26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serpêhatiya dengbêj û muzîkjenekî hîp hopê

Tê zanîn ku çanda dengbêjiyê tenê strîn an jî xweşbûna dengan nîn e. Ev çand li Kurdistanê çandeke qedîm e û bi saya stranên dengbêjan roja me ya îro çand û dîroka kurdan tên danasîn û bi vî awayî belav dibe. Ji Evdalê Zeynikê heta Meryemxan û Şakiro, degbêjî ji bo çanda kurdî  bûye çavkanî. Gelek dengbêj jî hene ku her çiqas navên wan zêde belav nebûbe jî bi stranên xwe dîroka qedîm li ser piyan hiştine.

Dengbêj Feqî Mele Îsmaîl jî yek ji wan kesan e ku hema bêje jiyana xwe tev bi dengbêjiyê derbas kiriye. Erê feqe ye, mele ye lê tu carî ev yek jê re nebûye asteng ku ew bi qîrîn stranên xwe bêje û tev li şevbihêrkan bibe.

Meleyek dibe dengbêj

Mele Îsmaîl di sala 1926’an de ji dayik dibe û perwerdeya xwe ya ewil li ber destê bavê xwe digire û pişt re jî li Panosê li ba seydayê Mele Zahir û Mele Hesen perwerdeya xwe ya yekem xelas dike. Tê zanîn wan deman çandeke kevnar e; piştî perwerdeyê hewce ye agahî tenê di tûrên wan de nemînin û bi civakê re werin parvekirin. Mele Îsmaîl êdî bi hin hevalên xwe yên din re berê xwe dide herêma Botan, Amed û başûr û rojavayê welêt û bi vî awayî perwerdeya xwe ya ilmî xelas dike û dest bi perwerdeya zimanên kurdî, erebî û tirkî dike. Pêşî diçe Mûşê û di nav 30 salan de li gelek bajarên serhedê hem meletiyê dike hem jî wek dengbêjekî tev li şahî, dîlan û şevbihêrkan dibe.

Bi dengbêj Şakiro re…

Dengbêj û Feqî Mele Îsmaîlê Agirî êdî bi dengbêjên mîna Şakiro, Reso, Zahir, Tahir, Bekirê Îdirê, Hecî Celaleddînê Babiya, Mistefayê Cangoranê, Feqiyê Kizkapanê û bi gelek dengbêjên Serhedê re di şevbihêrkan de strandiye. Heta li gorî gotina malbatê di şevbihêrkekê de dengbêj Şakiro û Mele Îsmaîl li Panosê herêma Dermo sê roj û sê şevan bi hev re strîne.

Mele Îsmaîl dema di 2013’an de diçe ber dilovaniya xwe, li pey xwe stranên mîna ‘Şerê li ser tepê Qersê’,  ‘Çîroka Lalîxana Spartî’, ‘Evdilmecîdê Sipkî’, ‘Çemê Sînanê yê Bismilê’, ‘Eliyê Ûnis’, ‘Qewmê Çiya’, ‘Xelefê şekir’, ‘Emînê Ehmed’, ‘Emê Gozê’, ‘Klama Silêmanê Faro û Bavê Kazim siwarê alaya girê tendurekê’ hiştine. Tevî van stranan jî em dikarin bêjin ku stranên wî yên di nav gel de tên nasîn ev in: ‘Asê Mûso’, ‘Selîmo lawo’, ‘Bedewê û Lo mîro’.

Dengbêjî û stranên hîp hopê

Li ser vê mîrateya dengbêjiya Mele Îsmaîl, îro jî neviyê wî Bestamî Taniş (28) bi navê xwe yê din Agirbest dest bi muzîkê kiriye û awayê muzîka rapê (hîp hop) bi kar tîne.

Neviyê Mele Îsmaîl Bestamî Taniş ji zaroktiya xwe ve, di nav çand û kevneşopiya dengbêjiyê de mezin bûye û ji bo vê yekê jî dengbêjî jê re bûye bingehek xurt. Li ser vê bingehê awayê muzîka Rapê ya di salên 1960-1970’yî de ji getoyên Amerîkayê belavî hemû cîhanê dibe, dest bi karê muzîkê dike.

Agirbest der barê têkiliya di navbera dengbêjî û muzîka rapê de diyar dike ku her çiqas haya her du çandan ji hevdu tune be jî bi serdemên nêzî hev derketine û wiha dibêje: “Rêka min a ewil dengbêjiya Feqî Mele Îsmaîl bû û ya duduyan jî rap e. Ez di her du awayan de bingeheke hevpar dibînim. Her du jî ji bo gotina derd û kulan, xweîfadekirin, êş û kêfa evînê, rexnekirina pergalê, zilma li ser gelên hatine bindestkirin û hwd tînin ziman. Ya din jî hem dengbêjî hem jî rap her du jî bi awayê axaftineke li ser hevdu (bi lez) tên gotin. Tişta teqez ew e ku çanda dengbêjiyê çandeke kevnartir e lê mixabin li cîhanê wek a rapê nayê nasîn.”

Zimanê dayikê…

Agirbest di stranên xwe de bi zimanekî tund kurdên ku dev ji zimanê xwe  berdidin rexne dike. Di strana bi navê ‘ziman’ de bang li kurdên ku ‘li ser navê populîzmê ji zimanê xwe fedî dikin’ dike û ev tişt tîne ziman: “Ez bawer im ku dê muzîk gelek tiştan biguhezîne û buguherîne. Îro di nav kurdan de kîjan awayê muzîkê hebe baş e lê ya girîng ew e ku em bala ciwanan ne tenê bi awayên pop, rock, rapê tevî vana bi çand û zimanê dayika xwe jî balê bikişînin û li gorî vê yekê tevbigerin.”

Tundiya li ser jinan tîne ziman

Muzîkjenê rapê Agirbest di strana xwe ya bi navê ‘min nekuje’yê de balê dikişîne ser tundiya ku ji aliyê hişmendiya serdest ve li jinan tê kirin û wiha dibêje: “Em di sedsalake wisa de ne ku hê jî tundiya li ser jinê berdewam e. Mixabin her roj jin tên qetilkirin û ev rewş xirabtir dibe. Ji bo vê yekê jî ez bi strana xwe, li hember vê hişmendiyê derdikevim û dibêjim ku jin bixwaze dê dikaribe gelek tiştan bike.”