîsa dest pê kir
Sîngê yarê ji gulavê çêkir
Sîngê delalê ji gulavê çêkir”

Di wan salan de şerekî giran di navbera Îran û Iraqê de hebû, lê li du aliyên başûr û rojhilatê Kurdistanê jî şer li dijî her du dewletên dagirker ji hêla partiyên weke PDK-Iraq, YNK, HDK-Îran û Komelê ve dihate meşandin.

Hêvî gelek mezin bûn ku di wan şert û mercên pêşhatî de kurd bi hevgirtineke stratejîk bigihin armancên xwe yên serxwebûn an jî mafên netewî, lê hezar mixabin di hemû dema şerê di navbera du dewletan de çend partiyên sereke ketin şerê li dijî hev. Ji hêlekê artêşa dewletên dagirker bi awayê rojane kurd dikuştin û ji hêla din jî xwekujiya kurdan berdewam bû. Derfet wenda bûn lê hunermend her demê bi hêvî bûn ku dengê şoreşê li dijî dewletên dagirker bilind bikin.

Carna şerê li dijî Baasiyên cinayetkar hest û hêvî mezin dikirin û rewşenbîrên weke Ebdulezîz Silêman Zaxoyî, Dr Bedirxan Sindî, Segvan Ebdulhekîm, Sebrî Botanî û hinek kesên din di çarçoveya helbestekê de ew peyamên xwe belavî nava civakê dikirin.“ Lêkir baranê” tê wateya destpêkirina şoreşeke nû û hatina şervanên kurd ji serê çiyayan bo nava gund û bajarên welat. Hemû peyv delaliya warê kurdan beyan dikin û mizgîniyên xweş tê de hene.

Li rojhilatê Kurdistanê jî hunermendên weke şehîd Cemal Mûftî, Nasir Rezazî, Necmedîn Xûlamî, Kalê û çend kesên din jî hebûn ku li dijî tevkujiyên bi destê rejîma Xomêynî stran û marşên xweş diafirandin.

( 2 )
Tabloyê duyê yê strana Erdewan dîsa jî nûçeyên nû têde hene:

“ Çendî li min xweş tê dengê baranê
Xûrîna kewan li heyva gulanê
Ber keviyên befrê mij û moranê
Me hêlîn çêkir, lêkir baranê“

‘Xweşiya dengê baranê’ hêmaya dengê teqîna goleyên tifeng û ‘Xûrîna kewan’ jî mizgîniya çûyîna Pêşmergeyên kurd û vegera wan bo nava axa welat bûye. Şikandina bêdengiya ku bêtirî deh salan bû sîngê Kurdistanê kiribû gorepana gor û çeqelên Baasî û kurdên welatfiroş.

Ji sala1975’an ku şoreşa îlonê rastî şikestê hatibû dewleta Iraqê bi hemû awayî dest bi siyaseta bişaftin û guherandina demografiya Kurdistanê kiribû. Bêdengî û zextên giran li her derê bandoreke gelek xerab li ser jiyan û hestên gel danîbû.

Bi dengê hunermendên weke Eyaz Zaxoyî (1961-1986) û Erdewan Zaxoyî (1957 – 1986) ew dengê şoreşê zû li her derê belav dibû. Ew du bilbilên Behdînanê bûn ku yê yekê di nava artêşa Iraqê de bû û yê duyê jî ji hêlîna xwe reviyabû, bibû pêşmerge û bi dengekî germ û aliyê xwe yê xort di warê afirandariyê de hêvîyên mezin di nava kurdên dilşikestî de belav dikirin.

Tevî hemû tirsa ku ji hovîtiyên Baasiyan hebû lê dîsa jî Eyaz û Erdewan kesên wêrek bûn. Carna bi strana: “Newroz hat û bi gul-rîhan e“ û carna jî bi gotina: “Çibkim ez“ ew dibûne dengê hezaran ciwanên kurd û rêya doza Kurdistanê digirtin ber xwe.

Di wan salan de rewşenbîr û hunermend xwedî yek armancî bûn û ew jî li ser pêhiştina gel û civakê bû ku hestên wan neçilmisin. Tevî hemû kêmasiyên teknîkî û zehmetiyên ku hingî hebûn kasetên Erdewan ji rojhilat digihiştin başûr û xelkê bi baldariyeke mezin guhdarî wî û hevalên din yên hunermend dikir.

( 3 )
Strana ‘Lêkir lêkir baranê lêkir’ ya wan salên reş û tarî ye ku êdî Enfal, Tarîb, kîmyabaran û veguhastina kurdan bi darê zorê ji cihwarê wan yê jiyanê çar rûkinên sereke yên siyaseta dewleta Sedam Husên û Baasiyên tawankar bû. Rewşenbîrên kurd bi awayekî dûrbînane dizanibûn ku ger ew siyaset bi ser bikeve êdî yê axa wan ji xelkê xwecih vala bibe. Kerkûk li ber çavên wan bû. Helepçe û Behdînan bi hemû cureyên çekan dihatin wêrankirin. Jiyana herî erzan li Kurdistanê bû. Kom bi kom kurd dihatin kuştin û wendakirin. Hingê ku Silêman Ebdulezîz tabloyê sêyê wê strana dîrokî radixe ber çavan:

“Serê çend sala rûbar û kanî
Têhnîne hişkin ji bêxudanî
Çend mistêt têda behra biyanî
Em çibikin gelo gelo ji bê zêrevanî”

Peyamên wiha hêrsa gel li dijî dagirkerên şovenîst gurtir dikir. Caş-belaşên ku di wan salên tijeagir û xwîn de destê hevkariyê didan dijminê qedera xwe jî ji hêza şoreşê ditirsiyan.
Ev stran li pey salên ku Erdewan vegeriya başûr û Iraqê di rûniştineke wî û Eyaz Zaxoyî de tevî çend kesên din hatiye gotin. Cara yekê wî bi xwe bi tenê gotiye lê piştre dema li Duhok, Bexda, Mûsil û bajarên din bûye tim ji ber daxwaza xelkê hatiye strîn. Yek ji sedemên wendakirina Erdewan Zaxoyî jî gotina stranên xwedî naverokek siyasî bûye.

Hunera kurdî ya çendşaxî garantiya hebûn û mayîna me ji destê sultanên xwînrij û dewletên dagirker bûye. Zimanê me yê dewlemend û dîroka me ya tije rûdanên xweş û nexweş bi rêya stranên me yên siyasî heya roja îro zindî maye. Hunera protestokirinê li Kurdistanê mîrateyekî giranbuha ye ku herî kêm hestên gel zindî hêlane û li dijî dagirkeran daxwaza serhildanê û berxwedanê di nava wan stranên me de heye.

Yek ji wan stranan jî ‘Lêkir baranê’ bû ku dikarin li vira jî bi dengê hunermendê şehîd Erdewan guhdar bikin.

Têbinî:
(1). Ebdulezîz Silêman Zaxoyî yek ji hunermend û nivîskarên hêja ye ku niha li Zaxo dijî û ji gelek hunermendên weke Gulbihar, Tehsîn Teha, Erdewan, Eyaz û hwd. stran û awaz danîne.